| |
Kî
li Lubnanê bi ser ket?
Tariq Hemo
Israîl û rêxistina Hizbulahê biryara Konseya
Ewlekariya Navnetewî 1701 ya doza agirbestek
mayinde li her do aliyan dike, pejirandin.
Biryar bi kurtahî doza vekişîna hêzên Hizbulahê
ji başûrê Lubnanê û bicikirina 15 hezrar eskerên
lubnanî û piralî li wir, dike.
Birayar her weha ji hêzên Israîlê jî dixwaze, ku
êrîşên xwe li dijî xaka Lubnanê rawestîne…
Heya niha hikûmeta Lubnanî û Hizbulah û Israîlê
ev biryar qebûl kirine. Iran û Sûriyê jî ew
mîna"zilmek mezin" bi nav kirin. Tehran û Şam ev
biryar mîna "biryarek neadilyane" dîtin. Loma
guman heye, ku ew carek din çekdarên Hizbulahê
bi ser Israîlê ve bişînin…
Hizbulah jî ket rewşek tengav de. Heger ew
çekdarên xwe ji başûrê Lubnanê vekşîne wê demê
tu wateya hilgirtina çekan namîne. Ew heya niha
bi bahaniya ku ew li dijî Israîlê berxwedan û
tekoşînê bi rê ve dibe, çekdan di dest xwe de
dihlê, lê heger ev bahane jî bête betal kirin û
vala bête derxistin, dê meşrûyeta hilgirtina
çekan çawa bê gotin?.
Ji ber hindê, Hizbulahê( ya ku bi çend wezîran
di hikûmeta Beyrûtê de tê temsîl kirin) eşkere
ragihand, ku ew di bin tu şertan de amede nîne
çekên xwe ji dest xwe deyne.
Bê guman, ev jî dê di pêşerojê de bibe problemek
mezin. Heger li başûrê Lubanê eskerên Lubnanî û
hêzên navnetewî bêtin bicihanîn û çekdarên
Hizbulah ji wir werin qewirandin, ma wê demê
berxwedan û tekoşîn dê li himberî kê bête kirin?.
Gelek aliyên siyasî yên Lubnanî ditrsin, ku
Hizbulah îca devê tivinga xwe ber bi wan ve bajo.
Bi taybetî Serokê Durziyên Lubnanê Welîd
Canpolat vê tirsa xwe venaşêre û eşkere diyar
dike.
Tehran û Şam ji vê biryara nû ne razî ne. Eniya
ku wan li himberî Israîlê vekribû, hate girtin.
Şerê ku Hizbulahê ji dêvla Şamê û Tehranê dikir,
û windahî hemû lubnanî bûn, êdî dawî lê hat û
weha tê xuyakirine, ku karta Hesen Nesralah û
milîsên wî, dê bi pêkanîna vê biryarê nêzîk
bişewite.
Di vî şerî de kî bi ser ket gelo?
Bê guman ne Lubnan bû. Lubnanê 1000 kes winda
kir û bi qasî 10 milyar dolar xisar lê bû.
Hizbulah jî bi ser neket, girtiyên wê serbest
nehatin berdan. Di ser vê yekê de jî va tê
xwestin ku milîsên wê ji başûr bi carekê bêtin
derxistin û dûr bikevin.
Ev yek jî tirsa ku bibe destpêka pêkanîna
biryara 1559 ya bêçekkirina Hizbulahê tîne holê..
Israîl jî, her çuqas ku bi dijwarî da ser Lubnan
û gelek sivîl kuşt û avahî û bingeha vî welat
têk bir. Lê dîsa gelek kuştî da û nikarîbû bi
yek car Hizbulahê têk bibe û barandina bi dehên
rûkêtan bi ser bajarên xwe ve, asteng bike.
Artêşa Israîlê ya ku di 6 rojan de 4 welatên
ereban têk bir û erdê wan dagir kir, ev meheke
nikarîbû rêxistinekê mîna Hizbulahê ji holê
rabike..
Wek encam: 1701 destpêka bêçekirina Hizbulahê
ye. Bi gotinek din, destpêka windakirina Tehran
û Şamê ya vî şerî li himberî Israîlê ye. Yan jî
heger ne wilo be û Hizbulah li ser nedayina
çekên xwe bi israr be, dê vê carê xwe li himberî
hêzên Lubnanê bibîne…
Jixwe ev ji bo Israîl derfetek baş e ku êrîşên
xwe bidomîne û tola bi dehan eskerên xwe ji
Hizbulah û tevahiya Lubnanê hilîne…
Ev nivîs di rojnameya Yeni Özgurpolitikayê de
hatiye belav kirin.
tariqhemo@hotmail.com
|
|