|
|
| |

Ji weşnên Dezgeha Sema ya çandî û hunerî ( Şûna
wê )… dîwana nû ya helbestvan Taha Xelîl bi
kurdî derket.
Ji weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a
helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna wê derket..
bergê dîwanê yê hunermendê kurd Beşar îssa ye
Şûna wê bi alîkariya Sema kurd ya çand û huner
çap bûye û ev pirtûk dikeve rêzezincîra 6an ji
pirtûkên wê yên çapkirî .
Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê
erebî û elmanî jî hene,
şûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne
ser rêka rast
Taha Xelîl ji mêj ve helbesta kurdî dinivîse …
lê dereng ev berhem derxist û wek ku dibêje : ”
min birîyar li Amedê sitand .. divê ku ez
helbesta xwe bigihînim Amedê ji ber ez berî her
kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta min e ji
mêj ve..!"
Ji pirtûka şûna wê :
Çend sal
Gelek sal derbas nebûne...
tenê bîst sal...
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye...
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leşker
" bo leşkerekî Turk "
hooo leşkero..
Xwedê du dest … du çav dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reş bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêşkêş kî..
hoooo leşkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikşînî..
Leşkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|