| |
Termên qurbaniyên siyaseta erebkirinê gihîştin
herêmê
Kesên ku di van demên dawî de ji nêz ve bala xwe
didin tiştê bi serê kurdan tê, wê bibînin ku
tiştên çêdibin encameke rasterast ji siyaseta
erebkirinê ya rêkxer a ku li dijî vî miletî û bi
taybetî li vê herêmê tê meşandin e.
Destpêkê em dixwazin rewşa jiyanî ya van
qurbaniyan hinekî bidin xuyakirin, piştî
lêpirsîna ku me li ser rewşa jiyana wan kiriye,
ji me re xuya bû ku piraniya malbetên wan
nikarin xwarina xwe ya rojane bidestxînin û ti
jêderên wan a jiyanê tune ne ku karibin pê bijîn.
Lewma jî neçar mane, wekî piraniya xelkê me li
herêma kurdaxê, ku derkevin û herin li bajarekî
an jî welatekî din, ew û malbatên xwe, tenê bo
berdewamiya jiyanê. Ev sedema siyaseta
birçîkirinê ya ku rêjîma navendî ya dagîrker li
ser kurdan dimeşîne, tê zanîn ku piraniya van
kesan jiyana xwe li navçeya "Deşta Cûmê" derbas
dikirin, ew navçeya bi xwe jî dewlemndtirîn
navçe li herêma kurdaxê ye.
Ev yek ji siyseta erebkirinê ya nûjen e ya ku li
Çiyayê kurdan dimeşe, ew siyaseta ku dixwaze vê
herêmê di rêya hinek alavan ji Kudan vala bike,
yek ji wan alavan birçîkirina welatiyên resen e,
ew jî di rêya rêlibergirtina kar û kontrolkirina
aboryia herêma bi rêya nîşteciyên ereb yên ku li
herêmê hatine bicîkirin.
Mirina 24 kesan, jin û mêr (termê 24'ê di
7/8/2006' an de gihîşt Cindirêsê ango piştî wê
bi du rojan) piraniya wan di temena xortaniyê de
ne û birîndarbûn û seqetbûna hinên din jî ji ber
evê siyasetê stûxwariyeke bo rêjîm û hikûmeta
navendî ya Sûrî ya dagîrker, li vir jî em
dixwazin hemî gotinên ku loman ji wan qurbaniyan
dikin, red bikin. Ji ber ku ti gunehê wan tun ye
ji bilî ku kurd in û ji mafê xwe yê jiyaneke bi
rûmet li ser axa xwe hatine verûtkirin, ji lewma
jî çûne welatekî dîtir.
Li vir em dixwazin hemî welatî, kes, nivîskar,
rêxistin û partiyên ku li rojavayê kurdistanê û
bi taybetî li Çiyayê kurdan karê xwe birêve
dibin, hişiyar bikin ku haya xwe ji idî'ayên
bednavkirinê hebin, ji ber ku ew bi rêya
dezgehên ewlekarî, erebên niştecî û kirêgirtiyan
li herêmê tên belavkirin,
Hinek Ravekirin :
Şanoya ku bi destên rêjîma şovenîst a dagîrker
di dema veşartina termên qurbaniyan de hatiye
çêkirin, serê mirovantiyê tev ditewîne. Ji ber
ku tiştên di dema veşartinê de di navenda
erebkirinê li "Cindirêsê" çêbûne, karekî rêkxer
û çêkirî bû . di wê rojê de, şandek ji nûnerên
rêjîmê, mezentirîn nûnerên olî (islamî û
xiristiyanî) û şandên "Telay'i" û "Şebîbit Al-sawra"
(du rêxistinên ciwanan ên partiya al-be'is in)
ji bo ku alên partiya Hizbullah û wêneyên rêberê
wê Nesirellah hildin, ji bilî wê jî alên Be'is,
ên biyan ji herêmê û ji xelkê wê, jî hebûn.
Her termek bi aleke Sûrî yan jî Be'sî hate
xemilandin, ev jî bû sedemeke din ku xwediyên
wan û welatiyên li wir hîn biêşin, piştre
sloganên wek "bijî şehîdên gelê ereb" , "ellah
ellah em giş qurbanê Esed û Nesrellah" , "Bijî
berxwedana Hizbullah, bişkin plangêr û projeya
Rojhilata Navîn a Mezin" û gelek sloganên din
hatin avêtin, ew deka ku gotar û slogan li ser
dihatin xwendin di bin kontrola dezgehên
ewlekariyê de bû, bi hevdengiya al-Be'is û Şêx û
melan ve.
Tiştê ku li ser rêxistin û partiyên kurdî tê
girtin, ew e ku ti liv û tevger nekirin, tevlî
ku dezgehên rêjîmê, Al-Be'is û dezgehên
ewlkariyê ev bajarê birîndar "Cindirês", di wê
rojê de, kirin bajarek ji şovenîsta erebî re.
Dema ku hinek ji endamên Rêxistina /RDEK/ di nav
milet de geriyan û hinek pirs li ser razîbûna
wan ji vê rewşê re ji wan kirin, hate dîtin ku
giş nerazî û ecêbmayî ji partî û rêxistinên
kurdî mane ji ber ku ti kesî ji wan ev kar li
xwe ne girt, ne jî gotar xwendin û ne jî tiştek
din kirin.
Rêjîmê xwest ku goristaneke taybet ji van
qurbaniyan re çêke û navê wê piştre bike "Goristana
Şehîdan", lewma jî hemî malbet hatin îcbar kirin
ku kesên wan yên kuştî di vê goristanê de werin
veşartin, lê tenê malbetekê israr kir ku termên
her sê zarokên xwe /Reşîd, Hesen, Mistefa/ bibe
gundê xwe "Şiketka" yê girêdayî "Raco", ew jî
piştî guftugoyeke dirêj bi berpirsên polîs û
ewlekaran re yên ku neçar man wan berdin, piştî
bala xwe dan ku dibe ev tişt bibe sedema
agirpêketinekê.
Tiştê me ne got ewe ku desthilatê pênc kon li
navenda bajêr li şûna "Bazarê kevin" vegirtin û
ew kon bi alên Al-Be'is, rêjîma navendî û aline
biçûk ên Hizbullahê hatin xemilandin, lê
xwediyên qurbaniyan jî her yekî ji wan konek li
pêşiya mala xwe vegirt, ew jî bû nameyek ji
rêjîmê re ku ew ji serxweşiya navendî ne razî ne,
ji wê rojê de ti weltiyên kurd li bin konên
navendî nehatin dîtin.
Bangek ji hemî welatiyên kurd re :
ji vir û di hundir herêmê de, em bang li hemî
welatiyên kurd ji nivîskar, rewşenbîr û hemî
hêzên neteweyî yên kurdistanî dikin ku haya wan
ji planên di hundir dezgehên rêjîma erebkirinê û
dostên wê de di herêma çiyayê kurdan û li
derveyî wê tên çêkirin, hebe. Nemaze rêjîm
dixwaze sûdê ji vê bûyerê wergire û dest bi
şalaweke /himleyeke/ berfireh kiriye bo kurdan
bi giştî û malbatên qurbaniyan bi taybetî
bigihîne baweriya ku ew kesên jiyana xwe ji dest
dane qurbaniyên "Şera Israyilê" ne, ew jî ji bo
rastiyê veşêre, lê mixabin hinek ji rêxistinan
daxuyanîyin dûrî rastiyê û bê bingeh derxistin,
lewma jî em ji hemû cîhanê re misoger dikin ku
ew kesên ha bûne qurbaniyên siyaseta birçîkirin
û valakirina herêmê ji kurdan, ew siyaseta ku
yek ji projeya erebkirina Herêma kurditanê –
Sûriyê bi giştî ye, ji lewra em banga xwe
arasteyî hemî kesên bi rûmet dikin ku hewl bidin
bo :
- Rastkirina nêv ji "Şehîdên şerê Israyilê" bo "Qurbaniyên
siyaseta erebkirinê li Çiyayê kurdan" .
- Lidijderkitina plana çêkirina goristanekê bi
navê "Goristana Şehîdan" li Cindirêsê .
- Dest bi danezankirina welatiyan ku ev kesên ha
koma yekemîn in ji kuştiyên ku bi xwe qurbaniyên
rasteqîn ên siyaseta erebkirinê yê ku desthilata
navendî ya dagîrker di hundir Çiyayê kurdan de
dimeşîne.
- Hêviya me ji hemî kesên bi rûmet ku ew ti
daxuyanên dûrî rastiyê dernexin ji ber ku, ta
niha, tenê milet dibe qurban.
Di dawiyê de, em serxweşiyê ji gelê xwe li
Çiyayê kurdan û bi taybetî ji Cindirêsa birîndar
re pêkêş dikin, û hêvîdarin em bi hev re li dijî
şalawên erebkirinê rawestin, ew şalawên ku li vê
dawiyê çav dane ser vê pinkê ji welatê me .
Têbînî : Tiştê me li jor rave kirine giş bi deng
û wêneyên foto li cem me peyda dibin, eger kîjan
dezgeh an malper bixwaze em amade ne jê re bi rê
kin.
Rêxistina Lidijderketina erebkirina Çiyayê
kurdan /Efrîn/
/RDEK/
|
|