Wednesday, 27 June 2007 23:37

  Girtiyên zimanê kurdî li Sûriyê
Rêcîma Baas xebatkarên zimanê kurdî digire
 
   
 



Rojava.net

Li pey daxuyaniyekê ku ji hêla bîroya siyasî ya Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) derketiye, hêzên ewlekariyê di roja înê 04.08.2006 bi şev çar kurdên niçtecihên taxa Eşrefiyê li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê girtine. Daxuyaniya amaje pê kirî dibêje ku sedema girtina van kurdan hezkirina wan ji zimanê wan ê kurdî û hewildana fêrbûn û fêrkirina wî ye. Girtina her çar kurdan bû cihê nerazîbûneke mezin di nav xelkên herêmê de, bi taybetî ku ew kesin navdar û bi helwestên xwe yên xêrxwaz naskirî ne. Daxuyanî radighîne ku ta nuha her çar girtî nehatine pêşkêşkirin bo ti dadgehê û destûra serdana wan jî tune ye.

Nav û agahdariyên derbarê her çar girtiyan ku di daxuyaniya YEKÎTÎ de belav bûbûn, ev in:

- Ibrahîm Xelîl Xelîl, navê bavê wî Rehman e, jidayikbûn 1948 li gundê Nazo Oşaxî, navçeya Şeran, herêma Efrînê. Bi jin e û 7 zarokên wî hene : Nezmî, Nûrî, Zeyneb, Emel, Cîhan, Fatma, Mihemed

- Selah Mihemed Bilal, navê bavê wî Mihemed e, jidayikbûn 1971 li gundê Zerga, navçeya Raco, herêma Efrînê. Bi jin e û 3 zarokên wî hene: Stêrvan, Sozdar, Nêcîrvan.


- Mihemed Ebdo Xelîl, jidayikbûn 1964 li gundê Qatma, navçeya Şeran, herêma Efrînê. Bi jin e.

- Izet Osman, navê bavê wî Hisên e, jidayikbûn 1973 li gundê Gorgan a jêrî, navçeya Mabatlê, herêma Efrînê. Bi jin e.


Hêjayî gotinê ye ku nivîskar, weşanger û rojnamevanên kurd ên bi kurdî berhemên xwe belav dikin û ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe dixebitin, berdewam raserî çewisandinê ji hêla rêcîma Baas dibin. Ji bilî girtin û işkencekirinê, gelek ji wan ji kar tên bi dûrxistin ya jî cihê karê wan tê veguhezitin bo herêmên herî dûr ta rêyên jiyanê li ber wan teng bibin û dest ji xebata xwe bo zimanê kurdî berdin. Gelek xwendekar û şagirt bi behaneya ku ew bi kurdî diaxivîn û ji bo kurdî xebitîne wek “metirsiyek li ser ewlekariya dewletê” hatin destnîşankirin û ji xwendinê hatin bidûr xistin.

Cihê amajekirinê ye ku Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD) sala 2006 ê wek sala zimanê kurdî destnîşan kiriye. (HRKRD) di 1 adara 2006 ê de dest bi kampaniya berhevkirina 100 hezar imzeyan bo pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê, kir. Armanca kampaniyaya ku ta nuha jî berdewam e û di serencama wê de hejmarek mezin ji imzeyan, bi taybetî li hundirê welêt hatiye komkirin, ew e, ku pirsa zimanê kurdî bibe pirsa rojane û têkeve xêzên pêşî yên ejendeya siyaseta partî, dezgeh û xelkên kurd li rojavayê Kurdistanê. (HRKRD) dê imzeyên komkirî bigihîne dezgehên navnetewî, bi taybetî UNESCO da ew jî bo serbestkirin û pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê têbikoşin.

Tê zanîn ku hejmarek mezin ji dezgehên sîvîl mîna komeleyên çandî, ên mafê mirovan, ên folklorî û ên xwendekaran û herweha partiyên siyasî jî piştgiriya xwe bo vê kampaniyayê diyar kirin.






 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE