| |
Nepirsin çima?
Cankurd
“Min deftera xwe da hev
û pênûsa xwe şikand
Min pencereya xwe,
ya bi ser Rojhilat ve vekirî bû, girt
Min çireya ser xwe vemirand
û stêrka xwe ya li ezmên,
bi xwe rijand
Dizanim ji rê hîn pir maye
Rêyek bi rojan û şeva ye
Bi salan û meha ye
Lê ji bo xatirê Xwedê
Ne pirsin: Çima?
Ji hevpeyvîn û pirsan re
Dema dilê min î melûl
tew nema..
Bila ez kevirek bama
di sîngê „Keloşkê“
Bi dîtina deştê têr bibama
Bila ez darek hejîrê bama
li ber zinarê „Bûkê“
bila bi tenê xwe bama
Bila ez şalûrek bama
li geliyê „Tîra“
An jî kanîsarkek bama
li nav çiyayê „Hawarê“
bi avdana qerajên zuwa,
bila ez mijûl bibama
An jî tew nebama
tune bama…
Ma ne bes e?
Her roj di ser serê te re
di paş pişta te re
di ber sîngê te re
û di nav çavên te re
Ev şanowa direwkaran
Li ser sînga neteweyeka bindest û hejaran
Van şergehên hevxwaran
û ev tablowa gurên çile, zikbirçî û dev bi xwîn…
va tablowa hezar hezar tofan û maran
Ma ne bes e?
Van devgezên rojane?
Va reva mezin a, bê behane?
Ji her şêweyekî dirûtî û direw?
û tev ji hev re bûne kew?”
Helbestvan ji tariyê re wilo got.
Devê xwe jî bi heft kêliyan dirût
û di destpêka beharê
xwe ji jor ve avêt xarê…
Ji wê rojê ve
Helbestan bû şepeleka bi xumxum û lêwlêw
ji wan şepelên ava robarê.
09.08.2006
|
|