| |
"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -
Cankurd
III

Rêveçûna bi guman
Leşkerê Girîkî û Ariyawûs di çadirgehekê de 20
rojan çavrêya Sapran ê farsî kirin. Di wê navê
de merivin ji malbata Ariyawûs hatin serlêdana
wî, û ji wî re soza şah Erdeşîr anîn, ku ew
ziyanê bi hinde kesên piştvaniya Koroş kirîne,
nake. Paş wê serlêdanê, êdî dilgermiya peyrewên
Ariyawûs bi ser Girîkan de kêmtir bû û dilê
Girîkan jî ji wî sar bû. Hinde şervan çûn ba
Klîrgos û gotinê:
“Tu çavrêya çi dikî? Ma ji te re hîn diyar
nebûye, ku şah dixwaze me biherifîne bo
çavtirsandina Girîkên dî bike, ewên ku dibe li
hember wî wek me derkevin an serîhildin? Ew
dixwaze çavên me li rê bimînin, ji ber ku
leşkerê wî ji ser hev çûye. Lê gava ew hêzên xwe
bîne ser hev, wê bê dudilî hêriş ser me bike,
dibe jî ew xendekan niha dikole an jî kelehan
avadike, bo rê li me bigire. Ew heznake, em
vegerin Yûnanistanê û li wir hewaldin, çawa me
leşkerê şah li ber dergahên qesra wî dan ber xwe
û me ew berî vegera xwe ya welêt ji xwe re kir
qeşmerok.“

Klîrgos bersiv da wan, got:
„- Ez jî wilo dibînim, lê gava me ji vir koş
kir, em ji agirbestê derdikevin û ev çûyîn wek
îlankirina cengê ye, û wê xelk zexîrê nefiroşe
me, wê kes rêya vegerê şanî me nede, û wê
Ariyawûs ji me cihê bibe. Wilo wê dost ji me re
nemînin û hevpeymanên me wê ji me re bibin neyar.
Ez nizanim, ka emê di robar û çemin dî re derbas
bibin an ne, lê ez dizanim, ku derbasbûna di
çemê Firat re bê lêrasthatina berxwedana
neyarekî wê nebe. Pişthespên „suwarên“
me kêm in, lê yên neyarê me pir bi hêzin, eger
em di şergehê de bi serkevin, emê nikaribin
şerkerên neyarê xwe tevan bikujin, lê gava em bi
binkevin, emê hîç ji destê mirinê dernekevin.“
Sapran li gel leşkerê xwe vegeriya, û da
diyarkirin, ku ewê biçe wîlayeta xwe. Arontas jî
li gel hêzên xwe û jina xwe, ku dota „qîza“
şah bû, hat. Rêveçûna vegera Girîkan ber bi
welêt ve dest pêkir. Ariyawûs, leşkerê herêmî
yê Koroşê kuştî, leşkerê Sapran û Arontas jî bi
wan re.
Girîkan bi çavêd gumanê li wan Farsan dinêriyan
û rêberin taybet ji xwe re bo şanîkirina rê bi
kar anîn û nêzîka 3 mîlan ji Farsan ve her dûr
diçûn. Her aliyekî yê dî wek neyarekî diçavand.
Carina gava kayê hesp û dewarên wan an hêzing
dihatin civandin, di nav Farsan û Girîkan da
pevçûnên biçûk ên xwînî çêdibûn.
Imperatoriya Mîdî (bi rengê zer)

Paş rêveçûna 3 rojan, tev gihan „Dîwarê
Mîdiya“ û têre derbas bûn. Dîwar ji qermîtê
sotandî bû, yê bi zivtê bi hev de hatibû
zemirandin. Qalingiya dîwarî 20 gav bûn û
bilindiya wî 100 pê, û dibêjin, ku ew 60 mîlan
dirêj bû. Ew dîwar ji Babil ve pir nêzîk
bû.
Padişahekî Mîdî
Du roj dî ji reveçûnê derbas bûn, di wan de 24
mîl û 2 kenalên avê li paş xwe hêştin. Kenalek
li nêzîka pireyek baş cîgirtî bû, û ya dî li ber
pireyekê, ku li ser 37 kelekên bi ser avê
ketibûn, hatibû girêdan. Ava herdu kenalan ji
çemê Tîgra „Dîcle“ dihat û herdu tejtejî
bûbûn. Hinde coyên avê ber bi gundên deştê ve
dihêwirîn.
Paşê gihan Dîclê, û dûrî mîl nîvekê ji çem ve,
bajarekî mezin ê bi gelek rûniştvanan şên bûbû,
bi navê Sîtas, hebû. Girîkan li ber
baxekî çeleng ê bi curecur dar, li nêzîka bajêr
çadirgeha xwe vegirtin, hema hêzên Farsan ên
herêmî di çem re derbas bûn û ji ber çavên
Girîkan winda bûn. Gumana Girîkan hîn bêtir bû.
Proksînos û Zênofon derketi bûn ji bo gerê li
pêşiya çekdanekê. Mêrek derket û ji pawanan
pirsa Proksînos û Klîrgos kir, û gava Proksînos
xwe bi wî da nasîn, got:
„-Ariyawûs û Artozos min şandine, ji bo ku we
li ser hêrişa herêmî ya di bin basikê şevê de
çêbibe, agahdar bikim. Ewana ji we dixwazin, ku
hûn pireya li ser Dîclê baş bipên, ji ber ku
Sapran bizava xwe dike, wê hilweşîne, bi mebesta
rêya derbasbûna we di ser çemê Dîclê re bibirre,
da we di navbera çem û kenalên avê de bidamîne.“
Tevî gumana Proksînos û Zênofon li ser gotinên
wî mêrê biyanî, rabûn bi şev pawan li ser pireyê
û li ber lingêd wê belav kirin. Bi berbangê re
Girîk di ser pireyê re derbas bûn û di 4 rojan
de 60 mîl dî ji rêya vegerê li paş xwe hêştin.
Girîk gihan çemê Vîskosê, ku 100 pê pan
bû, û pireyek li ser bû. Li nêzîka wî çemî
bajarekî mezin ê bi navê „Opis“ hebû. Li
ber wî bajêrî, birayekî şah Erdeşîr û Koroşê
kuştî, ku ne ji dayika wan bû, leşkerekî mezin ê
ji Sosan „Zozan“ û Ekbatana
„Hemdan- paytextê Mediya“ bo piştvaniya
şah civandibû ser hev û rêberiya leşkerê bi xwe
dikir. Gava Girîkan di ber leşkerê wî re derbas
bûn, ew rawestiya û çavdêriya Girîkan kir, ka çi
dikin û ku ve diçin. Klîrgosê girîkî leşkerê xwe
bi pêş ve ajot û ji nişka ve di cî rawestand.
Gava pêşengiya leşkerê rawesta, teviya leşkerê
jî rawesta. Ji ber vê yekê Girîkan guman kir, ku
leşkerê wan pir mezin e û bala Farsan kişand ser
xwe. Fars weku çavmayî bûn ji dîdara leşkerê
girîkî yê, ku li ber xwe dîtine.
Paş rêveçûna 90 mîlan bi bakur ve, di nav welatê
Mediyan re, gihan gundên, ku ji dêrîna
Perîzadê bûn, dayika şah Erdeşîr û birayê wî
yê kuştî Koroş.
Sapran rê da Girîkan, ku her tiştekî ewan jê
hezdikin, ji bilî koleyan, ji xwe re ji wan
gundan bibin. Li wir pir genim û pez û tiştên
giranbiha hebûn, Girîkan tev rakirin, birin.
Pişt re rêveçûna 4 rojan di çolê re dest pêkir.
Tê de 60 mîl li paş xwe hêştin û çemê Dîclê
hîngê li aliyê wan ê çepê bû. Di roja yekê de
bajarekî mezin û şênkirî, ku bi navê Kînî
li aliyê dî yê Dîclê bû. Xelkê bajêr ji Girîkan
re nan bi kelekên, ku li ser meşkên çermî yên bi
bayê dagirtî bûn, anîn û dan wan.
Berma heye…..
Sapran ê bê sozê
|
|