rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Heyveron
Lava Derwîş


Pey heyva nîvşikestî
moriyên xwe didim hev
yek bi yek...
dilop dilop
ta ku şevnem biwerhe..
ji dêmên xewnan..
morî morî..
xwe didim hev..

êşê awir hembêz dikir
gava tu ji xwe direvî..
siwarê fantasiyan...
mîna rewrewekê ..
ser destên wendabûnê dinalî..
kûr kûrrrr

heyv ji xewnan ket
li pencerên demê digerim
dem diherike nav girinjîna te
difirî.. bêdeng
dem ..heyv...peyv
sêwî ne

vedenga şevê
ser pişta bayê tenahiyê
û
heyveron têkdiçû
morî morî
dilop dilop
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE