rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

7
16Ê GULANÊ

Li wê wira newêrek,
li tenişt wargehên wêrana sermedî,
di navbera bêdengiya dijwar a kulîlkên hinarê û xwekuştina ciwan a tavsorka êvarê de, min barana kenê te dipesinand!
Min dastana gavên ku bi lezgînî berbi rojê ve difiriyan, dipesinand!
Ez di nav destên afsaneyê de bi nazdarî diperpitîm,
min ramanên xwe mîna jehrê vedixwarin û ji te têr nedibûm.
Ji wêneyên şehîdan û ji rakêşana serberdayî ya gulberoyê têr nedibûm.
Ji evînbaziya wê bişirîna bêguneh
û ji eger û sedemên xatirxwestinê têr nedibûn,
ji wê têramandina berhest
û ji zorbaziya qijalkên sergerdan ên esmanê Amûdê têr nedibûm,
ji kevokên ku li ser keviyên cubeya te stiranên tozê
û pêlên tirsê û keştiyên oxirê dixwendin
têr nedibûm,
ji şopên xwîna xwe yên ku di sînga serdemê de diteqiyan têr nedibûm,
ez jî wekî te Şêxê Şehîdan, ji asoyên zîvîn ên kêlan
û ji şevbuhêrkên dilsojane yên miriyan têr nabim!
Xweragire Şêxê min!
Bask û perên xwe bi evînê dagire Şêxê min!
Û berbi van bûnewerên ji reşê rizyayî ve, al bi al, sor bi sor,
kevok bi kevok, hêlîn bi hêlîn, ewr bi ewr, dilop bi dilop, were!
Were da em çîroka xwe bi dawî bikin!
Da em çîrokê ji dawî ve ji çîrokbêjan re bibêjin!
Were da em çîrokbêjan ji pêşî ve di nav pencên qederê de bihêlin!
Were da em vê sir û nepeniyê, mîna nexşeya dilê xwe,
li ber lingê reşebageran sêwî nehêlin!
Were çîrokê bi zimanê balindeyan ji balindeyan re birêje!
Were keskê xwe li dîmenê rapêçe û jiyanê ji mirinê re bibêje!

Li wê wira newêrek,
karwanê min ê reşgirêdayî ji ronahiyê diwestiya,
di nav pêçiyên elind û poşmaniyê de,
berbi rewrewkê ve direviya,
dilê min bargeha sersomiya we ye, netirsin!
Dilê min vehesîngeha sergomiya we ye, netirsin!
Dilê min xetîre ye, li ser devê rêça we ye, netirsin!
Li wê wira newêrek,
karwanê te jî di deryaçeyên giryanê de digevizî.
Di keskê te yê şewitî de, wekî bajarên xewna te,
Geh haş dibû û geh jî diderizî,






Berdewam dike ....


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE