rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Kurd û kurdî
Şengül Oğur


Du têgehên ku hevûdu temam dikin; kurd û kurdî ne, kurd nikare bêyî kurdî kurdîtiya xwe bijî û ne jî kurdî dikare bêyî kurd jiyan û hebûna xwe bidomîne. Ev her du têgeh mîna cendek û giyan in; ku giyan tune be cendek mirî ye, ku cendek tune be heyîna giyan bêwate dibe. Ev di termonolojiya siyasetê de rastiyeke.
Tê bêriya min, beriya niha bi salan bû,welat û gelek hebû, civat digirtin û di van civatan de zimanê axivînê bi kurdî bû, di van civatan de kesê ku bi kurdî nikaribû hest û ramanên xwe baş der bike ji civatê dihatin vederkirin. Civatê qerfîtiyê xwe bi van kesan dikirin û
digotin,''êleqê, nizane bi kurdî biaxive...''û ew kes sor dibûn ji şermê, xwîdan di enî û navmilê wan de dibû lehî û hew levzek ji devê wan derdiket. Ew tewanbar bûn êdî, lewma ew ji zimanê bapîr û dapîrên xwe durketibûn û civakê ew kes li gorî rist u rêgezên xwe ciza dikirin. Armanca cizayê, da ku kes tewanbariya xwe fam bikin û li zimanê dapîr û bapîrên xwe xwedî derkevin.
Erê demek wiha bû, demek dirêj derbas bû bi vî rengî. Lê gelek dem û dewran bi ser de derbas jî bûn. Gerdûnê gera xwe gelek caran temam kir û gerdûn guherî!
Li kuçe û kolan, gund û bajarên kurdistanê axivîna bi kurdî, gotina çîrokên kurdî, dengbêjî hate qedexekirin. Kurdistana ku bi hezaran salan derd û kulên xwe, hezkirin û bêrîkirinên xwe, hêvî û daxwazên xwe bi kurdî dilorand, lal bû bi yek carê, ava sor bi çavê wê de rijiya, ji qehra dîn bû bi çola ket kurdistan....!
Navê çem û kaniyên wê, çiya û kendalên wê, gund û bajarên wê guherandin, pêşî. Dû re, navê ajal û rihekê wê, teyr û tilûrên wê, ezman û stêrên wê.....guherandin. Dû re li ser her şana wê dibistanên pişaftinê avakirin, qaşo mamosteyan li warê me zimanê me li me qedexekirin. Ê ku bi zimanê kurdistanê, bi evîna wê, bi zimanê xewn û xeyalên wê peyivîn hatin girtin û kuştin. Kurdên kurdîaxêv bûn paşverû! kurdên tirkîaxêv bûn pêşverû, rewşenbîr, enternasyonal û hwd. Û me ji dê û bavên xwe fedî kir û bêşerm got: ''Hun li paş mane, hun bi tirkî jî nizanin, ji we şerm dikim, xwezî dê û bavên min tirk bûna, ma qey dê çi bibûya...?!''
Wiha destpêkir kareseta me a mezin, bêbexşîn. Û roj bi roj em ji kurdiya xwe, kurdîtiya xwe, ji dîroka xwe, xewn û xeyalên xwe, zaroktiya xwe, ji hezkirinên xwe bi dûrketin. Û me ji evîndara xwe re digot:''senî sevîyorum'' me hestên xwe jî kuştin. Lewma êdî hestên me têra hezkirinên me nedikirin!
Me zimanekî nû, dîrokeke nû, dê û bavên nû ji xwe re peyda kirin. Zimanê me yê zikmakî tirkî bû û em bûbûn tirk.
Kengî me rojnameyek, kovarek da destê kesekî kurd, piştî lê nihêrî û digot:''aay bu kürtçe! ben anlamıyoruum. Ben almıyorumm''
Kengî me digot: ''Heval em bi kurdî biaxivin'' hevalê me, ''yaw heval ma îlkel milliyetçiligin ne anlami var'' bersiv dan û qurte qurt bi gewriya me xistin.
Wê çaxê me famkir ku êdî kurd û kurdî ne mîna cendek û giyên in, kurd dikarin bêyî kurdî jî bijîn û dikarin bibin kurd!
Wê çaxê me fam kir ku; kurdî êdî ne zimanê gelekî ye
Wê çaxê me fam kir ku; mîna serdestên me digotin: ''kürtçe diye bir dil yoktur'' zimanekî wiha nîne!
Wê çaxê me fam kir ku êdî ev ziman bûye zimanê çend pirtûkên di pirtûkxaneyan de û ji bo pîsporên zimanzanan bûye çavkaniyek dirokî'
Wê çaxê xwelî li serê me kurdino!...








 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE