rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

şeveke fikra sosinê
Osman Muhemed



bi şev belê bi şev
sosin diket fikra te sosin
bi qolinc bûn bîranîn bi şev
(ku zeman jî di ser şevê re nediçû?!)
tu bi xwe dizanî, tu tenê yî
pencere dîwar mexfûr
bi te dizanin
ev ne tu yî –tu yê li welatekî
bêsosin


bi şev belê bi şev
tu teniya eşqa şewitî jî di rûyê xwe bidî
spî spî yî
ne ji şewqa tu tiştî
ji neynikên ku sir û seqem kişandine nava xwe
ji bayê ku hîç lale nas nekirine
û daweşandiye bêhnên kevn ji ser laşê te
ji wê pencereya her tim vekirî weke wensekê
-sebreke lal…


li vê odeya biçûk a bêsosin
bi şev belê bi şev
ne heyvê, sosinan bi te veda sosinan


bi şev belê bi şev
û tu bi xwe bûyî sosin li ser xaka miriyekî
ax, sosineke nikaribe bigirî jî!..






 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE