rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 


Gaziya zarokên Kurdistanê
Mihemedê Seyid Husên


Na, na
em cengê, bumbe
û qijokan naxwazin
Naxwazin bavên me
di şer de bêne kuştin
Diya bî
xûşk û birayên sêwî
destên jêkirî
çavên pelqijî
lingên darînî naxwazin

* * *

Me şer û tirorist
Çekên wêrankirinê navên
Me rok û tenahî divê
Evînê dixwazin
Em dixwazin awazên dengê
Karxaneyan xweş bête me
Em ê bi saziyên şarewerî
Bi pirtûkxaneyan perwerde bibin
Bi xwêdana karker
Bi keda cotyar
Bi berhemên salê yên bêrîn
Pir şanaz bin

* * *

Me lîstikên zarokan divên
Dixwazin li bax û gulîstanan bilîzin
Etarî û Robotan dixwazin
Jiyaneke bê xirecir
Buhareke kesk û hemreng
Jiyaneke tendirustî bê êş û derd
Nûjenî û hemdemîyê dixwazin
Aştî, aramî, mehderî û dilovanî
Destegul arezû û mebesta me ye

* * *

Na na
Em felaketên malwêran
Bumbeyên bê ewle naxwazin
Me Beko Ewan jî
di nav xwe de navên
Her xwezîya me ye
Ku kevoka sipî
Sîka aştiyê bikişîne ser me
Û tevê zarokên cîhanê

* * *

Na na
Me berbat
Û birakujî tew navên
Em li bê bextan ewle nabin
Me T.N.T jî hew navê
Şewat û perçê goştê pijyayî
Çavên derketî
Laş û gewdên tar û mar
Me diqutifînin
Em ê xwe bi xakê ve
Bikin dirdirk
Li dengên dilovan
Li çîrokên dapîran
Guhdarî bikin
Wê ji kûr û dûr
Awazên evîndariya şeyda bibihîzin
Di nêv pêlên derya de wenda bibin
Û her na û sedcarî na
Bela gernejîna zarotîyê
Di gerdûnê de ne vemire
Berbû û xêliyên cejna zarokan
Bo zayîneke nû bilîlînin

* * *

Qamişlo 10 – 4 - 2006-












 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE