rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 
Di bîranîna Helebçeyê de polîsên Kurdistanê teqîn li xwepêşandana xwendekaran kir û kurdek kuşt

rojava.net
Îro li bajarê Helebçe hêzên asayişê ên Kurdistanê teqîn li xwepêçandaneke sivîl kir û di encama wê de gelek kes brîndarbûn û yek jî hat kuştin.
Bi mebesta balkişandina ser rewşa xelkên bajarê Helebçe, îro di 18emîn salvegera kîmyabarana wê de xwendekarên kurd xwepêşandanek li dijî siyaseta hikûmeta Kurdistanê li hemberî rewşa xirab a bajêr pêk anîn.

Xwepêşandana ku ji hêla xwendekaran ve hatibû amadekirin û hejmarek ji xelkên bajêr jî tê de beşdar bibû, berê xwe da monomenta ku li destpêka bajêr e. Ji bo ku xwepêşandan belav bibe, hêzên asayişê teqîn li xwepêşnderan kir, gelek kes brîndarbûn û kurdek bi navê Kurde Ehmed hate kuştin.
Ji bilî êrîşa li ser xwepêşandanê hêzên asayişê li rojnamevanên ku xwepêşandan dişopandin xist û alavên wan ên kar, bi tayebtî jî kamîreyên wan ji wan standin. Li gor nûçeyeke ajansa SEWT ELIRAQ, hêzên asayişê li peyamnêrê wê Rehman Xerîb xistiye ta ku hemwelatiyan ew ji nav destê wan derxistiye. Hêzên asayişê her weha rê li ber gelek rojnamevanên dî girt ku karê xwe berdewam bikin. Jêderek ji kenala ZAGROS a televizyonî diyar kir ku kamîreya wan bo dema nîv seatê ji hêla asayişan ve hatibû girtin.

Xwepêşanderan êrîşî monomentê kir, camên wê şikandin û agir berdan avahiya wê.

Xelkên Helebçe xwestin bi xwepêşandanê nerazîbûna xwe li dijî neguhdana hikûmeta Kurdistanê û bicihneanîna sozên avakirina bajêr û xweşkirina rewşa xelkên wê derbibirin. Hemwelatiyên Helebçe dibêjin ku partiyên kurdî êş û azara xelkên bajêr ji xwe re kirine alaveke siyasî bo pêkanîna berjewendiyên xwe. Ew doz dikin ku ev rewş bi dawî bê û dest bi geşkirin û avakirina bajêr bibe.

Hêjayî gotinê ye ku neguhdana partiyên kurdî bo Helebçeyê dibe cihê matmayînê bo hemû kesên ku serdana başûrê Kurdistanê dikin ûbajarê Helebçe dibînin.

Xwendekaran bi xwepêşandana xwe a îro ahenga fermî a bîranîna Helebçe ku gerek bû bi beşdarbûna gelek mêvanên biyanî, di nav wan de serokê şaredariya bajarê Hêroşîma bihata lidar xistin, têk bir.

Kiryara hêzên asayişê ên Kurdistanaê ya îro li dijî xwepêşandana Helebçeyê bû cihê xwemgînî û dilşikestina kurdan. Li şûna ku hikûmeta Kurdistanê pesnê xwe bi avakirina dezgehên dewleteke demoqrat bide, ew niha deyindarê şirovekirina vê bûyerê ye.
 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE