rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

Şevbêrkek li ser mafê Mirovan

 




TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ- DÊRIKA HEMKO roja înê 10-2-2006 şevek taybet bi zimanê erebî li darxist, mijar jî ( danxwendina mafê mirov )bû, semînervan mamoste û parêzer ZERDEŞT MÎRÎ bû, bi berfirehî li ser dîroka mafê mirovan rawestiya û zagonên hatîn danîn jî dan ber hev, her weha giringiya xwendin û danxwendina mafê mirovan wek babetek serke û bingehîn di dibistanên fermî de li cîhanê pêwîst dît , piştî xwendina semînerê Gelek guft û go li ser binpêkirina mafê mirovan li welatê me hate kirin wek girtina xort û keçên kurd, lêdan û zora di zindanan de, qedexekirina rêxistin û partiyan , kuştina serhidêrên kurd di 12 û 13 ê adara 2004an û ... hd
Ji bilî endamên TEVNê birek rewşenbîr û parêzer jî beşdarî şevê bûn. Şeva me cuda û taybet bû çimkî bi zimanê erebî bû, mamoste ZERDEŞT da xuyakirin ko gelek gotinên zagonî û mafî hene bi kurdî wata wan nizane lewra bi erebî bêhtir dikare bîne zimên, lê Pirs û dan û standin û zelalkirin û şirove tev bi kurdî bûn.
ji bo ko em sala 2006an bikin sala zimanê Kurdî TEVNA ÇAND Û HUNER li bajarê DÊRIKA HEMKO niha dest bi hînkirina du guropan dike yek keç û yek xort û tevgera ji bo heskirina hînkirina zimanê dayîkê Di nav gel de jî dike, em bi hêvî ne ko grûpên fêrkirina zimanê kurdî hîn pirtir bibin, her weha em bangdikin çi kesê bi zimanê kurdî baş dizane ko zanîna xwe bide zarok û xortên welatê xwe û wan hînî ziman û çanda me ya netewî bike.

TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ - DÊRIKA HEMKO













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE