rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

DE LORÎ

 



Mürüvet.Y.Cacim

De were tariya dilê min
Ramana min ya koçber
weke êşekê bikeve nav bedena min
ji bedena min biqetîne vî rihê kole
Li benda te me ez
bibe xumam û hêsir
di kortikên çavên min de
û bibare dilop bi dilop
paqij bike demên çuyîn ên bi qilêr
ji min re dîrokeke nû bineqişîne
De lorî
De were tenêbûna min
xwe berde şibaka dilê min de
û bi tenêbûna xwe ve were
tu di ramana min de yî
ramana min bi te ve ye
bêkesiya te qeyd û zincîr in
di dilê min de
dilê min tenêbûna te dihêre
De lorî bihêre lorî

De were evîna bê evîndar
bê deng bibihîse hawara dilê min
wek beybûnê vebe li rûyê min
û ez di menzîla evînê de me
Hey wax tenêbûn tenê hatiye
Li benda bihareke din be
axx dilê min lorî de lorî












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE