| |
Agahdarî
Bi boneya mihrecana helbesta kurdî
Pîr RUSTEM
Weke em dizanin ku, her sal di 22 ê çiriya pêşîn
de; di roja koçkirina helbestvanê Kurd ê gewre (Cigerxîn)
de, mihrecana helbesta kurdî li dar dikeve, lê
mixabin di evan du salên dawî de ev çalakî û
xebat hatiye rawestandin û da ku, ev kar û xebat
bi carekê ji dest me neçe, me; komîta birêvebir
ya mihrecanê (ya berê) xwest ku, em careke din
bi stubariya xwe rabin û îsal mihrecana xwe li
dar bixin û wê têxin destên komîteke nuh, da ku,
ew bi rengekî baştir bi rêve bibe.
Lew re em bi hêvîne ku, hemû rewşenbîr û nemaze
helbestvanên me xwe ji evê çalakiyê re amede
bikin û helbestên xwe ji me re li ser evan herdu
e-mailên ku bi evê agahdariyê girêdayîne bişînin,
yan jî bi dest bidin endamekî ji yên komîta
rêvebir ku ji evan rêzdaran pêk tê; (Baran
Baravî, Simko, Keleş, Diya Ciwan, Nafe Bîro,
Helîm Bozêd, Elî Kobanî û Pîr Rustem) û emê
endam û dostê koçkirî; Ferhadê Çelebî jî ji bîr
nekin.
Ma ku em bêjin: em bi hêvîne ku qet kes ji
mihrecanê neyê bi dûrxistin ji bo nerîn û
dîtinên xwe yên siyasî û careke din em hêvîne ku,
ew helbetsên we ji berî roja mihrecanê û bi
kêmayî bi bîst rojan bighên destên me, da ku, ew
ji aliyê komîtê ve bêne xwendin. Û xwesteka me
ya dawî jî û ji hemû nivîskar û çalakvan û
tevgera Kurd ya siyasî ewe ku, ew piştgiriya evê
çalakiya wêjeyî li evê perçeya ji xaka welêt;
başûrî-rojavayî Kurdistanê bikin.
Têbînî: hûn dikarin helbestên xwe li ser evan
herdu e-mailan bi rêkin
pirustem@scs-net.org
simko1@maktoob.com
|
|