| |
Jimare (
6 )an ji govara ( Hevind ) derket!!!!!
Dr.Zara Brahim
Govara Hevind ya flokilorî û rewşenbîrî ji sala
2004an bi zimanê kurdî
dertê. Serpiriştê govarê xwediyê pertûka (
Rênivîsa peyva kurdî) ye, bi
rêbazeke zanistî rêziman û rênivîsa zimanê kurdî
dide ber lêkolînê. Cara
yekemên e ku bi vî rengê zanistî û zimanevanî,
lêkolîn li ser
gelek kêşe û giriftwriyên zimanê kurdî peyde
dibe.
Govara Hevind, di naveroka xwe de hemereng e.
Babetên rêzimanî, kelepur,
dîrok, rexne, helbest, çîrok û pir gotarên din
jî tê de peyde dibin. Gelek
nivîskarên hundir û derveyî welat tê de
dinivîsin:
Berzo Mehmûd ( serpirişt e ), mamoste Xalis
Misewer yê ku bi xurtî diwarê
mîtologî û dîroka kurdî de lêkolînê dike,
Zinar Mistefa xwediyê ziman û çîrokên gelerî ji
kelepurê kurdî bi wî zarê
kurmancî yê dolemend û şêrîn, Dr.W.Hacî di beşê
pijîşkî de, Dr.Memo Ebdê,
Dr.Zara Brahîm, Mihemed Mele Ehmed, E.Emîn,
Mehmûd Sebrî, Leyla Omer,
Melevan, Avan Yûsiv, Remedan E.Can, Keça kurd û
hin nivîskarên din yên dilê
wan li ser zimanê kurdî dişewite.
Niha dinav destê xwendevanên kurd de bi
naverokek dolemend û 52 rûpelan jimara şeşan
peyde dibe.
|
|