rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

6
15Ê GULANÊ

Tu ji boyî çi şîniyên min ên serberdayî
bi bendewariya çavên xwe av didî Şêxê Şehîdan?
Tu ji boyî çi welatê min ê ji reşgirêdanê hêjayî tavên hawara xwe nabînî
Şêxê Şehîdan?

Tu ji boyî çi lixwemikurhatina derengîşevê,
bişkojên dudiliya berbangê, navê min
û gulava xwe hêjayî silava destê xwe nabînî Şêxê Şehîdan?

Min berê xwe dida goşeya xewnperest a sotana giyanê te,
min xwe ji kavilên tarawgehê vediweşand
û radestî çelengiya çemên porê te dibûm.
Min rêçên xwe vedimiştin daku pêrgî sirûda te ya sermest bibim
û xedengên oxira te di deryaçeya henasa xwe de werbigirim.
Dihatim
û karwanê bîranînan di laqirdiya xwe de berbi hevrazê nemanê ve diçû..
Dihatim
û dest bi dest li beramberî herişandina te radiwetiyam..
Dihatim
û min tavên dengvedana te,
gurzên şîn û şadiya te, berbi wateya xwelîrengî ya gotinanan ve vedihinartin.

Dihatim
û qehweya te dihingivî rasteqîniya kula min.
Dihatim
û pinpinîka helbesta te li derdora ronahiya kila min dilerizî!
Dihatim
û wek dermandeyekî di germahiya navê te de dihêwirîm!
Dihatim
û payîzên sihirbaz pelên dara min
dilorandin.
Dihatim
û di nav germahiya cubeyê te de
wek çûkekî berder ji surdariyê
ditevizîm.






Berdewam dike ....


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11
21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE