rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

Dîmenin ji bîranînê

 



          Silêman azer


1
çend,
  lêvên,
     evîndar.
memikên evînê,
      ajotin.
û tê de,
windaçûn.

2
Ne xem e,
  erê,
   ne xem e.
ko,
tu,
  rût bî,
  gunehkar bî,
  mîna,
helbestekê.

3
Di tarîşevan de.
  xewin,
   li pêsîran,
  digerin.
tek,
  evîn,
         şeveder,
          dimîne...!!!

4
ko,
dilê,
    helbestvane,
     weke çavên te bin.
evîn,
   tu,
    hêlîna,
       avanake.
5
Di van,
bakuran de.
roj,
bi hatinên xwe re,
deryayin sor,
  şiyar dike.

6
Pilêtek,
ji demê kirî.
ramîsanek jê re derket.
evîngehek vekir.
û bûbû,
ramîsanfiroş...

7
Hêviyekê,
  keriyê xewnan,
      rakir,
şevînê.
ne dem,
çêrandin.
û
ne li şûnwara,
     Vegerandin.

8
Şev,
ji min xeyidî,
         û çû.
roj,
Ji min xeyidî,
      û çû.
dem,
ji min xeydîn,
      û çûn.
ez,
   û mirin,
     mane dost,
             û çûm.

9
Çivîkekî,
ji şaxên darekê,
          barkir.
Sibehê,
gulşenekê,
xwe bi benê sêdaran ve,
      daleqand.

10
Sirûdek,
    ezberkir.
û
sînga wî bû bû,
çiyayek ji hêviyan.
ne çiya,
      bilind dibû.
û ne sirûd,
hate xwendin.


11
Pêlek,
ji devdawa,
      deryayekê de ket.
pêl bû rondikek,
û derya jî,
ma çav.


12
Du,
pencere.
hemberî hev.
westane.
di bendewariya,
vebûna dergehekî de.
du pencere,
camên xwe di pûtexana,
bendewariyê de,
yek,...
  bi yek...
     serjêkirin.
û
li bendeyî,
  wê bendewariyê ne,
     du,
          pencere.
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE