rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

"Dola Xwetêkçûnê.. Siwarê Bayê Sor e
ji Bergeya Şer Rexda ye"

 


Mihemedê seyid Husên


-1-
Erê dilo jaro, me bîra mirina xwe dibir, tew me bîra vê yekê nedibir, ku ji nişka ve, ew gernejîna geşbîn vemire û kaniyên Qamişlo, bi xwînê derbibin, zeryên tîtal kezyên xwe kurbikin, loma giring e ku awir ji nû ve şîrovebibin, jimartina stêrkan, di asoyên dûr de, xewê ji çavan direvînin û her evîn qiyametê radike, ter û ziwa di şewitîne birako.

-2-
Tê bîra te li gundekî berxetî, li ser wê xwerista kurîşkî, rêsiyên nefelê û endeko, newaziyên dilbijok, misteke mawera gula, bi ser me de xunav dibû, pêxêla ziwa, kamax û sînga şiyar, tibare û paleya xirecirê, di girêzêde di gevizîn, serdem ji bîrdibûn, demsal tev de dibûn buhar, min jî xaçepirsa, pênûsê bi şîrvedikir û ji nû ve, bi tîpên qerfê şildikir.

-3-
Birîndar im tîna min, ji pêsîrê naşkê, di kefenê revendiyê de hatime pêçan, dilê min ditewire ku tembayekî hêç dipêle, givalekî ewran li pêş, bi baranê avis e û hêsreke tewş, li ser mijankê matmaye.

-4-
Kelecana hedanê, hêlecana mirinê, kulmoza pirsê , di eniya halanê de diteqînim, parsiwê wê bersiva şermok, mergê nemanê, tev li wê derbesta evar, diqirçînim, dîroka vegerê ji tozê dadiweşînim, hinga dê roka xawer, xwe di kefenê poşmaniyê de rapêçe.

-5-
Hêvîyar im li te digerim, di derbendên daristanê de, di dilê ramanên rêl de, bi dev û diranan, bi çarlepkê, bi zikişkê dilekijim, dixwazim termê qûnaxê ji cîh biguherim, li ser wî lingê gav li pêş, pê li dû pê bilivim, da qena jana dîrokê, ji qolana ser teziyê xwe derxînim.

-6-
Şev di bin kirasê taristanê de, finasên genî, ziyan, kirêtê û sixtebaziyan vedişêre, keser li ser rûpelê dîrokê xilmaş e, rêveçûna Mijdar dibin maka evînê de zîldaye, bi zikişkê xwe berve goristanên, beynebaneyên mişextiyê de, dikişînin û rebeno koçberekî biyanî ye.

-7-
Keko teqez tê bîra te, nemaze dema ku hindek, pêrgî me dihatin û pozên xwe li min û te bilind dikirn, hingê ji dil em bi wan dikeniyan û me bi hevrejî digot: xebînetê ji kêmzanîn e, çi ku kurtebîn in, ji paşkokên xwe, yên maqûlitiyê dûr nebûne.
Erê bavo...gelekî li jor dinerin, çavên xwe ji yên weke min diguherin, Midikê Têlo ye, wê kewa di birînên min re bifirîne, lê ku di wê firtona xwîndar de, kurd bi yek dengî, kire qîr û hewar û cîhan bi giştî, pê re bû hevkar, mixabin hinga newêrekî, li hindekan mikurhat, ceger di dilê wan de lûsiya, hengêva pîlanê ew ji kokê de hejandin, her çar semt nema nasdikirin, giyanê ne ewlebûnê, ew tavilî kirin, li darkolkên xwepoşmaniyê, ji nû ve dilikumîn, serê pênûsên xwe di kurkusandin, tovê pirsê li wê hindamê diçandin û bersivê jî nema qîma xwe bi wê bêdengiya cankuj, dexsokiya bêceger anî û hêjî li ber dîwaran nermika guhên xwe difirkandin û xwe ji qanê jî naxînin, çi ku çavnebariyê hîna jî, di giyanê wan de mîna bafûnê sinciriye.

-8-
Ew xatirxwestina sêwî, salyadiyên bê veger, ji navan pêçanokên dîrokê vedipexêrim, ji dola Sopar, Mîtan, Hewrî û Madî, ji çîroka şikeft, ziving, lat û çiyarêzan, di gel sirûda jiyanê ya zindar de, di boxaz û geliyên welêt de, di wê hêlana liba de, hatime lorandin.
Lawê agirê Newrozê me, ji kêferata volqanê afirîme, serpizkên tîrêja rokê me , çinarokên dara hinarê geşdikim, toza kevnar ji ser tixûbên wenda hiltînim, poz çilakî, xwe bi rex gerdenazadiyê de dikişînim.

-9-
Şîret, temênî, qewêtî, ji bîr neke mişexto, naznav û pesporên zir û sixte, li ber sînoran berbaneke, tew jî tu xwe kedî metirsînê neke, sêwî, bêkes û şevder nemîne mîna hozana qûnaxê li xwe rapêçe û wê buhara kezîkur ya Qamişloka birîndar, li ser lehiya xwînê, di pêşwaziya te de, dişewite û maqûl, rûdar û xemyar, zû bi hewara te de nehatin.

-10-
Vê libendemanê ew keftekirine, , ji aş û bajar diaxivin, li ber sîka gêrikê zirzopan radikin, asîmana berevajî dibînin, qadê bi takî xav dadiliqînin, semtan li hev digerînin, di firehiyê de siwarê bayê sor in, di eniya şer de, xwe di nava tozê de vedişêrin, kîn û çavtengiyê, bînahiya wan kirêkiriye, di xwetêkçûnê de hevtan e, yadiyên dûrbîn, bi banê çîrokê ve helawêstîne, mîrateya bizdonekiyê cotrû ye, mîna derewa nav livînê ye, di rûpelê revê de ziwabûye.
Dixwazim devê çîrokê bigirim, di kavişkaya paşdemê de, konekî reş vegirim, quretiyên kesanebihîstî, bê hawe li ser giyanê şehîdan bikim, xweş dizanin ku hêjî nemirî me, ez ê destpêkê vegerînim ku çendî kurdûndeyê dola nifirê bim ku çendî noşdarê peyala zergeşê bim ku çendî pêlên çelqiyayî, li ser pişta kirêtê bim, di pêxêla dîrokê de, lehî, tofan, toş û şapaz bim, di tîna wê himêza banok de, hogirîna çav kaniya zêmdar bim, lê hîç ji avgîrên qitinî venaxum.

-11-
Welat li min bûye wêran, perşkestî bûye kavil û goristran, jena tekoşînê di xaka wî de nependî ye, xwîna zimanvebûnê, di birînên avdizî de tewiriye, naznavên we di dilê helbestê de hanê didin, mandîneya çîrokê şevnivistî ye, pêşbîniyên wê girikî ye, dê bawer im siberoj, bi felaketên hîn kambaxtir avis in, ew kabûsên xewrevîn, xirşhêvî û xwezaneyên bêhode, birayetî, aştîxwazî, mafê mirovan û demokratî, tinazokên qeşmera dibînin, loma şopa çarkeziyê, di toşê de wendakirine.

-12-
Li ber bînahiya çavên te, min tevna hêviyan dirist, sîberên nexşa veçirî didirût, li ser duriyanê xwe diveparimand, xwe ji toza birakujiyê dadiwişand, wa ye û ne wa ye, tevlî merbendên koletiyê divirvirand, hênijê, ponijî, xilmaş e, xemsar e, li hemberî bêrîkirina te dipekand, da qena ji sêpla qederê dûrbim, çavdêrî givalekî ewra me, ta ku bi ser gunehên min de bibare, geş vegerîne kulîlkên avdarê, xela û ziwayî, poşman xwe bavêjin bextê êvarê, careke din deng vede civanê evîndaran li ber sîka darê.

-13-
Li bendemana bêrîkirinê, dola axînê bi navdikî, ger dixwazî herî şer, simê hespê xwe nalbike, zeviyên kaleşûv kirêb bike, ta ku tu karibî qewarê berbatê, li bejna xwe biçûk bikî, wê riswaya rûreş, zindî binaxbikî, dîdar û çavkaniyan, li ziyankaran pir bikî, hîç rast teqînê di mista xwe de xilmaş nehêle, nemîne hêlîna li rastê û termên hevalan jî, li ber lingên qederê ji bîr neke, ne jî xewrevîna destê paşîvanbe, li ber peravên pirsê, baş xwe bide nasîn û bersivê jî di nava wê kevza destine de veneşêre, pêşbêniyên berguman, ji nava lêmiştê vepexêre, gazindên lêborînxweztinê, pêhatiyên brîndar, reşbîniya oxira bê qidoş, di ser gerdana meyfiroşan de, bavêje paş guhên xwe û tenha çiq li asoyên stêrkan venêre.

«Qamişlo» * 13-11-2006*
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE