rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

Bîranok

 


Cankurd

Dema stêrk li ezmanan dirijin…!
(1)
Dayikê her digotê:
"Xulî bi serê te, tu têr nabî."
Bavê digotê:
"Xulî bi serê te, tu hişyar nabî."
Hostayê wî digotê:
"Xulî bi serê te, tu fêr nabî."
Xasiyê digotê:
"Xulî bi serê te, tu ji dota min re nabî."
….û yara kemberzêrîn digotê:
"Xulî bi serê te, tu ji sîng û berê min têr nabî?."

Hat bîrê, ku dapîrakê her digotê:
"Gava pênc kes bo te bibêjin:
Kumê te ne li seriyê te ye."
Destê xwe carekê bavêje tepelka seriyê xwe."

Di ber xwe da keniya
…û bi dizîka dest avêt rûyê xwe
Ji nişka ve xulî jê bariya, tev hilweşiya…
* * *
(2)
Seleceyek hildabû ser milê xwe
Di nêv bajêr re
Mal bi mal
Gav bi gav
Ber bi rojava ve diçû..
Kê jê dipirsî:
"Kuve diçî, mamhoste?."
Her bersivek dida:"Goristanê."
Nasêd wî berken dibûn…
"Malwêrano! Tu dîsa tewzan bi mirinê dikî?
Ma tu ji şanowa tewzekariyê têr nebû?..."
Rûyê wî her tirştir dibû
Bêtir diqermeçî
Lêvêd wî zuwa dibûn…
û bi çavin, ku hîvî têde nemane,
li ezmanê sayî temaşa dikir…
û seriyê xwe di ber xwe de dihejand.
Wê şevê di ser bajêr re
Di ser robar û çiyan re
Di ser şanogeha vala re..
Ber bi rojava ve
Stêrkek rijiya….
* * *
(3)
Di şanoyê de
Gelek caran sira Qeyser dibir
Wek pehlewanekî her dilîst
Lê gava dibû êvar
Bi tenê nediwêrî biçe mal…
* * *
(4)
"-Tu ji min bawer bikî, ez têgihîştime hemî tiştan
Tenê ez tênagihim, ev têlêgraf çawa diçe…!"
"- Baş e, eger ew tenê maye,
Tu mirovekî pir û pir zanayî…"
* * *
(5)
Mele:
"-Gava ker bikeve
Ji xudanê kerê bi hêztir kesek tune…"
Tiliyek bilind bû:
"-Seyda, lê gava xudanê kerê bi xwe bikeve."
Bersiv:
"-Ma kerê wek te hejar, dikare çi bike."
* **
(6)
Şehzadeyê Botan û Hekar û Behdînan gotê:
"- Tu helbestek baş bo pesna min lêbikî,
Ezê tayê giraniya te zêr bidim."
Sê roj û sê şevan xwarin bi ser hev de xwar…
Vehes nekir…
Dawiyê nema dizanî tew helbest çiye
Cîhan li ber çavan bû xewanek mezin…
* * *
(7)
Pêriyekî bi destê mêvanê xwe yê zevînî girt
Di heft qat ezmên re gerand
Li ber dergahê behiştekê
Kirîfekî bi dehol, gopal di dest de
Bêliv û bêşiv rawestiya bû…
"-Kirîfo, ev çi rewş e, karê te çiye, tu çima li deholê nadî?"
"- Gava mirovek li ser rûyê zevînê rojekê bê şaşî teva bike,
…ezê gopalekî li deholê bidim,
…û heft qatên ezmanan pê haydar bikim."
"- Ta niha te çend gopal lêdane?"
"- Eger ez vê carê û carek dî lêbidim, wê bibin du car."


03.03.2006
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE