rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

12 adarê 2006 konfiransek derbarê pirsa kurdî li Sûriyê di kongrêsa emerîkî de

 


Kamîran Haco: Pêşewaziya şandeke kurdên Sûriyê ji hêla wezareta derve a USA nîşana giringiya pirsa kurdî ye


Endamê şanda kurdî a ku çûbû serdana Emerîkayê Kamîran Haco ji rojava.net re axifî û diyar kir ku ew li ser „vexwendina wezareta derve ya emerîkî çûbûn serdana USA” Vexwendin bi xwe jî di rêya ” komîteya amadekar ya Kongirê Dêmokrat ê Kurdên Sûriyê li Emerîkaya Bakur” giha şanda kurdî. Haco diyar kir ku komîte xwedî ”roleke giring bû di vî warî de”.
Şanda ku ji Kamîran Haco, Dr. Seedeldîn Mele û Xelîl Kerro pêk hatibû, li gor agehdariyên K. Haco bi ” berpirsiyara beşê Sûryayê di wezareta derve a Emerîkayê, bi amadebûna nûnerekî bîroya dêmokratiyê û mafê mirovan di wezaretê de” civiyabû. Haco di axaftina xwe de bi rojava.net re diyar kir ku ewan piştî vê civînê rûniştinek li gel ”kongresmanekî ji dêmokratan û sînatorekî ji cimhûriyan re pêk anî û bi wan re li ser pirsa kurdî axifîn”.

USA: Divê kurd hevkariyê li gel hevrikiya sûrî bikin û pirsa kurdî di çarçeweya sînorên Sûriyê de çareser bikin

Li ser pirsa wateya vê çûnê, Haco got ku ” Pêşwaziya şandeke kurdan ji hêla wezareta derve a Emerîkayê helwesta USA li himber pirsa kurdî li Sûryayê diyar dike û nîşan dide ku ew giringiyeke taybet dide pirsa me”. Haco eşkere kir ku emerîkiyan ”li ser rewşa kurdan pirs dikirin û wan da xuyakirin ku pêwîst e kurd li gel dijberên (muxalefet) siyasî li Sûryayê hevkariyê bikin û çarenûsa xwe di çarçova sînorên Sûryayê de bibînin. Pêwîst e ku kurd bi zanebûn xwestinên xwe yên siyasî bînin holê”. Emerîkiyan herweha li ser giringiya ”yekîtiya hêzên kurdî” li Sûryayê têbîniyên xwe eşkere kirin.

Şanda kurdî: Em bi aştiyane kar dikin û çareseriyekê di çarçeweya sînorên Sûriyê de dixwazin

Endamên şandê ji hêla xwe ve ”diyarkirin ku tevgera siyasî ya gelê Kurd li Sûryayê bi mêtodên aşîtiyane bawer e û li wê gorê jî tev digere. Pirsa kurdî pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe dijî û çarê di nava sînorên Sûryayê de dibîne û kurd amade ne bi hemî hêzên muxaleftê re hevkariyê bikin bi şertê ku ev hêzên rikberiya Sûryayê bi dêmokratiyê bawer bin”. Haco berdeam kir û got ku şanda kurdî ji emerîkiyan re eşkere kiriye ku kurd ”helwesta hêzên rikberiya Sûryayê derbarê çareseriya pirsa kurdî de wekû pîvan dibînin di warê hevkariya kurdan bi wan re ”.

12 adarê 2006 konfiransek derbarê pirsa kurdî li Sûriyê di kongrêsa emerîkî de

Di dawiya axaftina xwe ji rojava.net re Haco diyar kir ku bo encamên baş bêne bi dest xistin giring e” têkilî berdewam bibin”, ji ber wilo jî dê di ” 12 adarê de konfiransek derbarê pirsa kurdî li Sûryayê li kongrêsê emerîkî bê lidar xistin” Ev konfirans bi xwe jî ji hêla komîta amadekar ya Kongirê Dêmokrat ê Kurdên Sûrya li Emerîkaya Bakur.

Kamîran Haco gotina xwe bi dupatkirina”giringiya lihevkirina hêzên siyasî yên kurdî” bi dawî anî.
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE