|
Destanên rev û xwekujiyan
Hêmin Kurdaxî
Ji Nezîr Palo,
û...
Destanên şewatên wî re...
Wa... wa li wir,
bilindahiya xwekujiya ezmanan,
Xwe li stewiriya nizmahiya revê ristiye...
Xwe daye ber fênek û bêhna ku bi payîzan avis
Bi ser çirtikên hestên min ên bi hêviyan xilmaş
de xwe berda ye
Çend Rûyine çolistanî...
Velûkirine ser wê tacê, ya ku, ji dara Sicikê.
Va... va li vir,
ji dengvedana qêrînên revên min,
Welatekî ji baskan hatiye zayîn
Di xwîna min de… alafa şewata rengên
Weke... bîrîkirinê...
Weke... xwekujtinê
Weke Ronahî û germahiya di vê Camê de
şahiya rojê vêxistiye.
Ev şûn-rêça , ne ya çûna te ye
Ev bêhna ku, ji nav kerba şevan tê, ne bêhna te
ye
Ji dema ku Roj li min baniya,
ez nema li pêsîran geriyam
min zanî ku, ez ji bermahiya şewatan im
şewatên yekê ne yên mirinê ne
û yên din jî bi min nikar in
ma ezê bi dilhênikiyê çi bikim!
Perçe.. perçe ji van daristanên bidarvekirî
Bi bedena van çiyan ve
Ta... bi ta ji merxên bi rûyên van Peseran ve
Dilop... dilop, ji van kanî û rûbaran
Pêl bi pêl ji bayê van aliyan
Ji van Demsalên rev û koçberiyê...
Salên vê Axê; a.....x, ji vê axê....
Welatên vê bêhnê , a.....x, ji vê bêhnê...
Tev dibêjin:
Em ne xwîna jibîrkirinê ne
Em destanek nayêne kuştin.
Binêrin... li ser van lêvan
Çendî;
peyv miçiqî...
çîçek çelmisî... û
ramûsan.... ziwa mane
Binêrin... li ser van lêvan
Çendî;
gulistan liser baskên çivîkan e!.
Ma kîjan asîmana dê kanibe
Barê destanên van rev û xwekujiyan hilgire?
kîjan asîman ji asta xewnên van siwarên revok û
şkestinan bilindtir e?
her sibehê, li ber pencereya min,
Ewrên sîng çiryayî
û Xewnên kevirên herikî,
gulistanan tevlî staran dikin, û
tayê dirûna asîmanên revê ji ber hev dixin
û li dû hev...
destanan.... revan.... û xwekujiyan dibarînin.
12.11. 06
|