Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

UNICEF: Bila zarokên kurd bi kurdî perwerde bibin

Internationales Zentrum für Menschenrechte der Kurden
Navenda Mafên Mirovatî ya Navnetewî ji bo Kurdan
International Center for Human Rights of the Kurds
Centre International pour les Droits de L’homme des Kurdes



Di roja 13.06.2006 an de 32 rêkxirawên kurd li Ewrûpa, nav ewana da IMK jî heye, nameyek ji serokhukumet û wezîrên derva yên dewletên endamên Yekîtîya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa, Parlamena Ewrûpa û saziyên Neteweyên Yekbûyî re (UNICEF û UNESCO) şandin. Bi wê name sazîyên Kurd li ew dewlet û sazîyên navnetewî xwestin ku piştgirî bidin perwerdeya bi zimanê kurdî li Tirkîyê.
Li ser wê yekê UNICEF reaksîyon nişan da û daxûyanî ya jêr belav kir.


UNICEF: Bila zarokên kurd bi kurdî perwerde bibin

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bang li hikûmeta tirk kir û xwest ku perwerdehiya bi kurdî bide zarokên kurd.
Dîrektorê cîgir ê UNICEF’ê Gul Gautam daxuyaniyek da, got ku pergala pir zimanî
ya perwerdehiyê astan bilind dike û li Tirkiyeyê jî zarokên kurdan divê bi kurdî
perwerdehiyê bibînin.
Gautam ragihand ku li cihên pir zimanî yên wekî Bolivya û Hindistanê zarok ji ber
ku bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin, wan pêşketineke baş bi dest xistiye û bang li Tirkiyeyê jî kir ku kurdî bigire nav pergala perwerdehiyê. Gautam wiha got: “Herî hindik divê Tirkiye perwerdehiya di zimanê zikmakî re biceribîne ji ber ku li dinyayê mînakên wê hene û jê encameke baş bi dest xistine.”
Cîgir Gauntam diyar kir ku divê perwerdehiya bi kurdî wekî mijareke polîtîk-siyasî
neyê dîtin û got: “Mijara perwerdehiya bi kurdî divê bi baldarî lê bê mêzekirin; ev
mijareke akademîk e.”
Her wiha Gautam butçeya perwerdehiya ya Tirkiyeyê ku sedî 4 e jî rexne kir bibîr
xist ku li welatên Ewropayê ev yek sedî 5.5 e.
Tirkiye ku di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de ye, hê jî di warê
perwerdehiya bi zimanê zikmakî de gav neavêtiye. Sala 2002’yan de xwendekarên kurd li zanîngehê ji bo perwerdehiya bi kurdî daxwazname dan, lê gelek ji wan bi dozan re rû bi rû man û ji dibistanê hatin avêtin UNICEF û UNESCO’yê di sala 2002’yan de lêkolîneke kir û dît ku di welatên pir zimanî de, zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê dibînin, ji aliyê fêmkirin
û jîrbûnê ve zûtir û baştir têdigihijin.

(Reuters, 9 July 2006)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE