Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

Lîloz Ebdilxenî
Dr. Nûrdedîn Zaza çiyayek ji çiyayên Kurdistanê yê


Ava çemê Muradê ji dilopên hêstiran diherike
Hêstirên dayikan, xakek ziwa avdide
Dar û devî li ber şîn tên
Jiyanek nû tê der
Axîn ji kovanan kat didin
Riwên evîndaran bi wan dixemilin
Weke kulîlkên biharê
Bihara Me'edenê ahîna Dr. Nûredîn Zaza
Birîna Kurdistanê

Gelek mirov bi zanebûn yan bi mêrxasî yan bi comerdî, an jî bi hersiyan têne naskirin, tevî ku tu nîşanên comerdî û mêrxasî di wan de peydanabin.
Ev jî divegere li ser çîrokên derew, pênûsên parîxwaran ewên ku ji dêvla roniyê, reşiyê tînin. Wilo jî gelek caran dîrok nerast tê nivîsandin. Weke ku gelek caran tişt diçirisin lê ne zêr in.
Ev sedemeke bingihîn e ku kesên wisa dimrin zû têne jibîrkirin an jî bi ne başî tên bi bîranîn. Ev encameke normal e ji dawiya wan re.
Lê tiştê ne normal ( bi tu awan) û şerma herî mezin ku dihêle mirov matmayî bimîne, çawa yekî weke seydayê hêja mirovê mezin, mamosteye me, damezrenêrê tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê (Dr. N. Zaza) were jibîrkirin ?!!

Gelo kî vê berpirsiyariyê hildigre? Heger ewên pişt wî re hatin û ta niha pêşkêşiya tevgerê kirin û dikin, sedem bin? Ma çawa rewşenbîrên kurd, nemaze nivîskaran, ev gunehê mezin daqurpandin û di ber wan de çû xwar?!.
Gelo ma Dr. Zaza jibîr bû ji ber şek û pekên ku li tevgerê ketin? Yan jî qest tê xwestin ku bête jibîr kirin?
Gelo ma Dr. Zaza ne ew kesê lê hêja dîtin? Ev pirsa ha gelek pirsên dîtir pêşkêş û darî çav dike. Ev jî hin ji wan pirsan in:
Ma çi malbat ji malbata Dr. Nûredîn di warê welat preweriyê de kevintir heye? Em nabêjin weke wî, lê kî ji wî bêhtir belengazî û hejarî ji bo welatê xwe dîtiye? Wilo jî zindan û sergûn kirin? Yan dev ji xweşî û malê dunyayê berdaye? Yan jî jê dûrbîntir û şehrezatir hebû? Û çi belge ji belgeya wî bilindtir hebû? Herweha kî weke wî li ber dadgehan karîbû pirsa gelê xwe yê kurd pêşkêş bike da bi wî rengî were jibîrkirin?!
Kurd dibêjin:" yê ku qedrê bavê xwe negire û wî bavêje, rojekê wê wilo were sere wî jî". Tevî ku ez di wê baweriyê de me, ku kes nikare bihêle ku Dr. N. Zaza were jibîrkirin, çawa ku kes nikare çiyayekî ji çiyayên welatê wî bi paçik û qepalan veşêre . Paşiyê jî, heke hêvî bi mirovan re nema be, bi saloxdana peqpeqonkên barana nîsanê mabe, dê çîroka her bûyerekê bi darve bibe û rastî were xuyakirin. Hingî wê bêjin û bala xebatkarê mezin Dr. N Zaza û rehmetiyê ( Osman Sebrî ) bêhtir û bêhtir xuya bibe û rastiya jibîrkirin û dûrkirina wan ji meydanê bi awayên xwaro –maro û bê çawa ji hingî ve tevgera me bertavêje û di valayiyekê de dizîvire. Dîsa jî weke ku kurdan gotiye: " Şûna şêra, roviya kire gêre".

Ez dikarim bi serbestî bibêjim ku Dr Nûrdîn Zaza mirovekî gelek mezin bû û dê mezin bimîne, weke dareke (gûzî kevnar e) ; ku rehên xwe di erdê de kûr û fereh berdane û nema êdî li hêviya barana taveke bi xêr e yan rewa çemekî ku bi deman diherike da şîn û geş bimîne.
Lê belê tiştê giring ku dihêle mirov li ser vê babetê bisekine ev e: Tevgera ku xebatkarên xwe jibîr bike, canê têkoşînê di zarwên xwe de dikuje û tozê bi dîroka xwe de dike. Lewra jî dibêjin:" Ha ji wî miletî hebin yê ku mirîyên xwe jibîr nakin."
Dîsa weke doz û pêşniyarekê ji hemû kesên welatparêz û dilsoz re di partiyan û derveyî wan de. Jiber ku dem bi temamî nebûrtiye û qene ku wefadarbin gereke her sal komcivîn li ser rol û jiyana Dr.Nûredîn çêbibin. Her cihek li gor rewşa xwe .
Gerek nivîsandinên wî werin çapkirin û belavkirin nemaze pirtûka wî, ya bi zimanê firansî hatiye danîn ( bi navê – "Jiyana min a kurdî"). Ji ber ku di pirtûkê de, behsa demeke giring ji dîroka kurdan hatiye kirin. Kovar û belavokên kurdan bîranîna wî bi gotar, babet û çîrok û helbestan pêşkêşbikin.
Dr. Nûredîn Zaza li biyaniyê bi kovana dîtina çiya, gir, çem û gul û kulîlkên welatê xwe serî danî. Bi rastî tiştê ku hişt ez van xêzên jorîn binivîsim nivîsandineke Dr. Nûredîn bi navê "Derketî " bû ku kete destîn min de. Û ev xêzên han tenê weke pêşgotinekê, min jê re dîtin.
Di baweriya min de ta ku mirov Dr. Zaza nasbike ne tenê weke rewşenbîrekî hêja û siyasiyekî mezin lê belê weke mirovekî dilovan (dil zîz û birîndar bi evîna welatê xwe), hêjaye ku em li ser van axîn û keserên xemgîn rawestin.

"Derketî"

Terka welatê xwe kir û kete dinyayê. Xwedê rêberiya derketiyan bike. Ez di nav miletan re derbas bûm li min nêrîn, min li wan nihêrt, lê me hevdû nasnekir.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Gava roj diçû ava û ji xircikên newalan dû û dûman radibûn min ji xwe re digot: "Çiqas bextiyar e ew mirovê ku êvaran vedigere mala xwe û di nav zar û zêçên
xwe de rûdine".

Derketî li her derê bi tenê ye!
Bi kû de diçin ew ewrên ku ba wan dide ber xwe? Ba, min jî wek wan dide ber xwe û bê hemdê min, bi kêfa xwe min dajo

Derketî li her derê bi tenê ye !
Ev dar spehî ne , ev kulîlk xweşik in: lê ev ne dar û kulîlkên welatê min in: tu tiştî nabêjin min.

Derketî li her derê bi tenê ye !
Ev çem bi dilekî şikestî li deştê diherike: lê xurîna wî ne weke ya çemê me ye; ku min di zarotîya xwe de dibihîst, ev tu tiştî nayine bîra min.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Ev stran şêrîn in, lê ahengên wan ên geş û zîz ne wek ên welatê min in.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Ji min pirsîn :"Çima her gav bi girîn î? " Gava min sebeb gote wan, tu kes bi min re ne girî.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Min kalin dîtin, zaro li wan hewirîne, mîna zeytûnên kevnare ku kelem û derxik li wan hatine hev, lê tu kesî ji wan ne gote min: "kurê min !" tu zarokî ne gote min
" bavo "!

Derketî li her derê bi tenê ye!
Min di ser kelat û bircan re alin dîtin, lê ne bi reng, ne jî bi pêldana wan, dilê min geş ne bû, ew ne keskesorên me bûn.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Heval, bav û bira, xweşî, rehetî û serbilindî bi tenê li welêt hene.

Derketî li her derê bi tenê ye!
Derketiyê reben! Ev girîn û zarîn besin! Pir kes weke te hatine dûrxistin, her kesî weke te windabûna bav, bira û havalên xwe dîtiye.
Hêvîya xwe vejîne û xwe ragire tu jî dê rojekê bigihî miraz û armanca xwe, heke îro nebe jî …….
Sibe !











 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE