| |
Daxuyaniya yeksaliya Tevna Çand û Hunera
Kurdî –Dêrik
Ji ber encama pîkoliya li ser çanda kurdî tê
kirin, hejmarek rewşenbîr û ronakbîrên kurd li
herêma Dêrika Hemko xwe gihandin hev û biryara
parastina çand û hunera kurdî di herêmê de
wergirtin ser milê xwe û bi hestekî berpirs gava
yekem avêtin û di serî de ew gav mîna bersivdana
xwesteka gelêrî bû û ji layê xudan bîr û
xweparêzan ve û ji lewra bi lezgînî xwe gihandin
her deverên peywendîdar ji hemî kesayetî û
xwendevanan û heta tevger û rêxistinên kurdî da
karê wan destek bikin û bi hev re vî barî
hilgirin.
Sedema peydabûna dezgeheke “herêmî” netewî ya
serbixwe bi karê wêje û hunerê ve mijûl hebû û
ji ber du xalan: yek jê parastina pêmaya devikî
û pêşdebirna asta wêjeya kurdî li hember pêlên
dijwar ên metirsînê dighînin bingihê civaka
kurdî û têwerdana ramanê kurdewariyê û her çendî
karê ramyarî çilîqeke ji çandê be, lê tevgera
kurdî beşê çandî di qûnaxa duyem de hêlaye û
wekî tê xwestin nekariye dîwarê rawestandina li
hember şapa nijadperestiyê avabike, vêca daku ev
beşê sereke newê rawestandin pêdivî bi bizavek
rewşenbîrî hebû da karibe sînorên partiyetî
derbas bike û têkiliyên yasa di nava civakê de
pêşve bide. Mixabin rewşenbîrên bi karê siyasî
ve mijûl nekarîne asoyên fereh peyde bikin û
herdemî çanda kurdî di nava nakokiyên partiyan
de tepeser bû ye, bê ku kam û niyeta ji holê
rakirina vî beşê giring. Xala duyem: çanda kurdî
ne mal û milkê beşekî civakê yan hêzek ramyarî
ye û em bi çandekê dijîn û bi zimanekî diaxifin
û berhemên çandî dibin malê gel û keda wî û
çanda partiyetî dibe milkê hêz û rêxrawên
aydiyolojiya tevgera partiyan û bi tenê ew
dikarin xwe pê nav bidin.
Kesayetên navdar û rewşenbîrên kurd heta roja
îro nebûne hêza duyem û da karibin rola
lihevhatina dilmayan û kewandina birînên di nava
miletê me de derman bikin û ji ber ku rewşenbîr
di her welatî de rola lihevhatina civakê
sererast dikin û bi giyanekî berpirs şêweya
zimanê nerm û dilsoziya wan bi hev ve girê didin
û ji hestê wan ên tenik dibin pêşbînê miletê xwe
û bi bihnek fereh dikarin rexne û gazindan ji
her kesî bikin û derbasî her malekê bibin û hemî
mirovên xwe di nava dilê xwe de biguncînin û tu
kes nikare bêje ku ew ji bonî sûd û berjewendên
ezîtî dilivin. Ji erkên wan e bi bîreweriyek
hemdem cihê xwe di nava miletê xwe de vekin.
Lê gelo rewşenbîr bi xwe kîne?
Wekî pênasîna zanyaran gotî: ew kesên wêrek in û
xudan hest û bîr in û bi bivekan zû heydar dibin
û ji çewtî û şaşiyan re dibêjin na û ev nabe û
ev dibe, lê ji ber ku ramanê me kurdan hîn di
bin bandora hêzên serdest û di çarçewa ramana
ezîtiya xwekuj de ye û gavên giring ên bi qasî
daxwazan bi têr bike hîn pêk nehatine.
Mebesta me ji gotinê ew e ku em karibin çandek
nerm û pejirandina hev biafirînin û heta radeya
xwegihandina hemî rewşenbîrên kurd da bibin hêza
xwedî bandor di hembêza tevgera xwe ya siyasî de
rawestin û barê li ser milê tevgerê sivik bikin.
Her wekî daxwaza me ji mîtingeran bi rexne wan
dipîvin ku rêgir in li ber serbestkirina bîr û
raman, lê çima di serî de em kurd wê xwestekê di
nava xwe de rewa nakin?
Ramanê dûrkirinê û reşkirina hev ji pêmayê çanda
mîtingera ye û qet tu girêdana wê bi bingiha me
ya civakî ve nîne.
Jiber vê yekê Tevna Çand û Hunera Kurdî li
Dêrikê xwe bi nav kir û civîna yekem di meha
gulana 2005 ê de lidar xist û dest bi karê xwe
kir û her çendî rêveçûna kar bi qasî têrbûna
hêviyan nebû, lê xebata wê di dirêjahiya temenek
kurt de bû gavek giring ji pêşdebirina çandî re
û bi hêviya berdewamkirina bizava hunerî û sûde
di sala pêşiya xwe de bi pêşve bixe.
Her weha rûniştin û komcivînên mehane di
dirêjahiya salekê de birêkeftin û bi qasî 12
roniştinên çandî lidar ketin û gelek civînên
awarte saz bûn û her mehekê bêtir ji mijarekê
hate xwendin û goft û go li ser hate kirin.
Ev jî panorama salekê di karê Tevnê de ye:
A- Du şevên helbestê ji layê helbestevanan Narîn
û Arîşenê Memî û Sobar Arî ve lidar ketin
B- Bi qasî 10 şevên wêje û raman û huner ji layê
van rêzdaran ve lidar ketin:
1. Qonaxa pêşkeftina hunera kurdî di dîrokê de:
LORÎ TILDARÎ
2. Mîjoya wêjeya kurdî : CIWAN DÊRIKÎ
3. Pêgihana şanoyê li ba zarokan: EHMED SIMAYIL
4. Sînemevaniya kurdî “Yelmaz Gunay”: CIWAN
DÊRIKÎ
5. Çanda kurdî paşeroja hemde me: REMEZAN REŞÎD
6. Wêneyên şaristaniya kurdî di çerxê 17an de:
MELEVAN RESÛL
7. Mafê Mirov û hewldana perwerdekirinê: Parêzer
ZERDEŞT
MÎRÎ
8. Helkefta meha adarê: bîranîna serhildanê
9. Helbesta gelêrî: MIHEMED „BAVÊ BEHZAD“
10. Salvegera rojnamevaniya kurdî: ji bal
rêzdaran DIYAB „BAVÊ MAZIN“ û MISTEFA KURÎ û
DILJAN CÛDÎ ve hatin xwendin.
Di rûniştinên şevên Tevnê de hejmarek nivîskar û
rewşenbîr û helbestevan û siyasetmedar û
xwendevan bi berhemên xwe yê çandî her şev
beşdar bûn mîna helbestevan: EHMED „bavê Şihab“,
EVDAL XAN, HACÎ HADÎ „bavê Elî“ û ŞÊRO.
Dîsa endamê komên hunerî tevlî roniştinan bûn û
gelek xemxwurê çanda kurdî beşdarî şevên me bûn.
Tevna çand û hunerê reng û dengê xwe gihande her
deverê ku destê wê gihayê de û tevlî rûniştinên
civakî û şîn û behî û komcivînên girseyî bû û
yek banga vexwendinê ji bo xwe bi şûnde nehêla.
Di warê ragihandin û weşanê de, Tevnê bang û
belavok û daxuyaniyên xwe di rêya malperên
enternet de belav dike û gelek gotar û simînar û
helbest ji layê Melevan û Ciwan û Evdal û Sobar
ve hatine weşandin û Tevnê nameyên xwe
veguhastine televizyonên kurdî, bi tenê
Televizyona ROJ ew name weşandine.
Her wekî em di çalakiyên xwe de bi bûyerên
serdemî ve girêdayî ne û xebatê jibo naskirina
gelê xwe dikin û em bi hêvî ne ku destek ji hemî
dezgeh û saziyên kurdî ji bo pêşvebirina karê me
bê kirin û moral bidin liv û xebata me û dîsa em
banga xwe dubare dikin û bangî hemî rewşenbîran
dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin û aramiya
civakê tekûz bikin û bi dilekî vekirî xwe nêz
hev bikin û xama di destê xwe de bikin stûnên
kûrkirina bingihê hebûna gelê xwe.
Her şad û bextewer bin.
Yeksaliya Tevna Çand û Hunera Kurdî - Dêrika
Hemko
|
|