Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

Zerqawî, dema dibe simbola têkoşînê!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com 


Kuştina serokterorîstên Iraqê Abû Musab El -Zerqawî yê Urdunî kêfxweşiyek mezin bi xwe re anî. Welatiyên Iraqî, yên ku Zerqawî bi bombe û teqînan metirsiyek mezin avêtibû nava wan û bi hezaran ji wan kuştibûn, bi dilekî geş nûçeya "mirarbûna" wî pêşwazî kirin.

Bi taybetî şiiyên Iraqê, yên ku Zerqawî ew mîna "kafir" û "sixûrên dagirkeran" li qelemê didan. Bi tilîlî û govendgirêdanê derketin kolanan û ji bo mirina Zerqawî şahî li dar xistin…

Ji aliyekî din, li welatên ereban, li ser asta gel her weha li ser astek fermî jî, nerazîbûnek hate dîtin. Gelê ereb yê ku ji xwe re li sembolekê digere, ku karibe li dijî Emerika û Israîl serî hilde, bi nûçeya kuştina Zerqawî li ser destê hêzên Emerikî li Iraqê xemgîn bû. Li gorî rapirsekê ji sedî 65 welatiyên ereb Zerqawî mîna "şehîd" li qelemê dan. Ji xwe medya ereb ji kêlîka bihîstina nûçeya kuştina vî terorîstî dest bi şîroveyên ecêb kir.

El –Cazîre Tv, ya ku bi dehan bandeyên Zerqawî û herdu serokên rêxistina El -Qaîdeyê Usame Bin Ladin û Eymen El- Zewahrî weşand û dema bihîstina nûçeya kuştina Zerqawî, weşanek taybet û zindî da destpêkirin.
Di "şîrove" û "nûçeragihandina" xwe de, eşkere piştgirtiya teyoriya kompiloyê dikir û heya jê dihat Zerqawî mîna "serokê tekoşîna li dijî hêzên dagirker" û "mucahidê mezin" dida pêş. Her weha mêvandariya kesnî taybet dikir, ku ew mîna "rojnamevan" û "çavdêr" didan nasîn. Van kesan eşkere û xuya pişgritya kiriyarên Zerqawî û bûyerên teqîn û xwînrijîna li Iraqê dikir...
Rojnamegeriya erebî jî bi taybet ya bi ser rejîmên ereb ve, heman dîmenê El- Cazîrê TV dubare dikir. Bi dehan "gotar" û "şîroveyên" ecêb derbarê Zerqawî û grûpên" tekoşîna li dijî dagirkeran" de hatine nivîsîn. Mirov bi giştî dikare bêje, Medya ereb carek din rolek prokativ di ragihandina nûçeyan û komentarkirina van nûçeyan bi şîroveyên ideolojîk de lîst.

Wek çawa di dema rûxandina rejîma dîktarorê Iraqê Sadam Huseyn de, ku medya ereb piştgirtiya Sadam dikir û bi dijayetiya hêzên hevpeyman û muxalefeta Iraqê radibû, dîsa jî heman dîmen heye, ew niha pişta xwe dide gelê iraqê( qurbaniyên terora Zerqawî) û bi propogendeya Zerqawî û grûpên serjêkirin û teqînan eşkere radibe ser piyan.

Li Urdunê parlamana welat û ji ber ku 4 parlemanteran serdana malbata Zerqawî kiribû û serxweşiya wan kiribû, biriyar da ku ev kes ji parlematoyê bêne avêtin. Weha her 4 kes ji parlamanê hatin bidûrxsitin.

Rêxistina Hamasê jî, ya ku qaşo bi riya hilbijartinên demokrat hatiye ser text. Daxuyaniyek mîna ya Rêxistina El- Qaîdeyê derbarê kuştina Zerqawî de belav kir. Hamas di vê daxuynaiya xwe de Zerqawî mîna "mucahîd" û "şehîd" da diyarkirin û "berxwedana wî ya li himberî dagirkeran û sixûrên wan" pîroz kir!!.

Medya ereb û partiyên olî û neteweparêz û bi wan ve girêdayî, rojname û TV yên cur bi cur, ev mirovê terorîst û cinayetkar mîna "lehengekî" û "têkoşerekî" diyar kir.
Tenê malpera www.elaph.com , mezintrîn malpera ereb ya lîberal bi riya nivîskarên xwe, şîroveyên durist û bi terazû derbarê bûyera kuştina Zerqawî de dan û ev bûyer wek mîna "destpêka bidawîanîna qonaxa teror û komkujiya sivîlan" bi nav kir…







* Ev nivîs di rojnameya Özgurpolitikayê de hatiye belav kirin.











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE