|
|
| |
Kolan û kolan
Şengül Oğur
Kolan, ligel ewteewta kûçikên şevê
li ser milan barê bajêr
bêdeng dibihure di rêya xwe de
mîna marên kalanên xwe avêtî
li du xwe dihêle; siyên bêcendek,
berên risas û qisasên şanaz!
û li sergoyan; zarokên rûqemerî
bi awirên qerimî
di oxirvedana rojê de bêhêvî
di bîrên bîranînên bi kevz de
avjenî dikin û perwaz dibin
çend kevok ji nişka ve ji ser birê
bi baskên birîndar
li şûna kolana ku çuyî
dinikilînin kalên!...!?...
kalên dinikilînin!...!?...
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|