| |
Li Silêmaniyê dezgeha Xandan weşanê bi zaravê
Kurmanciya Jorîn-Latînî jî dike
PUKmedia / Perîşan
Di dema dawî de zimanê kurdî ketiye qûnaxeke
zêrîn de, her wuha bi awayekî berfireh di nava
gelê kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê
hatiye çewsandin û bi taybet li Başûrê
Kurdistanê (Kurdistana Iraq).
Jiber ku sînor di navbera parçeyên Kurdistanê de
hatiye danîn, têkiliyên kurdên her çar parçeyan
di hêla çand û keleporê de qels û lawaz bûn û
her navçeyek an herêmek bû xwedan
taybetmendiyeke cuda ji parçeyên din, çi di warê
zarav de, çi di warê çandê de û çi di warê
siyasî û aborî de.
Dezgeha Xandan bo Pexş û Weşandinê li Başûrê
Kurdistanê ku rojnameya ASO bi zimanê Kurdî (Kurmanciya
Jêrîn-Soranî) diweşîne, di malpera xwe ya
internet de
www.xandan.com , ku ji çar beşan pêk tê (Kurdî
– Soranî, kurdî-latînî, Erebî, English) dest bi
weşana nûçeyan bi Kurmanciya Jorîn jî kir.
Xandan ku dezgeheka serbixwe ye di hêla
ragehandin û çanda kurdî de xebata xwe birêve
dibe û ji aliyê birêz Stiran Ebdullah tê
birêvebirin, di agahdariya xwe de diyar dike ku
mebest ji vê gavê peydakirina pêwendî û
têkiliyên çandî di navbera her çar parçeyên
Kurdistanê de ye.
Tê zanîn ku nivîsandina Latînî di medya û
çapemeniya Başûrê Kurdistanê de roj piştî rojê
berfirehtir dibe.
Dezgeha Xandan di agahiya xwe de bang li
xwendevan, nivîser, dezgeh û rojnamevanên kurd
li her çar parçeyên Kurdistan yên bi tîpê latînî
dinivîsin dike ku têkilyên hevbeş di navbera wan
de durist bibin û têkiliyên ragehandinî û çandî
di navbera wan de bihêztir û baştir bibin.
|
|