| |
Asmanekî tirsonek û balindeyekî mêrxas
Mihemed Mehmûd Beşar
Hetaw2006@yahoo.com
Bê ku li jêr binere difiriya, balindiyê
mandûnenas, têkoşerê jiyanê û jibîrkiriyê dîrokê.
Bi ba re nediçû û nedihat. Wek ku dixwest – bi
azadî – difiriya, hêza wî vîzvîza ba qul dikir û
derbasî nav zikê ewran dibû.
Hêz û şanaziyê hişê wî tevizandibû, ji bîr
kiribû ku payîzê bar kiriye û zivistanê ewr ji
xwe re kirine noker.
Ewr hino hino dihatin dagirtin, hindik mabû ku
wan tiştên di hinavên xwe de bipejiqînin.
Ewr e yan volkan e? Volkana ewran e, ewrên
volkanan e.
Yezdan bi bêdengî peymana mafên balindeyan mor
dikir û rûpelên ku peyman li ser wan hatibûn
nivîsandin dipêça û dixiste nav şûşeykê de. Devê
wê digirt û heya ku ji wî dihat ew şûşe davêt..!
Şûşeyeke peyamber bû. Mirov , pîrhebok û bûnewer
bi tevahî çavên wan li asmanan bûn.
Destên xwe pêçabûn, lingên xwe di nav xaka
bendewariyê de çandibûn, devên xwe jî dirûtibûn
û çavên xwe vekirî hiştibûn li benda peyamê bûn.
Balindeyê me bi tenê rengê sipî li ber çavên xwe
didît, ji lewra rengên çavên wî jî sipî bibûn..!
Ewr reş in, sor in, şîn in. Çi dibe bila bibe,
her tişt sipî ye...
Gurmîniyek dihat
Carek e din bê tirs, balinde mîna birûskeke
asoyî dikefte nav ewran.
Dergehên ewran jî...
Ewr bê dergeh bûn, dergehê ewran tunebûn, cihê
ku balinde di wî re derbas dibû nav li wî dibû
qilîştek..!
Paşê winda dibû..
Bi lez, ji birûskan bi leztir ewran xwe dida ser
hev û berî ku xwe biguvêşin reş dibûn, reş.. reş..
reş mîna teniyê.
Tarîtî dikirin du qurt av û vedixwarin. Balinde
jî bi şanazî baskê xwe li ba dikir û difiriya.
Çi dibe bila bibe, her tişt sipî ye...
Ewrên reş û tarî hevdû himbêz dikirin, paşê xwe
diguvaştin û baraneke reş dibarandin...
Rast e
dilopên sipî di nav wê barana reş de tunebûn, lê
digel dilopên reş de nikilekî ko,
du çavên sor,
şeş nenûkên mandûbûyî
û çend dilopên sor ji rengê xwînê dibariyan,
lê reşahiyê her tişt di nav xwe de veşartibû...
Her tişt reş dibû...
Çi dibe bila bibe...
|
|