| |
?!
Mehmûd Badilî
1
Li deşta dilê te
min vekir
girêka raza,
tev buxçika êvarê
û li ber destê te
min raxist
neqilîskên payîzan.
Em tev de rabûn
Em tev de bi rê ketin
azar û derd
li me diciviyan
peyedar dibûn
li deverên laş û rewanên me
tev zerbûna
gulên darê.
2
Dil evîn e,
evîn gul e: xanima min
Jibo gulê….
em tev de reviyan
em tev de beziyan
toz bi pey me neket
navkutka me
nebû xunav
Çimkî,
em ji bo hev ne şewitîn
em di hev de ne hiliyan
dûkel ji canê me
li nêv ewran ne hêwirî
bêhna laşê me
bela nebû,
Gul sêwî ma
li rêrexên
wê bazarê....?!
|
|