Oxira te ..
li xêrê be heval
qerezdarên me jî
rûwê xwe bi ava baranan şuştine!!
Min di ruwê te de awazeke negotî
xwendibû û te negot ..
min di çavên te de
rêça rêwiyekî poşman dişopand
lê te bi dilekî sar bersiva omîdên
min dida û te xatirê bîranînan jî
xwest !!
Oxir be heval
îro di çavên min de
bala te dijî
û silavên bê dawî xwe dişopînin
bi aliyê hilma te de !!
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!