rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

5
14Ê GULANÊ

Qedera me, vê carê, jixwebawer dihat,
dûmana ji xweber li ser kenarên tûj ên giryanê li şûn dihişt
Hîvan rûyên xwe bi toza kavilan dinixumandin.
Rimbazan hawarên ji tem û moranê vedişartin û agirperestên reşnivîsa te. gaziyên xwe digihandin xweşmêrên êzîdiyan, digahndin herikîna xwîna Neqşibendiyan, digihandin keştî û balefirxaneyên ji tirsê yên Qadirî û kakayiyan
Tirsa me di helkehelka rimbazan de wenda dibû Şêxê Şêxan!
Tirsê derew li me û li şkeftên bendemana me dikirin...
Tirsê derew li te û li rasteqîniya pêxemberê êşa me dikirin.
Partiyan derew li pirsê dikirin..
Rewşenbîran derew li pênûsê dikirin...
Gotinan derew li ferhengan dikirin...
Zindanan derew li şevistanê dikirin...
Helbestvanan derew li keviran dikirin...
Û min jî
derew
li xwe
û li gulana xatirxwestina te
dikirin.
Qedera me ye!
Şêxê Pîranê bi ser hişê te de diherikî.
Di nav destê te de dişkest û ji te re behsa çirayên zer
û lezegavên Simkoyê Şikakî dikir...
Te bi Haco Axayê sînoran dinasand:
- Siwarên xwe hînî mirinê dikirin û di nîverojên sincirî yên bangê de,
ew hînî govend û lawik û peyizokan dikirin. Li her derê biçurisin, bi baranê re bibarin, derbasî kûrahiya şevê bibin û mirinên xwe li ser dirk û qamîşê ji bîr nekin!

Vê carê jî qedera me ye!!
Şêxê Pîranê bi destê Mele Ebdulahê Nehrî digirt:
- Ha ji Behra Wanê hebe,
- Ha ji şaneyên rojê û ji tambînameyên şehîdan hebe!
- Ha ji duryanên sirûdê û westana çavên miriyan hebe!
Pendên xwe,
jena dilê xwe,
maçên xwe,
dilbijînên xwe,
û gumana xwe li ser gulên çilmisî yên evînê
li pey xwe nehêlin
û dergehên xwîna reş li pey xwe asê bikin!

Qedera me ye!!
De van razên ji nişkêvehatî
li ber pencereyên dilê xwe sêwî bihêle
û berzûrî efsaneya sosinan bibe
daku balendeyên kenê te di hêlînên dilê min de hînî hedanê bibin.
Di esmanê te de
mîrnişîniya beybûnan dinejinînim
û newrozên xwe bi awirvedanên te dixemilînim
û rojgarê bi destên zaroktiya xwe dixeniqînim..






Berdewam dike ....


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE