rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Çima newroza 2006 xweştirîn newroz bû??
Dr.Zara Berhîm


Em dikarin bibêjin ku ev gotina han li ser devê çi kesê ku beşdarî ahengên
newroza îsal bûbûn û ev hestên han li hemû deverên rojavayê kurdistanê ku Newroz lê
çêbûbû diyar bûn.
Kêf û şahiya germ, hijmara mezin ya gel bi rengekî xurtir ji hemû salên
berê, teybetmendiyeke netewî hişkere da vê Newrozê û em dikarin sedema wê
vegerênin van xalên jêrîn:
1. Taybetiya bîranîna 12 Adarê, bajarê Qamişlo û deverên din, taristana şevê bi hezarê mûman bi rengekî şaristanî ronî kirin û ev wêneyê han di êvara
Newrozê de jî berdewam bû. Hestên kurdayetî di riya wî agirê pîroz de,
agirê Zerdeşt û Kawa li xak û deverên cejnê bi giyanekî netewî azad hatin xuyakirin.
2. Herdû salên çûyî bi xemgînî Newroz derbas bûbûn, sedema şehîdên Adarê û
şêxê wan Maşûqê Xeznewî, lewma amadebûneke mezin ji vê Newrozê re hate
kirin.
3. Cara yekemîn e ku leşker û hêzên ewlekariyê li Newrozê ne dihatin xuyakirin. Ev bû sedemek ku ti problêm û astengî newin meydanê, tevlî ku millet gelektir bû ji salên berê. Vî tiştê han aramîk û giyaneke azad di nav gel de çêkir. Di vir de em kerin bêjin, ta ew kesê xwediyê motoran jî bûbûn dilovan û ti problêm li dar nexistin, tevlî ku bi sedan li gelek deveran hazir bûn, ji ber ku di wan rojên dî de deh kesan ji wan bajarek
xeradikirin!!!!!
4. Roja Newrozê, rojeke gelekî xweş bû, buhareke xemilandî bû, ne baran bû,
ji saet çarê sibê de xelk ji malê xwe derdiketin û berê xwe dan çolê.
Hezkirineke xwedayî di vê rojê de hebû, te digot qey tîrê hezkirinê li hemû
dilan ketiye. Ev hestên han li ser rûyê her kesî diyar bûn û hermoniyeke
spehî dida wî cihî.
5. Ahengên vê rojê li cem kurdan rengekî netewî xurt standibûn, di hiş û
mêjiyê her kurdekî de, roja çespandina mafê kurdayetiyê bû û wan xwest xwe
tê de bidin xuyakirin cor be cor, jibo wilo jî, îsal cilên kurdî bêtir hatin dirûtin.
Niha jî em karin hinekî li ser Newroza Tirbespiyê bi axifin, jiber ku ez
Bi xwe li wê deverê bûm. Bi elendê re milet xwe berda Cerehê, ji Dirêcîkê ta
nêzîkî gundê Mizgeftê hemû kon bûn, gava mirov ji dûr ve dinerî, bajarekî nû
ji konan ava bûbû û herdû gund gihandibûn hev, em dikarin bibêjin ku dora 400
hezarî xelk hebûn, ahengên cejnê bi gelek kêf û şahî bûn, di dema firavînê
de newala Cerehê xuyanedikir ji dûmanê, cilên kurdî ew dever weke kulîlkên bûharê xemilandibûn, milet ta derengî şevê nû gihane malên xwe. Êvarî dereng, gava me berê xwe da Qamişlo, gund û bajar hemû ker bûbûn, te digot qey ev dever kavil in, vî tiştê ha di roj û şevê de xuyakir, kurdayetiya van bajaran da zanîn û dûpatkirina mafê kurdî, ji ber ku li ser erdê xwe ye û nabe ku ev tişt bê windakirin, çikû ev welat cihê her kesî tê de
heye.
 






 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE