rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Ya min tu nedîtiye
Tengezarê Marînî

                                     
Bo te ya min tu nedîtî, lavija min

Vê şevê bi tenê me
Li kolanên mijgirtî
Niha demê wê ye were,
ji kerba diçim û têm,
bibêje, were
dema wê ye, bibêje..
ya min tu nedîtiye.

Birînên min demeke tirsê ne
Asîman li ber lingê te dîlanê digerîne
Sirûdên min, sermemikên xewna te dinoşin,
li nav xewnên min,
kenê te ayet e, li pişt derî ye.

Tiliyên te, sîberên westiyayî
zimanekî nepenî
hêlîn di dilê min de.
Dar e, li ser sîtava lêvên min
weha dûr e
weha êş e
weha çol û beyar e
weha ken e
û weha ya min tu nedîtiye.

Ferîşte ye, hêviyên xwe li ser evîna me radixe.
Tîpên tirsa min, di valahiya ewrekê de,
têkilî pêlên derya dibin.
Tav û birûsk in, şev
Poşmaniya keskesorê, kevalê rêka kadiza
Ji bo diyonîsos, bilûra xwe dilorênim
Stirana berê spêdê di meya lêvên te de, dimijim
Jiyana min, li ber destê Hephaistos, dibe toz.
Pêl xwe davêje ser pêlê.
Bêdeng… bêdeng
Tu wêneyekî di helbesta min de.

De were keleşgewra min
Şev e, zimanekî bêdeng e
Şeva min bi girnijîna xwe bixemilîne.
Sal, heft asîmanan mijankên te vedihûne
Tu dûr î,
mirin jî kêfa xwe dike
havîn dide pey Buharê,
têm,
stiriyên salê tazî ne.

Stirana Orpheus xemên min dirêse
rondikên te, li xewna min mêvan in.
E.mail bo te têra evîna min nakin.
Dergeh vekirî ne
Xêzên ronîdar hene.
Di sîtava belgan de
Tîrêjên hetavê hatin.
Toz bi ser xewnên me de,
mêrgên asîman î reş.

Li ser dêmên van şevan, gula min
Şûşa dengê te nivist,
Tawisê min,
Govenda te awaza li xemên min û te giryan.
Li nav sîtava lêvên min, darekê biçîne
Weha dûr
Çol
Êş
Ken
Û weha
Ya min tu nedîtiye.

Divêt tu rijd bî,
Roj derdikeve.
Aso vekirî ye
Were dilbera min
Were
Ya min tu nedîtiye.


21.03.06





 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE