rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Ber bi avakirina bîrdozeke netewî ve

Dr. MEMO abd,




Ji me tevan re diyare, ku ciyawaziya mirovan ji cinawiran eşkere dibe di
şêweyê xêzkirina çarenûs û parastina heyîna xwe ya firînder de. Mirov
xwediyê mejî û hiş e, Bi hêza bikaranîna wan dijê û xwezayê li gor xwe
diguherînê, zagon û rêdanên zanistî derdixê ku dikevê xizmet û xweşiya wî
ya laşî û sermestî de, lê berevajî ajel û cinawiran ku jiyana xwe bi
şêweyekî instinktî (bêmejî) xerîzî berdewam dikin. Ji xwe mirov berî ku
biryara bidestxistina qizincekê yan jî gihandina armancekê, mejyê xwe
bikartînê, rê û şopên rewa û riyal nîgar dikê, û li ser wana dimeşê ta
bighê ew armanca ku ji xwe re xêzkiriye. Bi vî awayî çeper û astengên ku
bikevine pêşiya wî de kêm dibin, şaşîtî û bêriyên wî ji holê radibin, û bi
dilekî rehet dighê xwestek û meqseda xwe.
Gelo Bidesxistina serkeftinê girêdayî çi ye?. Bi ya min, Ka çiqas ev rê û şopên
hatine danîn nêzîk rastî û riyalitêtê ne, ev ji aliyek, ve, ji aliyê din ve heya
kîjan seviyê bawerî û girêdan bi wana ve heye. Lewra her gaveke şaş bi xwe re
bobelatan tîne, û xwediyê wê ber bi bivîtiyê ve dibê. Beramberî wan gavên rast û di cihên xwe de armancên herî dûr nêzîk dibin. Serê mirov nakeve teşqelan û
razîbûn û vehesandina piralî dibe para xwediyê wê: bi gotineke din ez dikarim
bidirikînim ku tiştek ji xwe de nayê, bê kedrijandin bawerneke tu tiştekî
serbixe, zêdetir ji vê, di hemî keftelefta mirovahiyê de (jiyana civakî, aborî,
siyasî, zanistî) rêzan, zagon û bername bi şêweyekî rêk-û-pêk li gor têgeyên
zanistî û ne-dij-xwezayî hatine afirandin.

Mebest jê ew e, ku ev civat, komelgeh û dewlet û tan, ev cîhana pirnetew û
zêdeziman hatiye afirandin bi saya zagon û rêdanên hem dîrokî- xwezayî û hem jî
zanistî, wate jê ew tişte ku her neteweke ku îro navê xwe xêzkiriye di vê cîhana
rengo-rengo de ji xwe re rêk girtiye. Felsefeke jiyanê ,raman û bîrozdek li gorî
xwe hilbijartiye û di dawî de qeder û çarenûsa xwe bi destê xwe nivîsandiye, bûye parçek ji vê nexşa seyr û ecêb bi ziman , dîrok û pêşketinên xwe yên bajarvanî beşdarî vê xire-cire cor be cor bûye, tû dibînê ku her gelek muhra xwe li ser nexşê daye û ketiya dîrokê bi qas, beşdariya wê di avakirina kelepora cîhanê ya mirov-perwer de, îca ka van gelan çi rêpîran afirandine? û di kîjan riyan de birêveçûne?.
Ev xal bê-dudilî ne hêsan e, tevlîhev e û kûr e, di taybetmen-diyên xwe de, lê bi
giştî ger em şîrove bikin wê diyar bê,ku her civatek ji xwe re riya pêşketineke
taybet pejrandiye, xwe pê şanaz û qure dikê. Ev rê ne bê bingeh û bê rewa ye. Ew rê weke şitleka berbir xwedî xakeke têrav û zengîn e: ji xwe bîrdozeke netewî afirandiya û hemî babetên xwe ji xezîneya vî miletî yan yê din girtiya, di encam de biwa kemelgeha fikr û ramaneke gelî ,ku di çavên w, de biwa wek Agahên pîrozî birûmet û rûhanî. Ew bixwe jî biwa hêzeke bê sînor ku gel bi hemî nifş û çînên xwe bawer pêanîye di riya wê de ,ked rijandine û can fidakirine û di di encamê de navekî herî bilind ji xwe re nexşandine û di asmanê cîhana mirovahiyê de biwa stêrkeke geş û ronak.
Dibe ku pirseka wisa dakevê meydanê. Gelo çima ev ciyawaziya mezin di navbera van mirovan de heya? Ji bo çi gelek pêşkeftî û yê din paşveçû yan jî paşketî ye? sedem û egerên vê diyardê çima belû nîn in? çima mirov wisa wekhev nahizirin? Ji bo çi riyên pêşketina mirovahiyê pir in?.
Xuyaye ku, gelek tişt di vê pirsgirêkê de rolê dileyizîn ne ku yek tenê, bi ser ku
ev pirseke rojevê ye. Lê babeta nivîsara me bi Fermanê ku windanebê, emê di xala serek de bigerînin bi armanca dîtina çarekê:Ji bo çi van millet û neteweyên
gerdûnê ji xwe re fikrek an jî ramanek netewî çêkirin û xwe pê parastin. Lê me
xweliya vê qas dinyayê li serê xwe kir, di encamê de me xulamtî û koletiya van
gelan siparte xwe û di nexşeya cîhanê de em mane bê nav û bê ol û bê al?.
Niha bi bawerî em dikarin bêjin ku sedemên vê bextreşî û bêqidoşiya kurdan tê ji
nebûna fikr û ramaneke netewî, nepejrandina bîrdozeke netewî ku bibe quran an
incîlek ji bo hemî deman û li hemî cîhan û bikêrî hemî nifş û çîn û kêmolên Kurdan
tê bêyî ku temaşebik. li ciyawaziyên zardevî,olperestî, cografî û h.w.d.
Kurd di dîrokê de bê serî û rêbaz mane, bûne qurbanên bîrdozên biyaniyan. Agirê
şoreş û serhildanên wan bi gewde û goştên ciwan û z.çan gur biwa û dûv re van
serdest.n zordar hewldane bi hemî şêweyan ku wana ji dîrokê derxin an jî
tawanbarkirine bi xisletên herî nepak.
Vêca ev kul û derdên me ji me tên, ji ber vê jî bêgav e ku Kurd ta ku zindiyane
bijîn xwe bidine ser hev û bîrdozekê an jî rêbazekê ji xwe re saz û durust bikin.
Ya na wê hemî heyînên xwe gorî bikin bi erzanî.
Hemî gel û netewên vê gerdûnê ji xwe re ev fikr û ramanên netewî pêkanîne. Bo
nimûne gelekî weke Ereb, dewlet û nasnameya xwe di riya ola islamî û bi taybet
qurana pîroz de xwenaskirin û desthelat-dariya xwe girtina ser beşekî mezin ji
cîhanê bigre ji çîn heya Ispanyayê. Gelên Faris û Tirk jî wisa bi alîkariya
endamên netewî û hinek bingehên ola islamî ya rengîn-kirî bi rengên xwe yên netewî ve îdiyolojiya xwe ya netewî ava-kirine. Tê diyarkirin ku pêwîstî bi hêzeke
ramanî- rewşenbîrî-keleporî heye ,ola ku gel bi hemî cudaramanên xwe li dora wê
kom bibê û xwe bi rêkxistin bikê. Eva ha dibê bîrdoza hişyariya netewî ku pêlên
wê hê di sedsala 18 û 19an de li cîhanê rabûne û lê mixabin em wê çaxê di xewa
giran de mane û bûne destekên biyaniyên xwînmij û ne di xêra xwe de, zêde jê me xwe bixwe binkeftî kiriye û birîneke kûr di laşê xwe de çêkiriye.
Ev bîrdoza netewî dikare van t.g,n.n jêrxêzkirî bistînê: Kurdayetî, kurdewarî,
kurdyarî, kurdperestî, kurdperwerî û H.W.D. Ji nav wana emê yekê hilbijêrin da ku bibê dilikê babeta me ya serek. Belkî ku ev gotin di warê peyvnasiyê û
ferhengsaziyê de ne hevwate bin ,lê di bikaranîna xwe ya rojane de yek mebestê armanc digrin. ka vêca emê çawa wê ji hevûdin derbixin? Me ji nav wana Kurdewarî hilbijart û tê vê wateyê: Ewe rêbazeke ramanwerî, rewşenbîr û siyasî ye ku felsefa rabûn û rûniştina Kurda xêzdikê, reh û kokên wê ji beşên civaka me tê, dibê zimanê her merivekî Kurd û her kesî heyranê xak û kelepora xwe dike, me ji gelên cîran cuda dikê û dibê sedemê xwe-parastina ji êrîşên bişaftinê y.n ku ji aliyên xêrenexwaz û dagirkeran ve diqewimin. Bi vî awayî em dikarin pênasî û ferhenga xwe biçikînin di nav xaka xwe de, nimûneyên wisa di cîhanê de rûdanbûne mîna Almanan ku têoriya gelên arî, wek çînan ku agahên konfişiyos ji xwe re kirine nimêj û xwe pê dane naskirin û Ereban islamîsm jî dane pêş û bi behaneya wê ziman û çand parastine. Lê ew ne rawestiyane li virî wirdetir çûne û bi pirtirîn gelan dane pejrandin.
Ji me re bese, ku em xizmeta biyaniyan bikin. Ji lewra Kurdewarî-ramana xwedîtina bi kurdî ye,hestê bikaranîna hemî derfetên heyî Li gor dem û dîrokê ye, bi-hêviya ku em xwe bi xwe xizmet bikin û goriyan ji xwe û ji bo xwe deynin , ramana jiyan û rabûn û rûniştina kurdan ye , ya ku bi resenên xweyî netew, ve girêdayî ye. Erê dîsa jî Kurdewarî gelek sînor , dîwar û ramanên biyanî tarûmar dike ,giringe bibê felsefa her merivekî Kurd ku xwe dihesibînê ji vê regezê û amade ye jiyaneke bi şan ji xwe re peyda bikê û bêperwa xwe pê mezin û serbilind bikê.
Zêde ji van xalan emê bibîr bikin ku kurdewarî dîsa berpir-siyariyeke mêjûyî
davêjê ser milên mirov. Tagir û heyran. Doz û rûmeta xwe ,li gor vê karguzariyê
xwe dilivînin da ku helwestên yekî bi vê gavê ve girêdayî bin, ne ku hema ji
hêrsbûn, tor û acizbûnek. B., ne di rê de bin û carina keftelefteke bêbir dide û
ser.şan ji mirovî re peyda dike.bi ya min a giring ewe ku kurdewarî b.dudil,
p.w,ste bibê mîna ol û ayîn di jiyanê de, muqeddes bê û mafê tu kesî, tu partî
nîne ku nêzîkî w. bibî bi mebesteke nepaqij û xirab, le berevajî vê rewişt û
sincên herî pîroz diyarî dikî, ji xwe kîn ,dexsîn, çavnebarî û birakujî dimirin û
di cihê wana de rastî , hezkirin , rêzgirtin û canfidayî şîn dibin. Bi vê nerînê
em dibine xwedî nav û al û ol mîna hemî gel û netewan.
Mirovê xwe Kurdewer dibînê nabê ku bi ser.şa kurdekî kêfxweş bibê yan serfiraziya partiyekê wî bikuje, ti ra û kokên kurdeweriyê bi vî rengê mirovî re nînin. divê tim û tim buhayên netewî di ser berjewendên şexsî û partgîrî û êlperestî re bigrî û qet nabê ku bibe qurban û goriyeka nebuha. Bi kurtî divê kesê-kurdewer ji cil û bergên xwe ta raman û hizrên xwe yên felsefî kurd bê, ev bi tenha xwe j, besnake ger nebe nim.jeke herroj di hem, cih û deman de,bi Kurdî bijî û bimrê. Di vir de wê bê insafiyeke mezin bê ger em di ser rêzeçiyayekî kurdî helbestvanekî wek Hejar Muk-riyanî re derbas bibin ku çend malik nivîsandine derbarey vê babeta girêkoyî de Mamosta Hejar dibêje:

Be Kurdî dejîm
Be kurdî demrim
Be Kurdî deydem weranî qebrim
Be Kurdî dîsa zindû debmewe
Lew dinyas bê Kurd tê heldeçmewe.

Vêca kekê min derdê me giran e û birîna me kûr û xwînrêj, ev ji zû ve ye ku
kesekî ev erk pêknaniye û li benda nifşên peyhatî hiştiye, wey li wî xwe li benda
yê din bihêle .Ev e sedeme herî giring û serektirîn hoy ku em di vî halî de
hiştine.Divê jibîrnebê ku ev bîrdoza netewî pêwîste ku bi kirasekî Kurdî xwe
bixemilîne ,bi zimanekî Kurdî biaxifî û bi mejiyekî ronak raman bikî : bi_kurt,
divê şexsiyeteke Kurd were afirandin û ya giringe ku ji sedî sed cuda û ciyawaz bê ji hemî gel û dewletên cîran û bi-taybet ew hikûmet û netewên ku serdestî me bûne û dagîrkirine. Ji bo gelekî bindest û neşareza ev xaleke sereke û ji xwe di vir de encax xisletên Kurdî ku em xwe dikarin xwe p. serbilind bikin wê rola bêhempa bilîzinî ,ev movik tênê bîra me wextê ku têkoşerekî weke Gandî yê ku hêsirên wî dibarin dema dibihîst ku Musulmanek û bûziyek pevdiçe, hîç tiştekî Ingilîzan nedipejirand, ta xwê û nan. Wan, da bidê xuyakirin, çiqas giring e qutkirina têkiliyan bi dagîrkeran re û çiqas lazime geşkirina hestê netewî li ba gelê bindest bo çêkirina hêzek û zexmek manewî di şerê Serxwebûn û azadiyê de. Derbarey vê pirsgirêkê de ramanwerekî qehreman û têko-şerekî mîna Celadet Bedirxan dide xuyakirin gava dibêjê:“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek û ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bê hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e”Helbet ev felsefe û ramana netewî pirsgirêka herî dijwar e. Gelo wê avê ji çi û kîjan avka-niyan vexwê? û çi hîmanên wê yên bingehî bin?
I- Hîmenê yekemîn wê ji çavka-niyên dîrokî û keleporî bên mîna bajarvaniya Medan û Mîrnişînên li pey hatine çêkirin çêbibe, di vê xalê de gotina ramanwerê Daxistanê Rasul hamzatov tê bîra me”Ger te berê debançê arastey, rabirdû kir, dahatû te bidê ber agirê topan”.
II- Hîmenê duwemîn ji çavkaniyên olî xwedeperestî û bi taybet felsefa Zerdeştî û
pêmayên wê ji ola Yezdî bê.
III- Hîmenê siyemîn ji zimanî zardevî ,axaftin û zagotinên Kurdan tê wek hîmenekî
serek di afirandina raman û fikrên netewî de di vir de gotina (Kovara) Hawarê di
cihê xwe de ye “Ziman şerta heyînê a pêşîn e”.
“Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çê dibe”.

IV- Hîmenê çaremîn ji xezîneya rewşenbîriya Kurdan û berhemên rêzeçiyayên mîna E.Xanî M.Cizîrî, Feqê Teyran û nemirên malbata Bedirxaniyan tê.

V- Hîmenê pêncemîn û di nerîna min de y. herî bi hêz . ku bîrdoza netewî tekûz
dike û van tir û fisan ji şoven û tarîbiran re nahêlê ,ew hestê yekbûna Kurdan
,yekîtiya çarenûs û dahatiwên hemî nifşan ,yekbûna dîrok û xakê ,hestdarî bi
rasteqîniya mafên xwe yên netewî û dadmendiya doza xwe ya pîroz ,hestdarî bi
yekbûna armanc û daxwazên xwe hestdarî bi mezinahî û şanaziya regeza xwe. divê em xwe mezin û serbilind bikin ne ku em xwe nizim û piçûk bibînin. Ev e hêza herî mezin ku lehiya azadiyê radike.
Ka em temaşe bikinî çiqas E.Xanî bilind di vir de û çiqas Kurdan mezin û bilind
weke burcan dibîne:

Bifikir ji Ereb heta bi Gurcan
Kurmancî bûye þubhî burcan
li cihekî din dîsa me şiyar dikê:
Ger dê hebiwa me ittifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rom û Ereb û Ecem bi temamî
Hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet.

Ma piştî vê pesinandina Xanî mafê me heye ku em biçûk li xwe mêze bikin,! an xwe kêmî Firsî Erebî û Tirkan bibînin? Na ev dibê xedr û xiyaneta dîrokî û kesê xedr û xiyanetê bikê ma wê bikêrî tiştekî bê, ez bawerim ev giftogoyeke vala ye.
Ez dîsa dev ji xwendevanan bernadim û ezê ji wana re şahidekî din ji dîroka
qehreman diyar bikim ka çiqas mezinên me, em bilind dîtine û netewa xwe rûmettirîn tişt dibînin. Cigerxwînê nemir jî van xalan dubare dikî:

“Wextê min dît qewmê Kurdî pir delal
Ew di nav Ehlê cîhan bê heval
Bo sexawetî bo diyanetî bo huner
Min li goşê lewhê qelbêm kir xeter
Ku beyankim esl û ewsafên diwan
Milk û hikm û padîşah û hem zeman
Der belaxetgahê çûme pêşiyan!
Da nebêjin qewmê Kurdî wehşîye!”

Ma vêca piştî van siwarên wêjê û helbestê ,van dilsojên ji dil û can kesek dikarê
ya xwe bi ser a wan bixê? Bawerî divê wisa ji pola bê û mezinahî di qama çiyayên sîpan û xelat debê. Encax ev e pîvanên ku Xanî ji me dixwazê û Cigerxwîn bo me divê.

2.4.2006
Sûriye Heleb








 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE