rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Wêneyek ji Serhildana Qamişlo
Gulnar Eli


Li asîmanê dîroka reş
ewrên tarî dilîzin
Baran zuha ye,
birînên xilmaşiyê kewandin.
Kevî li ser lavêja sirudên pîr û kalan,
zinaran dozê li ser destên xwe gindirandin,
stirandin
Nêçîr rêya kadiza berneda
Nêçirvan, xwîsiya şuneşora di çavên
stûnên konên qijilî de vedidin,
axînên bêgunehan dilîlînin.
Xemên vepeçîyayî ji zikmakî ve,
şekira xwînê ne.
Ava me xwîn e.
Nanê me xwîn e.
stiranên me xwîn in.
Zimanê ber destê xwînê ye.
Navê me bûye xwîn
Welat bûye xwîn.
Xew di nav xilmaşiya xwînê de xwîn e.
Xwîn xwîn e û hiviyarî jî xwîn e
Birînên me bişkivîn li Qamişlo
gul bi rengê agirî
Kew ji tirsê nema dixwînin
Rojê ji dumanê silav neda
Di dengê mirinê de
Zarok giriya, tirs û birs hingavtin
Nalînê kolan ji bêdengiya
qîz û xortan verist
Erd ji barê kelaxan girîya,
westiya,
qêriya,
rubarên xwînê herikîn.
Dengê me, sinorê xwedê derbas kir.
Hitimbûna xwe li bejna min aland.
Reşkirasên min ji xwînê neqişî.
Ahenga te, keleha Hewlêrê vegot,
bedena Amedê hejand,
Çarçira ya Mihabadê hilda.
Min jî sirûdên te
Lorandin.
Firmêskên xwînê
qamişloka serhildan
bi hawara evînê nixamt.
Gaziyên min.
Xweziyên min
li biyanistanê, ji deryayê û wir de
gulên xwe bi xwîna şehîdan nimandin.
Sefera darbestê gotin
Xêzên min.







 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE