rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Min bêriya rojek bêgirî kiriye
Şengûl Oğur


Bila bitenê newayên ku di êşên min de dimeyin bibin mêvanê min
û ezmanik tarî ku tim dilopên bêrîkirinê dibarîne li ser axa ku xwe jibîrkirî
li ser latek reş û şil min bêriya birêkirina rojek bêgirî kiriye di rêya çiyayekî de, di berbeyaniyê de min bêriya rêwîtiya zarokekî

Nebêje; çima wiha bêhêvî yî, wiha xemgîr...?!
Em li qeraxên xwe, demê, jîne, jînê dijîn
li ser lêvên me kêm nebûn tucar xwezî û hewar,hewaaaaar!
nizam em xelet bûn nizam gera gerdunê?!
Lê baş dizanim heval; ne me xwestibû ev çarenûsa bêsiklet

erê, gerdûn gera xwe çend cara qedand
û em gihaştin peravên mirinê
di çavê me de tijî pirsên bihêrs bo pirskirinê ji yezdan
ferîşteyê mirinê bi tirs nêz dibe, heval
me çend celeb mirin li milê xwe barkiribûn, nizanim

hemû jî nas bûn; xwişk û bira, xweştivî û heval bûn
ev wêne, ji çavên zorokên min ma bû; şîn bû
eva ku bi zenda min ve girêdayî, keziyên xweştiviyê, xwişka min bû











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE