rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

4
13Ê GULANÊ

Qamişloka birîndar di şiverêyên ronak
ên hêrsa te de,
di birûskvedana ewrên kesk
û di xweşiya nimêja te de
û di pevçûna rexên hiweşiyayî yên ziman
û ferhenga min û te de wenda dibû!
Zemînê mîna bêparan,
Ziyanê mîna cobaran,
Ronahiyê mîna girtiyan,
Jehrê mîna sêwiyan,
Êvarê mîna dildaran,
agir mîna hawaran,
û helbestan
li xwe
û li te
û li kevoka dilê te
dabeş dikim!

Di semageriya kêlîka te ya ji kevir de,
di kurtepista miriyên adara te de hişyar dibim
kêrên laşê te
bi sorê sorgulan û bi zerê endekoyan
û bi deryaçeyên reşekujiyê dipîvim,
di bersiva kêlan de bêbend û ayet dimam,
di reva axê de bêgav û bêdeng dimam,
di çêregeha xwînê de bê nav û bêreng dimam,
wek şûrê deryavanekî,
wek şînê xewnê,
wek gumana rût,
wek sîmirekî talanbûyî, diketim
û ji xweliya te çêdibûm.

Min reşekonê xwe li ser zikê Amûda bêrîkirinê
bi stûnên şewatê vedigirt
û dîsa bi keskê şewitî yê giyanê te diketim.
Min rondikên Amûda xwe bi destmala te zuha dikirin,
Min nalenalên Amûda xwe bi destên te dipêçan,
Min spardeya evîna wê di sînga te de diçand,
Û
Û
dîsa berbi te ve, ber bi dojeha dîroka te ve
û berbi şemala serjêkirî ya kulîlkên cubeyê te ve, dihatim!
Di nêrgiza zimanê te de dilerizîm,
Bi tîna gavên te dihiliyam,
Û Amûda min li pey te diderizî!







Berdewam dike ....


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE