rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


Berpirsekî YNK guman dike ku Kanî Yilmaz di serencama karekî terorîstî de hatiye kuştin

 



Endamê serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mehmûd Sengawî guman dike ku teqîna roja înê li Silêmaniyê ku di serencama wê de siyasetmedarê kurd Kanî Yilmaz û 2 kesên dî hatin kuştin, karekî plankirî bû. Sengawî dibêje, ew bawer dike ku trimbêl hatiye teqandin, ne ku ji ber çewtiyeke teknîkî şewitiye. Sengawî ev yek di hevpeyvînekê de bi ajansa peyamner re eşkere kir.
Di nûçekeyeke nû de peyamner dibêje ew kesê ku gerek bû di teqînê de bihata kuştin Mehmûd Sangawî bi xwe bû. Sangawî berî teqînê bi demeke kurt di cihê bûyerê re derbas bibû, ji ber wê jî guman tê kirin ku ew armanca kiryara teqînê bû.

Polîsên Silêmaniyê ta nuha jî bêtir bawer dikin ku teqîn ji ber çewtiyeke teknîkî çêbûye.

Kanî Yilmaz ( navê wî ê rastî Faysal Dunlayici ye) di 1950 de nêzî Urfa ji dayik bû. Yilmaz di 14.05.1980 de li nêzî Urfa ji hêla polîsên tirk ve hate girtin. Polîsan ew bi werîsekî bi hilîkopterê ve girêdan û bi wî şêweyî birin girtîgehê li Urfa. Dadgeheke tirkî 21 sal zindan ji ber endametiya wî a PKK de û 8 salên dî ji ber berevaniya wî a siyasî lê birî. Kanî Yilmaz piştî derbaskirina 9 sal û nîvan di zindana Amedê de, serbest hate berdan. Ew di 1993an de hat Elmanyayê û wek penaberekî siyasî hate qebûl kirin. Ew ji wê demê ve bû berdevkê Ewrupa ê ERNK. Di 1993an de rojnameya Hûrriyet a tirkî lîsteyek navên ku gereke ji hêla leşkerên tirk ve bêne kuştin belav kir, navê K. Yilmaz jî di lîsteyê de hebû.
Kanî Yilmaz di 26.10.1994an de li Londonê hate girtin. Tirkiyê û Elmanyayê ew ji Brîtanyayê xwestin, dawî ew di 19.08.1997an hate rêkirin bo Elmanyayê. Ew di 11.02.1998an ji hêla dadgeha bajarê Celle li Elmanya ji bo 7.5 zindan hate hikum kirin, lê ji ber girtina wî a li Brîtanyayê û sivikkirina cizayê wî ta nêvî ew di eynî rojê de serbest hate berdan.

Demekê piştî girtina serokê PKK Abdullah Öcalan, Kanî Yilmaz dev ji rêxistinê berda.
Partiya Welatparêzên Demoqrat (PWD) ku Kanî Yilmaz yek ji endamên wê bû, PKK (KONGRA GEL) bi kuştina K. Yilmaz tawanbar dike.













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE