rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

BEDIRXAN, KUTAY, ÇINAR… Û GULÊN LI SER KELBEŞÊ

 




Jir DILOVAN

Dîroknivîsê tirkan û kemalîstê mezin Cemal Kutay, roja 04.02.2006an di 97 saliya xwe de mir. Wî jiyana xwe ya dirêj bi nivîsandina187 pirtûkên derbarê tirk û tirkîtiyê de bûrand.

Baş e kî ye Cemal Kutay? Em hinekî wî nas bikin. Cemal Kutay, mîna gelek kesên navdar ên li tirkiyeyê ku ne bi nasnameya xwe, bi şêweya guleke ku li ser rahên kelbeşê bilind bibe jîyaye. Cemal Kutay lawê Tahir Beg e. Tahir Beg jî lawê Hiseyn Kenanê lawê Bedirxan Paşa ye. Ango Cemal Kutay lawê neviyê Bedirxan Paşa ye.
Piştî ku Bedirxan Paşa serî li dewleta Osmanî hildide û desthilatdariya xwe li Kurdistanê qaîm dike, sala 1847an dewleta Osmanî artêşeke mezin dişîne ser Bedirxan Paşa û desthilatiya wî hildiweşîne. Bedirxan Paşa bi wî û malbata wî ve tînin Stenbolê. Pişt re li Girîtê mecbûrî rûniştinê dikin. Piştî efûkirinê carekî din tê Stenbolê. Lê Bedirxan Paşa û hinek zaro û neviyên wî ku mêjiyê xwe nayêxin xizmeta tirkan û ji nasnameya xwe tewîzê nadin, derdikevin mişextiyê. Bedirxan Paşa bi xwe li Şamê diçe ser dilovaniya xwe. Miqdad Bedirxan di Misrê ve derdikeve û yekem rojnameya Kurdî “Kurdistan”ê diweşîne. Sureya, Celadet û Kamuran Bedirxan jî derdikevin Ewropa û vedigerin Şamê. Ew jî jiyana xwe di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de, di nava hejariyê de diqedînin.

Belê gulên ku ji vê malbatê şax vedan lê li tirkiyeyê xwe berdan ser rahên kelbeşê, ne Cemal Kutay bi tenê bû. Bi îlankirina Komara Tierkiyeyê re, Mistefa Kemal destê xwe avête vê malbata bi behre û jêhatî. Bi derxistina zagona paşnavan re, mebesta dilê xwe nîşan da û ji bo ku vê malbatê ji binî bihelîne paşnavên wan kirin “Çinar”, “Kutay”, “Zorlu” û hwd. Edî gelek kesên mîna Cemal Kutay xwe li ser rahên kelbeşê pahn kirin. Ji tirkan bûne tirktir û nasnameya xwe mandele kirin.

Ez çend navdarên din li vira binivîsim hûn ê derbarê wan de bêhtir bibin xwedî zanîn û agahî. Ji ber ku 42 zarokên Bedirxan Paşa bûn, ji bilî çend kesên me li jor hijmartibûn, hemû asîmîle dibin û ne bi nasnameya kurd, bi nasnameya tirkîtiyê bilind dibin. Lawê Bedirxan Paşa Murad Beg bûye Serokê Şûraya Dewleta Tirk. Tewfîk Elî Çinar û Elî Şamil Paşa yên ku serokatiya qulûba Galatasaray kirin jî ji malbata Bedirxan in. Salib Bey, biraziyê Bedirxan Paşa ye û walîtiya Şamê kiriye. Wasfî Çinar ê hevalê Mistefa Kemal ku wezîrtiya perwerdehiyê jî kirî, ji Bedirxanan e. Fatîn Ruştu Zorlu yê ku bi Ednan Menderes re hatî dardekirin jî ji vê malbata kurd a mezin e.

Ji van xizmetkarên tirkîtiyê, Tewfîq Elî Çinar û Cemal Kutay li nasnameya xwe vedikolin. Lê bi sedema ku malbat pir fireh e, qaşo biser nakevin. Lê gelo Ew Cemal Kutay ê ku 187 pirtûk, bi hezaran cild û bi milyonan rûpel dîroka tirkan nivîsî, nikarîbû dîroka malbata xwe binivîse? Lê ji ber ku ji ser rahên kelbeşê, digihîşt rahên gulan, dev ji wê yekê berda. Kelbeşa tirkan ji gulên kurdayetiyê çêtir girt.

Lê dema min li çapemeniya tirkan nihêrt, rastiyeke balkêş xwe nîşan da ku yên mina Cemal Kutay xwe ji nasnameya xwe bi heft ava jî bişon, ew nabin tirk. Lewra nijadperestên tirk di weşanên xwe de ew ji tirkîtiyê vederkirine û bi ser malbata wî de dehefandine. Xwezka ji gorê serê xwe bihildana û ev yek bidîtana. Bawer dikim ê li serê xwe bixista û bigota: “Min çi bi xwe kir ku min eslê xwe înkar kir?”

Dema ku mirina Cemal Kutay di rojname û televizyonên tirkan de hat ragihandin, derbarê pirtûkên wî û xebatên wî yên li ser dîroka tirkan de zanîn didan, Celadet. Kamuran, Sureya û Miqdad Bedirxan di çavên min de mestir bûn. Mîna her kurdekî welatparêz ku bi nirxên xwe ve girêdayî, ez bi wan şanaz û serbilind bûm.












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE