Wednesday, 27 June 2007 23:37
 

 

 

Zimanê Kurdî û dabeşkirina
ceografî ya
zaravên wî
 

 

Xeleka 3ê 

 

 

 

Fuad Heme Xorşîd

(Macistêr di Ceografiya de)

1983

Wergerandin ji Erebî

Cankurd

2001

  

 

 

Mijarêd pirtûkê:

Sergotina wergêr, Pêşgotina niviskar

 Zimanê Kurdî, Zaravên zimanê Kurdî

Nexşeya zaravên Kurdî

Encam

 

ΟΟΟΟΟΟΟΟΟΟ

 

The Kurdish language and the geographical distribution of its dialects

By

Fuad Hama Khorshid

Nr- in national library-Baghdad: 180-year 1983

 

 

 

 

Diyarî: Bo Bavê min Heme Xorşîd Mustefa

 

 

Birr 3

 

Nexşeya zaravên kurdî
 

Zimanê Kurdî û zaravên wî yên herêmî bi firehî belav dibin li hemî parçeyên başûrî û başûrê rojhilatî ji Turkiyê, û di derdorên sînorî yên bakurî ji Sûriyê, û di para bakurî û bakurê rojhilatî de ji Iraqê, û teviya rojavayê Iranê, ji bilî herêma Erebistanê.

 

Ew bi wê şêweyê li welatekî fireh ji başûrê rojavayê Asiya ve belav dibe û bi wê şêweyê, ku dawiyên wê yên bakurî ji Lînînikan (Ermenistana Sovyêtî) Qers, Erzerûm – Erzincan – Sêwas – Meraşê, û li başûrê rojavayî ji Efrîn- Çiyayê Kurdan – sînorên navdewletî yên turkî-sûrî,  çemê Dicle – rojhilatê girên Hemrîn, Mendelî – Çiyayên PiştkohDezfol û ta bi tixûbên bakurî rojhilatî yên Xelîçê Erebî (li Rojhilata Erebistanê). 

 

Hema dirêjayiyên wan li rojhilat, ewan digihin rojhilatê robarê Aras – Mako – Xoy – qeraxên rojavayî û başûrî yên zireya Orumiye – Çiyayê Sahind (Bakurê Meraxe) û ji wir de xêza xar û mar di gund û qeseban re derbas dibe: Ehmed Abad, Mesîr Abad, Bîcar, Esed Abad (rojavayê Hemedan), Karêz, Elî Cadir, Şarî Kurd (Rojavayê Esfehanê) û bi başûr ve ta Hesarê û Bender Dîlem di koşa bakurî rojhilatî û yê Xelîçê Erebî.

 

Zimanê Kurdî bi vê belavbûna fireh ne dûr e ji hikariyên zimanî yên zimanên din ên hevser li her aliyekî û ev tê wê wateyê, ku zimanê Kurdî di herêmên derdoran de û bi taybetî bi wan zimanan re, ku hevserên wê ne, bi nav hev û din dikevin, wek Turkî li bakurê rojavayî, û Farsî li rojhilat û başûrê rojhilatî, û Ermenî û Turkmenî li bakurê rojhilatî, hema di herêmên navendî de  zimanê Kurdî û zaravên wî xudan paqijiyeke diyarin, bi egera dûrbûna van herêman ji hikariyên zimanî yên hevser, di dema ku hinek bêjeyên biyanî, di ciyên ku ziman bi nav hev û din dikevin, ketine di nav de.

 

Mebesta me jî  ji derbasbûna nav hev û din a zimanî ewe, ku çi serhedên (sînorên) zimanî yên, ku navbera zimanê Kurdî û zimanên, ku hevserên wê ne, weku sînorên ramanî yên, ku dewlet û sazmanên wan ên ramyarî ji hev û din cihê dikin, nînin, lê belê herêmên bi nav hev ketine koçbereke an herêmeke cîguhartiniya tev li hev e, ji herdu zimanên hevser, ku derbasbûna di nav wê re, cîguhartineke tevayî bo zimanê din bi xwe re tîne, û wek nimûne ji vê yekê re tev li hev bûna zimanên li bajêrên serhedî ye. Hema li ser parvekirina (tenzakirina) ceografî ya zaravên zimanê Kurdî, ewe, ku zarava Kurmancî ya bakurî li parçeyên bakur û bakurê rojavayî ji Kurdistanê belav in, û Kurmanciya navîn li herêmên navendî û navîn ji Kurdistanê, di dema ku Kurmanciya başûrî li hêlên başûrê rojhilatî ji Kurdistanê, belav in, hema zarava Goranî li herdu welatên (Iqlîmên) zaravên Kurmanciya bakurî û navîn belav in, û mera dikare vê tenzabûnê bi hûrikî ji vê nexşeyê û ji vê ravekirinê berçav bike:

 

 

A)   Zarava Kurmancî ya bakur :

B)      

Ev zarave bêtir ji hemî zaravên kurdî yên din belav dibe, çiku Kurdên Turkiyê (Parêzgehên Bayezîd (Karkose) – Wan – Çolmêrg- Sêrt- Mûş – Mardîn – Diyarbekir – Xerpût – Adîyaban (Adîyaman) – Gazî Entep, û birrên rojhilatî ji parêzgehên Meraş û Sêwasê û parçeyên başûrî ji herdu parêzgehên Erzerûm û Qersê) û wilo jî Kurdên Yekîtiya Sovyêtistanê (Li başûrê rojavayê Ermenistanê) û rûniştvanên parêzgeha Dihokê û qezayên Zîbar û Imadiyê û Sincarê li Iraqê.

 

Serhedê zimanî yê başûrî, ku vê zaravê ji zarava Kurmancî ya navîn cihê dike, ew xêza pêjinî ye, ku ji qeraxê rojavayî ya orta  zireya Orumiyê ve ( li ba serhedên Iraqî-Iranî), pişt re çiyayê Hilkurd, û pişt re ew xêz bi nêzîkî di tenga bakurê çemê Rewandozê re ta xalika tevlêbûna wî bi Zabê Mezin re, pişt re ew xêz digude di bakurê Zab re û di tenga wî re ta xalika rêtina wî di nav çemê Dicle ([34]) de.

 

 

Ji ber belavbûna fireha vê zaravê, ji wê hinek zaravên navçeyî yên, ku tenê piçekî ji hev cihê ne, şax dane û wan zaravên liqî bi vê şêweyê tên rêzkirinê:

 

1. Bayezîdî: Li bakur û bakurê rojhilatê gola Wanê

2. Hekarî: Başûr û başûrê rojavayê gola Wanê

3. Botanî: Li derdora geliyê Botanê, Sêrt, Ertûş- Cizîrê û Diyarbekir (Amed)

4. Şemdînî: Li koşa başûrî rojhilatê Turkiyê, rojhilatê Zabê jorîn û herêmên derdorê wê li Iranê.

5. Behdînanî (Behdînî): Li parêzgeha Dihokê û qezayên Zîbar, Imadiyê û Sincarê li Iraqê

6- Zarava rojavayî: Xerpût, Urfa, Efrîn û Meraşê (Bi ser van herêman ve Kurdên Heymanê-derdora Enqerê- û yên Qoniye li rojavayê Turkiyê – Cankurd)

 

C)   Zarava Kurmancî ya navîn:

D)    

Ev zarave li jêriya xêza, ku me li jor gotiye, belav e, ew xêz vê zaravê ji Kurmanciya bakurî ta bi çemê Sîrwan û Xaneqîn li başûr cihê dike û ji rojhilatê girên Hemrîn li rojava û ta bi xêza ji çiyayê Sahind, Mesîr Abad, Bîcar, Esed Abada li rojhilat dikişe. Lê dawiyên wê yên başûrî, dibe ku bi xêza averêkirinê bite îvkirin, ewa ku ji Qesrê Şîrîn ber bi Kermanşah-Melayîr ve dikişe û ev zarave bo şar zaravên herêmî parve dibe:

1-    Mokrî: Li Şino, Nexede, Miraxe, Miyawindab, Şahîndiz, Seqez, Bûkan, Bane, Serdeşt.

2-    Soranî: Li parêzgeha Erbîl li Iraqê (ji bilî qeza Zîbar) û navenda wê bajarê Erbîl e.

3-    Erdelanî: Li Sine, Bîcar, Kinkor, Rewanser û bakurê herêmên Ciwanro û navenda wê bajarê Senendec (Sine) ye.

4-    Suleymanî: Li parêzgeha Suleymaniyê û hinek herêmên qeza Xaneqînê li Iraqê.

5-    Germiyanî: Eve jî pir ji Suleymanî ve ne cihê ye, lê dîsa jî ev zarave namdar bûye û bi taybetî li navçeyên Kifrî, Qere Tepe, Kerkûk li Iraqê. (Em bala xwe didinê, niviskar her li ciyê Kurdistan: Iraq dinivîse, ev ji ber ku wî pirtûka xwe di dema cenga Iraqî-Iranî de li Bexdadê çapkiriye-Cankurd)

 

E)   Zarava Kurmancî ya başûrî:

F)       

 Ev jî zaraveke kurdî ya xweş belav e li iqlîmê, ku di navbera rêya giştî ya nav Qesrê Şîrîn, Kermenşah û Melayîr de, ji aliyê bakur ve, û ta hêlên bakurê rojhilatî yê Xelîcê Erebî ji başûr ve û ew zarava, ku êlên Lorî yên kurdî pê dipeyivin, ewên di vî welatê ku bi piranî bi navê welatê Luristanê tê nasîn, cîwar bûne, lew re hinek niviskar vê zaravê bi navê zarava Lorî navdikin.

 

Lor jî pareke giring û kevin e nijadin ji gelê Kurd, û Şerefname aniye zimên, ku egera navkirina vê komikê ji êlên kurdî bi (Lor) ewe, ku berê li wilayeta Manordê gundekî bi navê “Kurd” hebû û li nêzîka wî tengeyek bi zarava wê derê hebû, ku bi navê”Kol” bû û di wê tengeyê de ciyek hebû jê re “Lor / Lur” digotin û van êl di koka xwe de li wî ciyî bûn û lew re wilo hatin navkirin, û gava hejmara rûniştvanên wî newalî pir bû û ji wan tijî bû, êlên wir bar kirin herêmên derdorê, lew re van êl bi “Lorê makdar” an “ Lorê biçûk “ tên naskirin. Hema êlên kurdî, ên ku cihên wan ên mak di wê herêmê de ne, ango di geliyê Kol Manrod ê berê navkirî de tune bûn, lê wan ji navçeyên din ên kurdî koç kiribûn wî welatî (Iqlîmî); ewan ji êlên Lor ên Mak nayin jimartin, û bo naskirina wan ji êlên Lor ên Mak navê Lorê Mezin ji wan re tê gotinê.

 

Li ser vê bingehê, êlên Lor ên kurdî, bo van herdu desteyan tên parvekirin:

 

 

 

1-     Lorê Mezin:

Ji êlên Bextiyarî, Mamasanî û Kohgilo pêda dibe, û ewan êlin kurdî ne, ji navçeyên din ên Kurdistanê di demin dûrokî yên cihê de, bi darê zorê û carinan jî bi dilê xwe koç kirine welatê Loristanê û niha ew nîvê jêrîn ji Loristanê digire.

 

2-     Lorê Biçûk:

Ew jî obeke mezin e ji êlên kurdî yên li vî welatî, pir ji zû ve cîwar bûne, gelek kevnarin wek kevnarbûna gelê Kurd bi xwe, û ji namdartirîn êlên wan niha Dilfan, Silsile, Balgirêwe û Emale li navçeya Pêşkoh û Feylî li Piştkoh, û navê lexem ê Feylî bi şeweyekî giştî bo obeke êlên Lorê Biçûk hatibû lêkirin, û jê re jî digotin “Feylî Lor” lê belê ev lexem, ango Feylî, îro bi kar tê, û heger bi kar jî hat, tenê bo êlên herêma Piştîkoh tê gotinê ([35]) û zarava Kurmanciya Başûrî bo van liqan parve dibe:

 

a- Lorê Mak ( an Feylî) ([36]) original Luri (or Faili)

b- Lekî (Lakkî)

c- Kelhorî (kalhurî)

d- Bextiyarî

e- Mamasanî (Mamasani)

f- Kohgilowî (Kuhgilu)

 

Lorê Mak, ew zarave ye, ku êlên kurdî yên li herêmên Piştîkoh û Balagirêwe cîwarin, pê dipeyivin. Ango di nîvê bakurî yê welatê Loristanê de, hema Lekî ew zarave ye, ku êlên kurdî yên bi wî navî (Lekî) nasin, pê dipeyivin, û ewana li herêma Pêşkoh li Loristanê bi cih in, û ji êlên wan êla Xewacewend, Ebdilmalikî, Nadawend, Şûca, Xişan û Katawend. Û hinek dibînin, ku herdu êlên Dilfan û Silsile û Pîranwend (Bîran) jî ji Lek in, û jimara Lekan di destpêkên sedsala Bîstan de dora (20.000) kes bû ([37]) Kelhorî jî ji aliyê êlên Kelhorî yên kurdî yên kevinenijad ve tê axiftin. Rawlinson jimara wan sala 1838ê’dora 20.000 mal texmîn kiriye, ango nêzîka 100.000 kes, nîvê wan li gelek hêlên cihê ji Fars belav in, û ên din jî di kelehên xwe yên  Kevin de ne di hembêza çiyayên Zagros de. Desteya ji wan li herêma Kermanşah daniştiye, parve dibe:

 

 

Şahzade û Mensûrî, û jimar malbatên wan herdu liqan (8000) û (2000) malbat e. û Şahzade serdestin li deşta Mahîdeşt a, ku ji Kermanşah ta bi Mendelî dirêj dibe..Hema Mensûrî zeviyên wan biçûk in, li gor liqê yekemîn, û ewana li jêriya Gîlan cîwarin ([38]) û bi wê yekê hersê zaravên liqî: Loriya Mak, Lekî û Kelhorî li nîvê bakurî yê Loristanê serdestin. Hema Bextiyarî, ew zarave ye, ku êlên Bextiyarî yên kurdî yên namdar pê dipeyivin, û jêder tînin zimên, ku van êlan dora 1106ê zayînî ji parên bakurî yên Kurdistanê koç kirine Loristanê, lew re ewan ne ji Lorên Mak in, û Bextiyarî du destine:

 

a)    Heftling (Heft êl an heft qalçe) û niha ev deste “Taîfe” pêncî û pênc lignin an êlin, û ew navçeyên hewzê çemê Karon digirin û piraniya wan koçerin.

b)    Çiharling (Çarêl an çar qalçe), û ev deste di dema niha de bîst û çar qalçe ne an êlên biçûkin, navçeya ku di navbera çemê Karon û çemê Zalikî de digirin, û piraniya wan cotkarin cîgirtî ne.

 

Û bi Bishop Xanimê jimara kesên êlên Bextiyarî di nava sedsala Nozdehê de dora (29100) mal texmîn kiriye, û wê aniye zimên, ku jimara endamên wê di zikê sedsalî de, ango dora 1890 de bêtir bûye, gihaye (232800) mal, û ew jî bêguman jimareyeke mezin e.

 

Hema Mamasanî, ew zarava êla Mamasanî ya kurdî ya naskiî ye, û Corzun jimara kesên vê êlê di sala 1884,ê de bi 19000 kes texmîn kiriye, û di jimartineke din de jimara wan bi (2700) malbat hatiye texmîn kirin. Lê nave vê êlê ji nave avakarê wê Muhemed Hesen hatiye ([39]).

 

 

Îro di va êla kurdî ya mezin de û li hêlên jêrîn ên rojhilatê Kurdistanê cîwar bûye, van beş hene:

 

-        Bekşî: û di wê de (1200) mal hene û 17 pêtikên wê hene.

-        Coyî, an cawîdî: û bow ê 700 mal û 16 pêtikên wê hene.

-        Rustemî: û (800) malên wê hene, û ji van herdu desteyan e:

-         

a)    Xan Elî Xan

b)   Imam qilîxan

c)       

Û bo her desteyekê komek ji pêtikan hene ([40])

 

Hema zarava Kohgilo ew zarava êlên Kohgilowa kurdî ye, ewa ku li başûrê navçeya Bextiyarî bi cih û war e.

 

Û li dora çiyayê Dîna û Kanîgehên çemê Çirahî ta Ram Hirmiz û Behbehan, û li rojavayê wan Erebên Ehwazê cîwarin û li rojhilatê wan êlên Mamasanî yên kurd belavin. Û êlên Kohgilo bi du beşan tên dabeşkirin:

 

                       a) – Koma Piştîkoh:

                                   1. Bûyîr Ehmedî

                                   2. Doşmen Ziyarî

                                   3. Seyid Riza Tewfîq

                                   4. Tabî Bîlal

                                   5. Tabî Bînî

                                   6. Tacî Tîbî

                                   7. Behmehî

                                   8. Carnûn Fişliyan

                                   9. Bawî

                                   10. Noyî

 

                       b) - Koma Jêrkoh:

                                   1. Axacarî

                                   2. Begdalî

                                   3. Bawilî

                      

û bo her liqekî ji van liqan komek ji pêtikan heye ([41])

           

 

G)  Zarava Goranî:

 

Zarava Goranî ([42]) li navçeya, ku li bakurê rêya di navbera herdu bajarên Qesrî Şirîn û Kermenşah de û ber bi başûr ve, ta çiyayên Hewraman li bakur, û ji kanîgehên çemê Sîrwan li rojava ta Kermenşah li rojhilat û Goranî yên li vî welatî di nav xwe de yekîtiyeke êldarî pêda kirine, û bi yek zaravê dipeyivin, ku nave zarava Goranî lê bûye, çiku êlên Hewraman û Rîcab û Kanule – nêzîk Kermenşah – û liqên mak ji êlên Sincabî û Goran û Bacilan ([43]) pê dipeyivin, û wilo jî Şebek ên, ku li bakurê bajêrûsilê li hewzê çemê Xoser de daniştîne. Û ev zarav parve dibe van çar liqan ([44]):

 

1.     Goraniya mak

2.     Hewramanî

3.     Bacilanî

4.     Zazayî

 

Bi Goranî ya mak niştevanên navçeya Kirind – Zehaw û Ciwanro dipeyivin, wek çawa Kakaiya Tawûq û hinek êlên Zengene li nêz Kifrî ([45])

 

Hema Hewramaneke xir nazik û başposîdeye ([46]) pê niştevanên çiyayên Hewraman , Pawe û Pilinkan û derdorên wan dipeyivin. Hewramanî jî bi du şaxan tê parvekirin:

 

Lehon û li rojavayê zincîra çiyayên Hewraman ( ango li Iraqê) ([47]) daniştîne û Text li rojhilatê wê zincîrê (ango li Iranê).

 

Hema Bacilanî zaraveke tertbelav e, parek ji ên, ku pê dipeyivin li Mûsilê ne û bi Şebek têne nasîn, û li Zahaw, bakurê Loristanê li nêzîka Xaneqînê ([48]), li Qoret, Horîn û Şêxan (Nehiya Mîdan) li Iraqê, û tevî ji hev belaavbûna navçeyên vê zaravê bi vê çêweyê, zarava ku Bacilanî pê dipeyivin, li hemi navçeyan wek hev e, lê ji tevlihevbûna Bacilanî bi Kurmancî ya navîn re, boy a paşîn hikariyên zimanî yên rohn li ser wê hene ([49]).

 

Zazayî yek ji zaravên Goranî yên liqî ye, lê tiştê nedîd di vê zaravê de ciyê wê ye, loranî ew ne di nav welatê zarava Goranî de ye; ew li welatekî pir jê dûr e, ber bi bakur ve [Dibe, ku ewan di demeke zû de ji cî hatibin hilkirin wek Kurdên, ku niha li Heymanê –nêzîka Anqerê- ne û ewên, ku li Qoniyê ne- Cankurd ]. Û mera dikare navçeya bi navçeya ku di navbera Erzerom, Mûş, Xerpût, û Erzincanê de sînor bike, û bi pevekek din a rohntir, ew li wa navçeya, ku di navbera herdu rafidên çemê Murad û çemê Firat (Firat Su) de dimîne, tax ala ku ewan tê de rast hevdu tên li başûrê çiyayê Meşîr (Muşîrdax), ango di nav herêma Dêrsim de ([50]).

 

Zarava Goranî, weku Soan û Driver anîne zimên zaraveke ne jîndar e ([51]), û dibe ku egera wê baweriya wan kêmbûna kesên, ku bi vê zaravê dipeyivîn, li gorî teviya zaravên kurdî yên din. Û ji ber tunebûna ewê ku bi vê zaravê hatiye nivisandin û kêmbûna wî, ango ji ber hejarbûna vê zaravê ji aliyê kelepûra wêjevanî ve. Çiku serdema zêrîn a tenha, ku ev zarave jiyaye, ew gulşenbûna, ku li ser destê şehzadeyên Erdelanî de dîtiye ([52], ewên ku li mîrnişînên xwe bi dilgermî piştgîriya hozanvanû wêjevanên, ku bi vê zaravê dinivisandin û hozan diristin ([53]). Lê belê ev zarav hate xare gava ev mîrnişîna kurdî bi destê Qaçaran sala 1867ê ([54]) hatiye roxandin, û wilo jî mîrên Babaniyên pêşser piştvaniya hozanvanên vê zaravê kirin ([55]).

 

 

 

 

 

[1]             ) Lauard, Austen H., (Discoveries among the ruins of Nineveh and Babylon, with Travels in Armenia Kurdistan, and Deser), New York, 1853, p. 374 -       Driver, G.R., (studies in Kurdish History), B.S.O.S., 1922, Vol.11, part 111, pp. 493-505

[2]             ) Creagh, James, (Armenians, Koords, and Turks), London, 1880, p. 170.

[3]              ) Soan, E.B., (Notes on the phonology of Southern Kurdish), J. R.A.S., 1922, part 11, p. 192.

[4]              ) Edmonds, c. j., (The place of the Kurds in the Middle Eastern Scene), R.C.A.J., 1957, Vol.XIV, part 11, p.147.

[5]              ) Noel, Edward. (The place of the Kurds in the Middle Eastern Scene), R.C.A.J., 1958, Vol.XIV, part 11, p.147.

[6]              ) Justi, (Kurdische Gramatik), SPB, 1880 – Socin, (Die Sprache der Kurden), in Grundriss der iranischen Philologie, 1-2 Strassburg, 1898-1901

[7]             ) Edmond, C.J., (Kurds, Turks and Arabs), London, 1957, p. 7

[8]              ) زكي محمد أمين (خلاصة تاريخ الكرد وكردستان) ط2، بغداد، ح1، بغداد 1961، ص56-305

[9]              ) Soan, E.B., (Report on the Sulaimani Distirict of Kurdistan), Calcutta, 1918, p. 85.

[10]            ) Charpentier, Jarl, (The original Home of Indo-Europeans, B.S.O.S., Vol.Ic, 1926-28, p. 149.

[11]            ) براستد، جيمس هنري، (تاريخ العصور القديمة) ترجمة داود قربان، بيروت، 1926، ص 135. وكذلك أنظر

               : Charpentier, Jarl, op-cit, p. 146

[12]            ) Bêjeya Arî bi şaşî bûye navê pêşserên gelê Indo-Europî, lê rastî ewe, ku bêjeya Arî ji navê Yûnanî yê ku bo teviya sirta Iranê ji çiyayên Zagros de li rojava û ta bi çemê Sind li rojhilat, hatiye. Ew herêm hîngê bi navê Aryana dihat nasîn, û ji wî jî navê Iranê yê niha hatiye. [ Vegere: Birasted- James Henry, jêdera berê. R. 135]

[13]            ) Bêjeya Arî bi çewtî bo pêshserên gelê Indo-Europî hatiye bi karanîn. Di rastiy da bêjeya Arî ji navê yûnanî yê, ku li sirta Iranê kirine, hatiye. Ew sirt a ku bi navê Aryana  çiyayên Zagros da li rojava ta bi çemê Sind li rojhilat diçe, û ji wê navê Iranê yê niho hatiye. Vegere:  راجع براستد، جيمس هنري، المصدر السابق، ص