|
Sebrî Silêvanî www.silevani.com
(( Kesê ronakbîr ne ew e yê ku alavên berdest bi kar bihîne belê ew
e yê ku bi alavên xwe yên taybet cîhanek berdar ji tuneyiyê ava
bike.))
Hîgil
Her kesê ku felsefeya helweşandinê ya Cak Dirîdayî xwandibe û heta
radeyekê têgehabe, ew dê bizane ku bêhtiriya hewldanên me – heta
niha – kêm in.
Ew hewldan basariya me, deqisiya bejnên me, gendeliya xaneyên
mejiyên me, diselmînin.
Hêj deqê serbixwe – wek pêwîst - nehatiye avakirin û sedemên wê
çendê jî bi piranî navxweyî ne belê kes rahatine ku sedem û gunnehan
bikin para aliyê beramber yan hêza derve.
Lawaziya mirovî nabe mehane yan belge bo hêza aliyê beramber,
herwesa wekî din.
Nexwe, çima li demên tengasiyan em penayê bo hêzên derve dibin û xwe
wek pêkhateyek serbixwe ( form û avahî ) ji bîr dikin yan feramoş
dikin?
Eflatonê şagirde wek derperîn bi têr û teselî li ser nivîsand belê
hêj pêwîstiya karwanê mirovayiyê bi pirsyar û gumanê heye.
* * *
C. Kiristîva dibêje: ((nivîskar wek hest û nêrîn bo jiyan û cîhanê
mir, yêdî nemaye, nivîskariyê – deqî- jî yasa û zagonên xwe hene û
ew yasa û zagon dikarin nivîskariyê ji axivtina baw cuda bikin.))
Nivîskarî ne tenê bîr û boçûnên tekekesane ne çunkî her takekesekî
bîr û boçûn hene belê ne her takekesek nivîskar e. Xwederbirîn mafek
rewa ye bo her takekesekî di komelgehê de, belê pêgirî bi yasa û
zagonên zimên û nivîkariyê jî erkeke bê yeman e.
Pirsyar: aya pesndan yan civîn û buxtan nivîskarî ye yan tenê reftar
û hezên takekesane ne?
Arastekirina pesin yan cinêwan bo kesan çi mifayê xwe nîne bi taybet
ji bo prosesa nivîskariyê, ji ber ku prosesek zindî û berdewam e.
Kesê ku bixwaze deqê xwe bi pesin yan civînan biherimîne yan bikuje,
ew kes ziyanê digehîne gelek pêkhateyan bi taybet pêkhateyên rexneyê
û aniha ji her demek din bêhtir pêwîstiya me bi avakirina zimanê
rexnegiriyê heye.
Mafê te heye ku tu pesnê kesekî bidî bi taybet yê desthelatdaran,
yan civînan araste bikî, belê ne di nava deqê nivîsarê de çunkî –
wek min amaje bo kirî – yasa û zagonên xwe hene.
Ne tenê kesê civîndar ziyanê digehîne prosesa nivîskariyê û zimanê
rexnegiriyê belê kesê pesindar jî gunnehkar e.
Pirsyar: eger kesek civînan araste bike û kesek din jî pesnan, nexwe
çi ciyawazî di navbera herdû kesan de dimîne? Mebesta min aliyê sinc
û akarî ( exlaqî ) ye.
Kewate: hebûn û nebûna kesê pesindar dimîne li ser hebûn û nebûna
kesê civîndar.
Pesin û civîn ne tenê ziyanê peyda dikin belê bêrêzî ye jî.
Erê, bêrêzî ye bo sê kesan: nivîskar ( yan jî kesê ku dinivîse),
deqê nivîsarê, xwendevan.
Xwediyê pesin yan civînan bêrêziyê di derheqê xwe de dike, xem nake,
çunkî ew hildibêjêre. Belê bi çi mafî bêrêziyê di derheqê deqî û
xwendevanan de dike?
* * *
Li cihek din C. Dirîda bi xwe jî amajeyê bo dike ku deqê serbixwe
gerek e vekirî û azad be, heta wê radeyê ku nivîskar bi xwe jî
hindek caran lê tênegehe.
Nivîsar yan deqê serbixwe – vekirî û berfereh – di hemû kawdanan de,
bi taybet li demê peydabûna diyardeyan, bi ser dikeve û binemayên
saziya nivîskariyê diçespîne. Belê nivîsar yan deqê neserbixwe –
daxistî û berteng – nikare bi ser bikeve û hewldana hizrîn û analîzê
li bal herdû cemseran - nivîskar û xwendevan - radiwestîne û di
encamê de ziyan digehe deqî û xweristeyê peyamê radigehîne û
evca ew peyam dibe tenê derbirîn bo hez û arezûyên kesayetiya
nivîskaran.
Li nava civakên saz de nivîskar dibe jêderê efrandin û afirandinê,
wek pêkhateyek erênî û têgehek hevtevav dibe serge ji bo helwîst û
biryar û guhorînan. Ew nivîskar dikarin peyamê bikin deq yan nivîsar
û dikarin jî di cihê xwe de fermanan bidin. Belê li civakên nesaz de
– civaka me wek nimûne – nivîskar dibin jêder bo peydakirina hera,
xergele û ajaweyê. Bi peyvên bêwate zimanî bi peyama ( ezbeniyê)
birîndar dikin.
Di bazinê yasaya sinc û akarî de, ezbeniyê peywendî bi rêzgirtinê ve
nîne ji ber ku bermaya felsefeya desthelatê û buhujandinê ye.
Di heman civakan de bûyerek biçûk dikare dehan nivîskaran (
nivîskarên lamij) peyda bike belê deh nivîskar ( dîsan yên lamij)
nikarin bûyerekê peyda bikin.
Wek ku min berî niha – di gotarek din de - amaje bo kirî: pîrozî di
cîhanê û jiyanê de nîne û bikarhînana peyama pîroziyê yek e ji
pîvanên lawaziya nivîskaran wek ferheng, şêwaz û derbirîn. Kesek
tune ye, tiştek tune ye ku bikare li beramber pirsiyarekê - tenê yek
pirsiyarê - û hindek gumanê xwe rabigire.
Dema ku tu pirsiyarekê derbareyî tiştekî yan kesekî araste dikî, wî
çaxî wateya pîroziyê namîne ji ber ku guman peyda dibe. Guman rêya
herî nêzîk e bo rastiyê belê hêj piranî dibêjin bawer bike, belê kes
nabêje gumanê bike. Xuya ye ku bawerî bûye pirsgirêka serdema me.
Rastiya me bi serê xwe tirajîkomêdiya ye.
Deqek biçûk, nivîsarek biçûk, bûyerek biçûk, dihêle ku em bibin
mesînhilgirên desthelatdaran yan jî wekî din; bibin neyarên
desthelatdaran û di herdû baran de deq û nivîsar û pêkhateya
aşnabûnê berziyan dibe û delîveyên peydabûna insiyatîv, diyarde û
dahênanê bi dawî dihên.
|