| |
Ezîz Xemcivîn
Evîndarê got:
Dem çû…..?…...!!
Kat li katê ne hat….?….!!
Tirazûya firîna rewanan,
li kaşkaşokên bêciriyê şikest.
Dem li hev nehat
buhar ji buharê cuda hat!!
Evîndar got:
Çima dem çû?…..!!
Çav çiya ne
bi derengî çav li hev dikevin!!
Bi şêranî dil geş in;
barana hestan li ser omîdên me herdem bi nexş e..!!
Helbest
Demeke xweş bû
li ser çimên dil
hergav civîna çivîkên hizra te bû
demeke rengîn bi awaz in bengîn
li ber lêvên kaniyan
ew jî li gel masiyan
bi roniyê re dikeniyan;
em bi tenê bûn
xweşava me*
sirûda hêviyên me
têlên di navbera awirên me de
bi dehan perwane li ser ewan diciviyan…!!
Demeke xweş bû
girê dilên me bi hev şêrîn û şêrêz bû
tu mêwa ji zêran zengîn bû yî..
goşiyên peyvên evînî
li civanê şevînê
doşava bişirandinê*
devê me di ewan mijmijokan de
bêtir li hev dibaniyan..
Demeke xweş bû
naziya nerîna te
çi dergehên dar li ber vedibûn..
çi girtîgehên dilên bêdeng
bi dengvedanê li ber helbesvaniyê di teqiyan…!!
Demeke xweş bû
bisk û peravên delîveya xweziya me geş kir..
du qazên hevcot
li bejana çemê hêviyan,
du mendalên bê tawan
li landikekê,
du şevreşkên windayî
li tunelê tarîşevekê...
li nav çeplê nêrgizekê em bi hev gihan.
me sînga xwe da hev
li panava şeydayê
du marên ziya li hev geriyan
wisan
bê dudilî evînê em li hev gerandin;
nişkaveyî me xwe dît
Lavlavkeke bejin naz li pencerekê…
11/1/2006
Alain
Emirates
|
|