rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 


 


Min ji welatê xwe barkir

rojava.net 13.01.2006

 




HENRÎ Komasiyas
Werger: Anahîta Hemo



Min barkiribû ji welatê xwe
Min barkiribû ji mala xwe,
Jiyana min
Jiyana min ya malwêran
Dibûre bê sedem.
Min barkiribû ji roja xwe,
Min barkiribû ji derya xwe ya şîn
Têbîrên wan, ji xew radibin
Piştî xatirxwestina min
Rok, roka welatê min yê windayî,
Şaristanên gewr yên min ji wan hezkiribû,
Keçên ku berê min ew naskirirbûn
Min oxir ji hevalekê xwestibû
Hêjî çavên wê dibînim
Ew çavên mijkirî,
Ji giryê xatirxwestinê;
Dîsa zeredekenê wê dibînim
Nêzîkî rûyê min
Bi êvarên Gundên xwe mijûldibûm
Lê, li ser keleha ku min dûrî îskelê dike,
Rêzde, di nêv avê de ye
Bi teqîna wê, teqîna wê mîna qamçiyekî,
Min pir nerîbû, li van
Çavên şîn ku lê digeriyan,
Deryayên ew di sîpêlên poşmaniyê de,
Noqkiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiirrrrrrrrribûn

 

 




 


 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE