Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:07

 

 




Ji weşanên Dezgeha Sema ya çandî û hunerî .. Yekem berhema helbestvanê kurd Abdulkadir Musa (Çengên te … Ez bi firê… xistim ) derket

Hozan Emîn



Di bin navê (Çengên te … Ez bi firê… xistim ) helbestvan Abdulkadir Musa berhema xwe ya yekemîn derxist Pêşberî xwendevanan û niha li Almanîya û Dubey û Herêma Kurdistana Îraqê tê belavkirin .
Ev berhema ku ji navnîşana xwe diyar dibe Ku Helbestvan Ked û zehmetîya xwe ya ku di jîyanê de dîtîye ..? Li Deverên dûr ji xaka welat û di Jiyana koçberiyê de ku Pêşberî wî hatine bi hestên nazik û bi dîmenên pir bi êş û jan helbestên xwe nivîsandine ..
Em wexta behsa wî bikin divê ku em ji bîr nekin ku windabûna hevjîna wî û delala ber dilê wî (Gulîstan) ew Keça ku bi hêvîya hevgihînê dildoz bû û di kêlîkek kurt de weke mûmekê vemirî. Vê bûyerê di jiyana wî de, kulek din li ser kulên wî zêde kir û muhra xwe li helbestên wî xistine .

Hêjayî gotinê ye ku ev berhem li Herêma Kurdistan a Başûr ya Azad (Hewlêr ) hatiye çapkirin û Pirtûka (7)an e ji weşanên Dezgeha Sema ya çand û Hunera Kurdî li Imarata Erebî ( Dubey).
Pêşgotina berhema wî mamoste Selîm Biçûk nivîsîye û gotiye
ku (Abdulkadir vê êşê van têkçûnan van xewn, hêvî û evînên mirî di helbestên xwe de bi gewde dike û dinehwirîne )
Pirtûk ji 68 rûpelan pêk tê û di nava xwe de 13 helbestên nûjen û berfireh dilorîne .
Û berg û derhênan ya hunermend Reşîd Hisso ye. Motîvên nava pirtûkê yên hunermenda elmanî : Bettina Pfeiffer ne.
Li çapxana Kewêl – li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye çapkirin û li pirtûkxana giştî ya wezareta rewşenbîrî hatîye spartin, jimara wê 939 .

Kurte Jiyana Helbestvan .. Abdulkadir Musa

Abdulkadir Musa di sala 1969 wek nixuriyê dayka xwe , li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bûye. Li wir dibistana xwe ya serekî bi dawî kiriye û di sala 1987 dest bi xwendina Ziman û toreya Firensî li Zanîngeha Helebê kiriye û bi dawî nekirîye .
Di navbera salên 1986-1991 ê helbest bi zimanê erebî nivîsîye û di rojnama û kovarên erebî û kurdî de belav kirîye .
Ji wê salê û şûn de bi zimanê kurdî dinivîse û werdigerîne .
Ji dawîya sala 1995 an li Almaniya dijî bi helbestnivîs û wergerandinê re mijûl dibe .

ji Berhema wî vê Helbestê hildibjêrim .

Tu bûka berfê

Tu,

Ewê qeresiya sortirîn dilê
di devê min re derketî, di binê piyalê de nehêle…
ewê pêşkêşî min bike,
ez bi tirs im ku lêvên te di devê xwe de ji bîr bikim…
û ji hemû rengê meyweyan
bitengijim.. !
Tu,
Ma te nedît ! Bê çawa kuçên
pêpilka ’’Turm’’ ji ber pêyên me
dişemitîn û dîlaneke mest…
Mil li hêlekê
Ser li hêlekê
Kinc li hêlekê
Laş li hêlekê û can, du can ha.. !
Bi maçan diçûn mirinê
Yasemîn li kenaran hilor dibûn,
di koça dirêj û teng de.
Ma te nedît ! Pencên min yên nîvkuştî,
Meyweyên kerik li ser bejna te
diwerandin, û bi tîna silavên
dildarên li paş tixûban ew bi şaxên te ve dimişmişandin.


Ev Helbest bi dawî nebûye Hun dikarin di pirtûka wî bi tevayî bixwînin





 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1