Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:05

 

 






Stirana hozan Serhed „Hewlêr“ helbesta Dilşa Yûsiv e






Dilşa Yûsiv: Min helbesta Hewlêr di nava nîv saetê de, li ser daxwaza hozan Serhed hûna. Wî mûzîk û awaz berê amade kiribûn û dixwest wek berhemekê di festîvala yekem ya bîranaîna Hewlêrê de li Silêmaniyê pêşkêş bike.

Êrîş û tevkujiya Hewlêr di 17 gulana 1997an de qewimî. Piştî salekê festîvala yekem ya bîranîna vê bûyerê li bajêrê Silêmaniyê hat lidarxistin. Festîval 5 roj çalakiyê çandî û hunerî bûn. Şehîd Serhed dixwest berhemeke taybet ji bo festîvalê pêşkêş bike. Awaz û mûzîk amade kiribûn, ji bo min nehwirand û xwest ku gotinan bihûnim. Min jî, piştî nîv saetê ji bihîstina mûzîkê helbesta Hewlêr hûna. Her weha berê jî helbesteke min li ser wê bûyerê hebû. Ez bi Serhed re axivîn û min got helbest amade ye. Hema yekser em çûn stodiyo ji ber ku berê mûzîk hatibû tomarkirin. Lihevhatinek baş di navbera mûzîk û gotinên helbestê de hebû.
Xwediyê stodiyoyê bi rêzdariyeke bilind nêzî Serhed dibû, wî nirxên hunermendiya wî nas kiribûn. Serhed yekser helbest girt û derbasî stodiyo bû, careke tenê prova kir.
Stirana Hewlêr ya resen (orgînal) tenê li radiyoya çiya dihat gotin û kopiyek jê li stodiya mabû. Ya ku niha tê bihîstin û gotin tenê bi dengê Serhed ku di şikeftekê de distirîne tê bihîstin. Ji hêla NÇM ve, ev stiran bi mûzîkek nû hetiye belavkirin û bi şaşî nivîsandine ku gotin jî yên Serhed in. Herweha ev stiran pir caran bi mûzîkên cuda hatiye dubarekirin.
Komîteya festîvala bîranîna tevkujiya Hewlêr ez, Serhed, Remzî Kartal û hunermend Delîl bûn. Hêzên aşayîsê yên Silêmaniyê dest danîn ser kopiya stiranê ya di stodiyoyê de.

Dilşa Yûsiv
 


Hewlêr

Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr kilê çavê bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr … Hewlêr
Agirê serhildan e
Kelaya berxwedan e

Hêlîna egîdan e
Hewlêr ji nû ve
Le dayîk bû
Hewlêr bi pêt
Û agir bû
Agirê dilê xortan
Navê mirinê
Kir jiyan
Hewlêr namîne
Wek caran
Wê bibe gora neyaran
Xwîna Hêlîn û Salîhan
Geş dikin çîçek û sorgulan

( Ji pirtûka Dilşa Yûsiv Bakurê dil )





 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1