Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

 

 

Helbestvanî ne di bikaranîna bihtrîn gotinan de ye, lê di nepêkanîna bihtrîn gotinan de ye.
Wêneyan terxanî xwendevan bike.

Xelat Ehmed

Pirtûk: Dara sawîrên tî _ Helbest
Nivîskar: Hoşeng Osê

 



Tevahiya nivîskarên kurd nerazîbûna xwe li ser tunebûna rexneya kurdî didin xuyakirin, lê pir kêm in yên ku hewil didin ku dest bi karekî di ber vê yekê de bikin. Wextê vexwendina hêja Îbrahîm Seydo Eydogan ji ber hewildanên peydakirina rexneyeke kurdî û pê re pirsa wî “ ku em nekin kî wê bike? “ ji min re hat, min hewildan hêjayî wext û westana xwe dît, nexasim ku hewildanên min bi vî awayî di zimanê erebî de hene. Peydakirina şêwe û rêzên zimanekî rexneyî karekî pir zehmet e, ev yek rast e, lê divê hindek dest pê bikin da nifşên dûv me re tiştekî bibînin ku bikaribin li ser ava bikin.
Min pirtûka helbesta nivîskar “ Hoşeng Osê “ hilbijart ji ber helbest hişê zimên e, radeya herî bilind ji toreyê ye, û “Hoşeng” tecrubeyeke nuh û genc e. Di nerîna min de tecruba wî di helebesta kurdî ya nûjen de wê di paşerojê de cihekî berketî bigre.
Helbet gelek şêwe hene ku pê dest bi rexnekirina pirtukê bikim, lê min xwest ez çend helbestan hilbijêrim û nerînên xwe li ser bidim xuyakirin, bi vî awayî dê nerîna min bi awayekî hesantir bigihe yê xwendevan û yê helbestvan di heman demê de.

Helbesta “Şivanê xewnan “ bi wêneyekî pir helbestyane dest pê dike:

“ keriyên xwe berde zozanên
ku ji nalîna bilûra te
rijiyane “

Helbestvan kurê bîranîna tevahî ya miletê xwe ye, ev yek jî di hilbijartina gotinan de xuya ye û di heman demê de di canê ku tevahiya helbestên wî dorpêç dike. “Her stêrkek, di himbêza xwe de
Pakrewankî dilorîne.” Stêrik dikare gulekê yan hêviyekê yan xewnekê jî hembêz bike, lê di canê miletê kurd yê bindest de pakrewanan hembêz dike ji ber ew in yên ku bi xwîna wan welat ji bo rizgariya xwe li ber xwe dide û rê ji xewn û gul û hêviyan re vedike.
Yek ji wêneyên bîranîna tevahî ya mislmantiyê jî di vê helbestê de tê der “ çemê ji tiliyên te der hatî “ lê pêlên çemê Hoşeng ko ne û ne mîna yên “ Musa “ yê pêxember jîndar in.
Di hevoka “ tê nasbikî bê xwedê çend hunermend e “ de, di nerîna min de gereke ev parçe ji helbestê bi dawî biba, hevokên dûv re hatîn bûne sistî ji tîrbûna wateyê re û mafê xwendevan di ramyariyê de jê standine. Di heman hevokê de em dibînin ku helbestvan tîpa “ bê “ bikar aniye û di gelek cihan ji pirtukê gotina “ hîv “ bi cih aniye û ev herdu gotin bihtir ji zimanê devikî yê herêma helbestvan in. Rast e Standarta zimanê kurdî hîn negihiştiye radeya ku em bikarin pîvanên dijwar bikar bînin lê heger kesek ne ji herêma yê helbestvan be dikare gotnên herêmî ji nivîsa wî derxîne.
Yek ji jêhatinên helbestvan ew e ku gotinên helbestê gorî babeta wê ne “ misîn, kovî , nîvişk .....”. Di parçê dawî ji helbesta xwe de dibêje
“Heriyekê di pizdana Adarê de bistire.
bi wê heriyê, nêriyekî ji xewnên xwe bafirîne.”
“ bi wê heriyê “ zêdebûneke ne gerek û hindekî nebaweriya helbestvan bi xwendevanên wî dide xuya kirin û dîsa mafê wî di helbesteke tîr de ji wî distîne.
Helbestvanî ne di bikaranîna bihtrîn gotinan de ye, lê di nepêkanîna bihtrîn gotinan de ye.
Em dikarin heman tiştê li ser dawiya helbestê bêjin, dema dibêje :
“Azadî bizê .
Çav têr ken bibin.
Zik têr nan bibin.
Zarok têr bilîzin.”
Helbestvan dikarîbû li ba hevoka “Belkî li vî warî, destarê şîn û mirinê raweste” helbesta xwe bi dawî bike û wêneyên dûv re di can de çêbibin terxanî xwendevanên xwe bike. Helbest bi tevahî giyanekî kurdewarî ye, ku hêviya rawestandina mirinê ji xewnên şivanekî dike.

helbesta“ çar Gul û bendewariyek “ de, helbestvan evîndariya jinekê bi çar awayan dibêje, her awayek bi dengê gulekê, Qawan, Sosin, Benefş, Nisrîn.
Di parçeyê yekê de Qawan di guhê latê de dike piste pist. Qawana gul dikare biaxive bi lata bê can re, lata ku Hoşeng guh jê re çêkirîn. Wêneyekî wisa ciwan, tenê helbest dikare di can û hişê me de bide çêkirin û qebûl kirin. Dîsa Qawan dipirse “ kengî wê bê û min rêzgar bike “ azadî ji xewin û eşqa kurdan dikeve zimanê Qawanên helbestvan.
Fentaziya hestdar dike ku di parçeyê diduyê de Sosin pelên xwe yek bi yek di bendewariya hatina wî de hildike:
“Ew ê bê...?
ew ê neyê...!
Bê...?
neyê...!
neyê.”
Bi heman jêhatina fentazî û tîrbûna ziman “ Benefş razên dilê xwe rijandine Ferêt “ yar û welat di vî parçeyî de dibin yek eşq, heskî helbesta wî ji dilê her kurdekî dibare. “ ez li bendî kê me ? “ ev dê dawiyeke nehewceyî ti zêdebûnê ba ji vî parceyî re, lê şewata dilê yê helbestvan wek gelek cihan ji pirtûkê serî ji wî standiye û çend gotinên din lê zêde kirne, zêdebûna wan gotinan ti wate yan hest yan wêne yan sawîr li helbestê zêde nekirine.

“ çend guman“ di destpêka vê helbestê de em pêrgî wêneyekî ku di çanda erebî de pir dubare kirî tên.
„ Rozerîn…
Çendîn bextiyar im, ku di gulistanên çavên te de
bibim dîlek”
Ji zimanê vê helbestê xuya ye çend hestên helbestvan har û pêt in ji ber wisa ziman hefsar ji wî standiye û wênene pir hişk anîne halê û derfet ji sawîr û giyanê hestedar standiye - gurbûna hestên wî di dubarekirina heman gotin yan hevok di heman helbestê de xuya dike- ev helbest ya di sala 1998 an de hatiye nivîsandin, li gor herduyên pêşî qels û kêmî bejina helbestvanê xwe ye.

tayekî çîrokî di helbesta “ serxweşiya dînbûnê “ de heye, ev yek hêdî di helbestên nûjen de tê qebûlkirin, nexasim ana ku hemî rengên toreyê cobarên xwe bi ser hevdu de diherikînin, tenê ji yê helbestvan tê xwestin ku li zimanê xwe yê helbestî miqate be, nehêle ku ew rêzên çîrokî ji tîrbûna zimanê wî keysê bînin da her helbest bimîne hêjayî mercên behtandina ku jê tê xwestin.
Ew rêzên çîrokî di gelek helbestên pirtûkê de hene, mîna helbesta “Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî “ ku yek ji ciwantirîn helbestên vê pirtûkê ye, helbesteke berî her tiştî bi fentaziyeke xam ku ji kulturê kurdî têr vexwarî û hestine nazdar û gur ku bi zimanekî hêjayî wê nazdarî û xamiyê hatiye nivîsandin, bi rastî helbestek wisa enceq xwendina wê rastiya wê bighîne can û hiş. Herdu helbestên bi navê
“ nameyek lezgîn ji duh re “ û “ du stêrik û gîtarek “ jî pişikdariya wê di vê jêhatinê de dikin, nexasim ku herdu helbest ji rêzê çîrokî derbasî hunandinên destaneyî dibin.

Weku her kesê kurd xema Hoşeng ya herî pêşî Azadî ye, di seranserî pirtûka wî de em rastî gotinên vî tiştî nîşan dikin tên, belkî hevoka wî ya ji helbesta“ ji bo neviya ronahiyê “ de nimûneyek zelal e dema dipirse “ ma çiya bilinbûna xwe jibîr dikin ?“ . Di heman helbestê de dibêje yara xwe:
“Berî sê hezar sal min te li qeraxa
Dijle rûniştî dîtî.
Bi nalîna karwanê Stiranên min yê
serjêkirî
te xwe dişûşt“
bi vî awayî helbestvan dîroka xwe ya kesane bi dîroka kurdistanê ya tevahî ve girêdide, heskî qedera helbestvanê kurd e her û her girêdayî kambaxiyên dîroka welatê xwe be, heya di hestên xwe yên herî teybet de. “ Qîza xwedê bese “ wisa ji yara xwe re dibêje, ev hevok bi hesanî û xambûn û rojaneya xwe ve ti ji bilindbûna zimanê helbestyane kêm nake, bi qasî ku kurbûn û şewata dilê evîndar dibêje, yê ku hêdî helbest bi xwe jî nema dikare ragire, helbestvanê mîna ku ji destaneke kurdî ya berê derdikeve û ji yara xwe re dibêje:
“bejna stiranên te yên koçerî
bost… bost biramûsim.”
Çend hesteke bilind û watedar e ya ku bikare vê wêneyê wilqas berketî nîgar bike ?.

ji helbesta “ disa kenê te “ û pê de, mirov dikare lê derxîne ku zimanê helbestê xemgîntir û bi nalîntir dibe, ev yek di gotinên ku helbestvan bi cih tîne de xwiya dike , mîna “ keldûman, xwîn, leylan, têkçûn, kavil, sêwî,.........” di helbesta “ Nameyek Lezgîn Ji Do re ” de dibêje:
mîna cejneke ji gewriya xwe birîndar be
ji xewê bîstikên şîn pars dike
ez li virim.
Her êvar, serê xwe datînim ser çoka rewrewkê.
Biqasî çar goristanan,
razayî diramim.”

di gel vêqas xemgîniyê heskirineke kûr dimîne dorpêça van gotinan:
„ hemû çiya
daristan
çem

gund
demsal.....
ber bi te ve tên.
Serkêşê vî karwanî, dilê min e.”
Her ku em bi pirtûkê ve diçin, gihandina tecrubeya helbestvan berçavtir dibe.

Di gel ku bihtrîna helbestên kombendê dirêj in, lê çend helbestên kurt jî yên ku bi teknîkên cuda cuda û jêhatî hatine nivîsandin cihê xwe tê de girtine.
Heger mirov navê “ Destan “ dixwîne mirov xwe ji helbesteke dirêj re amade dike, lê helbest bi xwe şeş rêzên tenê ne, bi şêweyê çîrokên zarokan dest pê dike “ hebû tunebû .....” yek ji teknîkên ku di van helbestên kurt de pêk aniye weku lêvegera helbesta klasîk xuya dike, dema li ser zimanê stêrevanekî dibêje:
“Despêka te, bêdawî ye.
Helbesta te, hişk û tî ye.
Xewna te lal û sêwî ye.”
Heger em qebûl bikin ku her du rêz ji helbesta ” Gotina kuştiyekî ” malikek bin, helbestvan vê carê heman gotin di dawiya hemû malikan de dubare dike, kurtbûna helbestê xwendevan ji bihintengiya ku weheye ji dubarekirina heman gotinê çêbibe diparêze.
Bi awayekî lihevhatî helbestvan di helbesta ” Bang ” de navnîşanên tevahiya helbestên xwe yên di heman êş û eşqê de digerin bi hev ve girê dide, mîna muhrîkên di stuyê yara xwe ya koçer de.
Di ” lê gerîn ” de, mîna ku kesek li tiştekî ku li ser destê xwe bigere, rêzên helbestê di lêgerînê de li hev dizîvirin û disa divegerin çavên yara wî.

mercên helbestvan yên nivîsandinê di helbesta ” Diwazdeh Şîretên Xwînê ” de, diyar dibin:

“Di beşdariya helbestê de
bi gotinan nelîze
û dengê sawîrên xwe yên tolaz nebihîze.
Da helbest, qîzaniya xwe wenda neke.”

Li bendî berhemên helbestvan “ Hoşeng Osê “ yên paşerojê em dikarin hêvîdarên vekirina şêweyên nuh di sawîr û zimanê helbestyane û wêneyên watedar bin, di tecrubeyeke ku em her hêviya serkeftinê jê re dikin.



 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE