| |
Li
ezmanê Şamê, melevaniya Mosadê…!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Belafirên şer yên Israîlê li ser qesra Serokê
Sûriyê Beşar Esed ya li bajarê Ladiqiyê firyan.
Artêşa Israîlê diyar kir ku wan bi vê yekê
xwestine nameyekê bighînin Esed, ew jî" çi dema
em bixwazin, em dikarin te tesfiye bikin". Ev
liviek simbolîk bû, bi gotinek din, Israîlî
nikarin Esed ji ber çend sedemên heremî û
navnetewî bikujin, lê wateya vê livê ya herî
girînge ew bû, ku hêzên istixbaratê Israîl (Mosad)
liv û tevgera Esed dişopînin û dizanin ew di
kîjan demê û li kîjan cihî dimîne, ev jî tê
wateyê ku ewlekariya Serokê Sûriyê di metirseykê
de ye û ew li bin çavdêriya ajanên Israîlê diçe
û tê. Ji ber hingê hebûna wî di wê demê di qesra
Ladiqiyê de ji aliyê artêşa Israîlê hate
kifişkirin..
Ji aliyêkî din ve, li gorî hin çavkaniyên heremî
Israîl ji Şamê re eşkere kiriye ku heger eskerê
wan Celad Şamot serbest neyê berdan, ew ê êrîşî
40 noqteyên eskerî yên Filistîniyan li Şam û
derdorên wê bikin.
Berpirsyarên dewleta Israîlê dibêjin, agahiyên
pêbawer li cem me hene, ku biryara revandina
eskerê me ji Şamê û di bin çavdêriya Esed bi xwe
derketiye. Jixwe berê jî Israîl êrîşek biribû
ser gundê (Eyn Alsaheb) yê 25 km dûrî Şamê û ew
cih di 5/10/2003 an de bombe kiribû.
Rêjîma Şamê tevî vê tengasiyê jî, hîna siyaseta
girtin û binçavkirina kesên muxalifên siyasî
berdewam dike.
Bi dehan kesên demokrat ji muxalefeta ereb
gitine û ew bi sûcên bêwate û dubarekirî dane
ber Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya ne yasa. Bi
sedan jî ciwanên kurdan hîna di girtîgehên Edra,
Heleb, Qamişloyê de ne. Ew bi sûcên"endametiya
rêxistinek ne yasa û hewledana parçekirina axa
welat" têne tewanbarkirin. Piraniya van ciwanan
jî endam an jî alîgerên Partiya Yekîtiya
Demokrat PYD ê ne, her weha endam û alîgerên
çend rêxistinên din ên kurdan jî hene.
Li milekî din, rêvebirya Şamê komek rewşenbîrên
kurd dicivîne ser hev û wan vexwendî hevdîtinekê
bi Cîgira Serokê Sûriyê Dr.Necah El- Atar re
dike. Babeta hevdîtinê jî, wek di belavoka van
rewşenbrîran û di axaftina yekî ji wan bi ROJ tv
re hate diyar kirin de, li ser "mafên çandî yên
beşên civaka Sûriyê" bû. Wek her car dîsa ji
aliyê rêvebiriya Şamê soz hatin dayin ku
xwedêgiravî "di nêzîktirîn dem de dê pirs bêne
çareserkirin". Jixwe beriya vê hevdîtinê,
hevdîtinek din jî hebû, ew jî hevdîtina çend
serok û sekreterên partiyên kurdî bi heman
berpirsa rejîmê re hebû. Mijara hevdîtinê li
ser" dayina hemwelatiya Sûriyê ji bo kesên bê
nasname" bû. Dewleta Sûrî ji mêj ve hewl dide ku
pirsa gelê kurd li Başûr Rojavayê Kurdistanê
bixe çarçoveyek teng û wa mîna "kêmneteweyekê"
ji van kêmneteweyên welat li qelemê bide û pirsa
netewî ya kurd tenê di "hilgitina nasnameya
Sûriyê" de sînor bike û hewla çareserkirina wê
bide…
Rejîma Şamê her ku dikeve tengasiyê û cih û
derdor lê teng dibe, ber bi kurdan ve dibeze. Lê
her li ser siyaseta inkar û paşvexsitina
çareseriyê bi israr e.
Hêzên siyasî yên kurd, bi taybetî jî evên ku
temsîla wan di nava gel de nîne, li ber van
sozan xwe li ba dikin û bawer nakin ku asta
hevdîtinan bi berpirsên rejîmê re wilo bilind
dibe.. Li şûna ku bi hêzên ewlekariyê re rûnin
îca yekser bi Cîgira Serokê Sûriyê re rûdinin.
Ev yek jî wan kêfxweş û bextewer dike….
|
|