rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Di yekemîm salvegera şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de :
Ber bi çêkirina komîteyeke navnetewî ya lêpirsînê bo şopandina doza wî

Selah Bedredîn



Di yekemîn salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd, Şêx Maşûq Xiznewî de, hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku hewildanên li ser asta ramyarî bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê ku wê bidê serhev û pirogramekî yekgirtî têne kirin. Diyar e ku tevgera netewî û dîmoktartîk ya kurd jî rol û pareke xwe di tevahiya wan hewildanên gotî de heye, çi di warê hundir yê taybet di vîna guhertin anjî rêzbûna ramanî û siyasî û yekîtiyê yên gerek di nav rêzên girûpên xwe yên siyasî û tiwêjên xwe yên ronakbîr de û çi di warê danûstandina wê ya niştimanperwer û diyaloga wê ya berdewam bi hêzên opozisyona ereb ya dîmokrat û bi kesayetiyên wê, li hundir û derveyî welat re .


Piştî hefteyekê ser revandina şêxê şehîdan şêx Maşûq Xiznewî ji beriya salekê ji aliyê –nenasan –ve û aynî li Şamê, paytexta Sûriyê, Şama dagirtî bi zilamên ewlekarî û istixbaratan, ji sentera lêkolînan ya ku kesekî nêzîkî ewlekariyê wê birêve dibe, kesekî ku gelek guman derbarê wî hene –Mihemd Hebeş - û piştî ku şopa şêx winda bû û desthelatê dest bi fenûfûtan kir, ez pir li ser jiyana şêx Maşûq ji xinizî û tawanbariyên çeteyên rêjîma dîktator a şovonîst tirsiyam, ew rêcîma ku ji dehê salan ve hetanî guhan di xeleka tawanbariyên polîtîk de werbûye, ev xeleka ku gihşte dewletên cînar jî di serdema mîratxwerê- çaksazê xort de ?!- wekû li hindekan xweş tê ku wî wisa bi nav bikin bi taybetî li Lubnan û Urdin û Iraqê. Ev xortê ku xurista rêjîma siyasî ya sitemkar ya serdest nîşan dike, tu tişt ji bilî dûvçûn û kuştin û girtin û dirûtina dev û lêvan li nik wî tune ye ku pêşkêşî gelê xwe bike. Ew xortê ku mafê cînartiyê yê ku di navbera dewlet û hikûmetan de heye binpê dike û ji dêvla ku aramiya Lubnanê, ew welatê xweşik î kevnar e û şaristanî bihêz bike, em dibînin ku ew serê sembolên wê yên welatperwer û lîderên wê yên gewre dibire û xêrûbêrên wê talan dike û kuştevan û çete û sîxuran ber bi wê ve dişîne. Herweha, ji dêvla ku arîkariyê bide milletê Iraqê yê serbest û mêrxas piştî rizgarbûna wî ji zordestiya Be'esiya reş û genî û pêdariya wî derbarê ji nûve avakirina welatê xwe, landika şaristaniyê û berdewambûna wî di prosesa siyasiya demokrasiyane de û xurtkirina Iraqeke federe ya pirrengî de; em dinbînin ku ew komik û refên teroristan ji girûpên islama siyasî ya nijadperest a netewî ber bi Iraqê ve rêdike. Rast e, rêjîma sitemkar Sûriya kiriye meydanek ji çeteyên malbatî- mafiyweî re ku çarenûsa gelê Sûrî di destên wan de ye, Sûriya kiriye çavkaniyek bo terorîzima herêmî bi alîkariya rêjîma Îranê a sitemkar û ew kiriye havîngeheke xweş di rêya hevdîtin û konferansan de, ji idolojiya netewî- islamî ya nijadperest û dûr ji pernsîpên netewî yên dîmokratîk di koka xwe de û ya ji derveyî bangên olî yên baş ku armnaca wan xêra mirovan e û belavkirina aşîtî û biratiyê ye, em bawer in ku emê dûrî rastiyê nekevin eger ku em vê hevbendiya ( netewî şovonî tevî islama siyasî ya tund ) bişbînin rêbaz û musilmantiya –Mîşêl 'Efleq – yê ku bi fermî û eşkere islama xwe ilan kir bi henceta ku islam zerika 'Erebbûnê ye û divêt ku bo xizmetkirina 'Erebbûnê were bikar anîn – helbet mebesta wî 'Erebbûna Be'es bû ya ku komkujiyên wê yên nijadperest û tayfegerî piştî têkçûna zorbazê Bexdayê hatine dîtin – û weke 'Erebbûna Zerqawî ya faşîst ku destpê kiriye ; ji ber van tiştan hemiyan ez pir li ser çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam û wek ku em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya ayînî ya ronîkirî li dijî rêçika islama siyasî ya fundemental û di nav de tayfegeriya siyasî, bû . Hem kurdayetiya wî vekirî û hevgirtî bû û li dij sitemkariya netewî bû ya ku bi rizgariya Iraqê û pirosesa siyasî û fîdîrlazima Kurdistanê re bû û li hember rêjîma şovonî, hema ev tenê bes bû ku desthilatdarên bêkêr ji ketina şerên siyasî û anîna behaneyên xwe eger ku rast dibêjin, tolê jê bigirn?


Ev tirsa min li ser Şêx Maşûq hişt ku ez bangekekê bo herkesî di riya gotareke belavbûyî di gelek alavên ragihandinê de belav bikim, weke rojnameya Siyase ya kiwêtî û doza "hemî layan li hindirê welat ji kurd û ereban ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin û komîteyaka niştimanperwer bo serkêşiya wê damizrênin û sloganên wê bila derbarê azadiya Şêx Maşûq de bin ..." bikim aynî di wê gotara ku bi navê : Tenê Pêşniayrek !


Piştî derbasbûna salekê ser şehîdbûna wî de, ji mafê Xiznewî ye li ser milên me ku em doza wî bişopînin, ji ber ku ew dozeke netewî û niştimaniya dîmokratsiyane ye, ji ber tawanbaran wî çaxî yek ji me hilbijartin û dibe ku îro sibe yekî din ji nav me hilbijêrin, wiha, piştgiriya wî di heman demê de, piştgiriya her mirovekî welatperwer û dîmokrat e ji opozisiyonê û diyarkirina nerazîbûnê ji rêjîma sitemkar bi daxuyanî û tenê di boneyan de têr nake . Welatparêzên Lubnanê bang kirin û berevaniya pakrewanên xwe kirin û bi taybetî Refîq Herîrî , di riya pêşkêşkirina doza wî di warê navnetewî de û di avakirina komîteyka lêpirsînê ya navnetewî biser ketin ku karûbarên xwe berdewam dike û gihştiye hindek rastî û xalan ku serê rêjîma sitemakar û destûkarên wî destnîşan dikin, evên ku dê cezayê xwe werbigirin .Bê guman ku doza Herîrî ya giring e ku xewa sitemkarên welatê me li wan diherimîne û di eynî demê de wê bibe sedema direkt bo destgitritn û dadgehkirina wan. Gelo çima em pêkve eynî tiştî nakin angu doza çêkirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî? Pêşniyar ji pêncemîn Konferanasa Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî derketibû ya ku li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê di ( 18-25 / 4 / 2006) an de hatibû girêdan, ku banga alîkariyê bi mirov û xizmên şêxê şehîdan bo avakirina wê komîteya xwestî û bo kifşkirina kuşteyarên yekî herî gewre ji rewşenbîrên kurd li Sûriyê û pêşkêşkirina tawnbaran bo dadgeheke navnetewî piştî tewawbûna lêpirsînan .Li vir, ez bangeke nû dişînim bo dostên Şêx yên ku di jiyana wî û piştî şehîdbûna wî jî pê re rawestiyan û tukes nikare vê tiştî inkar bike – hem ew xebatger û rewşenbîrên naskirî ne - û bo hemî kesên dilxwaz bo welat û millet û pêşeroja nifşên nû û bo hemî dilxwazên guherrtin û dîmokrasiyê ji kurd û ereaban ji bo avakirina komîteyeke niştimanî di nevbeyna hundir û derve de , ku erka wê ya herî giring ew be ku dabînkirina mîkanîzima pêwîst ya mewdanî û manewî ji bo şopandina karên wê di warê dokumentkirina belge û behaneyan de tev li daneheva wan bo pêşkêşkirina wan ji heyetên cîhanî yên têkildarû da ku bibine bingehek a bihêz berve avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî bo şopandina doza şêxê şehîdan , Şêx Maşûq Xiznewî .


Em bi hêvî ne ku ev banga me ya avakirî li ser pêşniyar û xwestekên berî wê ku ji hindek dezgeh û rewşenbîrên me derçûbûn û ya herî dawîn di vî warî de ew pêşniyara ku konferansa pêncan ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ew derxistibû , dê bête bersivdan .


Ey şêx Maşûq ê Xiznewî !
Ey şêxê şehîdan , bhêle ku ez li bîranîna te , serê xwe ji te re bitewînim !












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE