rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Bayek tê
Omer Dilsoz


Bayekî hûn têt
Hey lo dilo bayê zozanan
Çi bayekî hûn e
Hûnebayê zozanan têt
Bêhna te dadiwerivîne

Bayekî nerm têt
Hey lo dilo bayê geliyan
Çi bayekî nerm e
Nermebayê geliyan têt
Bêhna te direşîne (ser me)

Bayekî zîz têt
Hey lo dilo bayê newalan
Çi bayekî zîz e
Zîzebayê newalan têt
Bêhna te jê diweşe

Bayekî sar têt
Hey lo dilo bayê keviyan
Çi bayekî sar e
Sarebayê keviyan têt
Bêhna te jê dibare

Bayekî germ têt
Hey lo dilo bayê beriyan
Çi bayekî germ e
Germebayê geliyan têt
Bêhna te digihîne (ba me)










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE